"Êrîşên 1915'an di 2019'an de dubare bûn û hê jî didomin"

Nadiya Xerîb ku bi eslê xwe Ermen e, ji ber êrîşên dagirkeriyê neçarî koçberiyê dibe, der barê êrîşên ku şêniyên Ermen pê re rû bi rû dimînin de axivî û bang li sazî û dezgehên hiqûqî kir ku komîteyek ava bikin û derbasî herêmên dagirkirî bibin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Axa ku ji ber dewlemendiya wê ya ku dikeve navbera herdu çeman Dîcle û Feradê, rengbûna netew, ol, ziman û çandên wê, ji ber ku pêşengî ji mirovahiyê re kiriye, rastî şer û dagirkeriyê tê axa Mezopotamyayê ye. Li ser vê axê li hemberî ewqas gel êrîş hatine kirin û heya vê serdemê jî êrîşên dagirkeriyê yên hêzên hegemon û kapîtalîst didomin. Gelê Ermen koka wan vedigere dîrokê û ji kevintirîn gelê li Rojhialta Navîn e. Ew jî ji beriya sala 1915'an heya niha, ji aliyê dewleta osmanî û ya tirk a niha ve rastî polîtîkayên qirkirina çandî tên. Osmaniyan wan ji Bakurê Kurdistanê koç kirin, heya Sûriyeyê jî li pey wan hatin. Ermeniyên wê demê ji ber hovîtiya osmaniyan reviyan, beşek jê li Serêkaniyê û hemû bajarên sînorî yên bi Bakurê Kurdistanê re bi cih bûn. Di sala 2014'an de nêzî 150 malbatên Ermen li Serêkaniyê ya dagirkirî hebûn lê bi êrîşên ku herêm rastî wê hat, hejmar her ku çû kêm bû. Nadiya Xerîb neviya Ermeniyan e, bapîrê wê piştî komkujiyê derbasî Serêkaniyê dibe lê ji ber ku pir biçûk bû, malbateke Ereb ew girt cem xwe û xwedî kir. Nadiya Xerîb ji me re behsa vê yekê dike ku bi êrîşan re Ermenî ber bi ku ve çûne û divê ku çi were kirin.

Rêwîtiya ji Ermenbûnê ber bi mislimanbûnê ve

Nadiya Xerîb wiha behsa hebûna gelê Ermen li Serêkaniyê û pêvajoyên ku tê re derbas bûne kir: "Piştî komkujiya ku gelê Ermen di sala 1915'an de pêk hat, bapîrê min û xwîşka xwe derbasî Sûriyeyê bûn, wê demê malbateke Ereb ew girtin û xwedî kirin. Paşê em bûn misilman lê ev nayê wê wateyê ku me dîrok, ol û baweriya xwe ango komkujiyên ku bi serê dapîr û bapîrê me de pêk hatine ji bîr kiriye. Hinek malbatên ku dema komkujî pêk hat têgihîştî û ciwan bûn, zimanê Ermenî ji bîr nekirine lê yên biçûk bûn zehmet bû ji wan re ku ewqas agahî di mejiyê xwe de kom bikin û heya roja me ya îro bînin. Zimanê me yê resen ê Ermenî di nava zimanê Erebî de winda bû lê di warê zîrekbûyîn, afirînerî û pêşxistina teknolojiyê de ew li pêş e."

"Hevgirtineke ku neçû serî"

Nadiya Xerîb da payin ku beriya pêvajoya êrîşan li ser Serêkaniyê dest pê bike hejmara malbatên Ermen 150 bûn û wiha domand: "Di sala 2012'an de rûspiyên ku koka wan Ermen e li hev civiyan û xwestin ku êleke ermenî ava bikin, da ku mijarên olî, çandî û pirsigrêkên heyî bi hev re nîqaş bikin û xwedî yek biryarê bin. Wê demê 150 malbatên Ermen di Serêkaniyê û gundewarên wê de hebûn. Xwestin ku bi vê gavê Ermeniyan bigihîjînin hev û hevgirtineke wan û helwesteke wan li hemberî bûyeran hebe. Lê ev mijar hê di nava nîqaşê û lidarxistina civîn û diyalogan de bûn. Di demek ku me dixwest ji nû ve xwe ava bikin de, êrîşên çeteyên Cebhet El-Nusra dest pê kirin, hemû hewldanên ku hatin kirin vala çûn û dîsa koçberiyeke duyemîn rû da."

"Êrîşên 1915'an di 2019'an de dubare bûn"

Nadiya Xerîb behsa êrîşên dewleta tirk a dagirker dike û vê yekê tîne ziman: "Li Serêkaniyê dîrokê xwe dubare kir, heman senaryo li dijî Ermeniyan dubare bû. Di êrîşa dewleta tirk de ku 2019'an de Serêkaniyê dagir kir, rewşa Ermeniyan ket xeterê. Heman tiştê ku di 1915'an de rû da, di 2019'an de dubare bû. Şerê ku bapîrên wan li dijî me meşandin ne bes bû, vê carê xwestin me biqedinîn. Bi hinceta şerê terorê dike, hemû şêniyên resen ên li ser vê axê koçber kirin. Bi hinceta terorê axa Sûriyeyê dagir û parçe dike, ev çi maf e û di kîjan zagonî de heye ku dewleta tirk tiştekî wiha dikare bike?"

"Ji tirsa ku em rastî tecawizê werin em derketin"

Nadiya Xerîb got ku ji ber vê sedemê ew neçar mane axa xwe terk bikin û wiha domand: "Ji ber koçberiya bi zorê, revandin û tecawizkirina jinan em neçar man derkevin. Di heman wextê de jî di girtîgehan de pir kesên bêguneh hene, heya ku beraeta wan jî eşkere bibe bêguman wê rastî îşkenceyan jî werin. Li gorî ku bapîrê me ji me re çîrokên komkujiyê digot, mûyê porê laşê me disekinî. Ji tirsa ku dagiker dîsa heman sûcê li ser jinan ku berê bi şûran zikê jinên ducanî diçirandin û şert li ser zayenda zarok dikirin, dubare bibe em derketin. Sûcên ku li ser jinan berê kiribûn heya niha jî hesabê wê nedane. Doza gelê Ermen wiha maye, her bi êrîşan re rû bi rû dimîne. Dewleta tirk a ku xwe wekî hêzeke mezin û dagirker nîşan bide, hemû sûcên dermirovî dike."

Banga ji bo sazî û dezgehên hiqûqî

Nadiya Xerîb bi vê daxwazê dawî li axaftina xwe anî: "Em ji sazî û dezgehên hiqûqî daxwaz dikin ku komîteyek ava bikin û derbasî herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin û sûcên li ser gelê me yê Ermen tê kirin belge bikin. Ji ber ku dewleta tirk ji berê ve bi komkujî û qirkirina neteweyan tê nasîn, em dixwazin sînorek ji vê yekê re were danîn."