Êrîşa li ser Kampa Mexmûrê plana hevbeş a Iraqê, Herêma Başûr û Emerîkayê ye

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Sozdar Efrîn êrîşa hewayî li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê û êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê nirxand û da zanîn ku li ser qirkirina gelê Kurd, têkbirina projeya demokrasî û aramiyê li tevahî Rojhilata Navîn hevpeymanên berfireh hene.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Ev 43 sal in li dijî şervanên Tevgera Azadiyê yên bi qehremaniyeke bêhempa xaka Kurdistanê diparêzin êrîş û hevpeymanên qirêj hene. Êrîş bi armanca parçekirina herêmên Kurdistanê ye. Kampa Penaberên Kurd a Mexmûrê di salên 90'î de hatiye avakirin û li gorî tê zanîn NY wê birêve dibe. Di 5'ê Hezîranê de Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdogan daxuyanî da û gef li Kampa Mexmûrê xwar, piştî çend kêliyan kamp hat bombebarankirin. Têkildarî vê mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  Sozdar Efrîn nirxandin kir û bi me re parve kir.
“Ji ber têkçûna xwe, xwestin tolê ji Kampa penaberan Mexmûrê bigrin” 
Sozdar da zanîn ku êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê ne tesaduf e, planeke demdirêj e û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ne PDK û ne jî dewleta tirk hebûna gelê Kurd qebûl dikin. Berxwedana şervanên azadiyê ya li hemberî dagirkeran di astên herî jor de ye, li gel Tirkiye û PDK'ê wisa nayê qebûlkirin ji lewre êrîşî Kampa Mexmûrê kirin. Dewleta Tirk kampa Penaberan wekî kampa PKK'ê pênase dike lê baş dizane ku gelê sivîl lê dijî. Ev 2 sal in penaberên kampê di bin ambargoyê de dijîn û rêyên wê ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin, PDK siyaseta Erdogan li dijî Kampa Mexmûrê dide meşandin. Piştî berxwedana şervanên Tevgera Azadiyê li herêmên Başûrê Kurdistanê, êrîş zêde kirin. Xwestin bi bombebarana Kampa Mexmûrê tola xwe hilînin û agirê di hundirê xwe de vemirînin."
“Tevgera Azadiya Kurdistanê hêzeke navneteweyî ye”
Sozdar got ku Tevgera Azadiya Kurdistanê 43 sal in li çiyayên Kurdistanê parastina tevahî Kurdistanê dike û wiha ev mijar anî ziman: "Tevgera Azadiya Kurdistanê, hêzên parastina gel û jiyanê ye, ev 43 sal in li çiyayên Kurdistanê parastina Başûr, Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê dike. Tevgera Azadiya Kurdistanê hêzeke navneteweyî ye ne tenê ciwanên Kurd cihê xwe di nav de digrin, ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji gelek welatên cîhanê di nav de şervan hene. Divê li hemberî bûyera Mexmûrê jî bêdengî nebe û ev bombebaran were lêkolînkirin." 
“Êrîşkar dixwazin PDK'ê wekî parêzvanên gelê Kurd nîşan bidin”
Sozdar destnîşan kir ku PDK bi siyaseta xwe temenê dewleta tirk dirêj dike, wê ji fetisandinê xilas dike û wiha pêde çû: "Êdî dem hatiye ku dewleta tirk hilweşe lê PDK bi îsrar e ku wê li ser lingan bihêle û siyaseta wê ya qirkirina gelê Kurd e, bidomîne. Beriya bidawîbûna hevpeymana Lozanê, di sala 2023'an de, dixwazin bi lez pêşketinan çêbikin û destkeftiyên li gorî hişmendî û siyaseta xwe bidin rûniştandin. Bi taybetî dixwazin di van herdu salan de rûyê PDK'ê derbixin holê, wekî ku Kurdên herî baş in û wê pêşerojeke herî bi ewle ji gelê xwe re bînin nîşan bidin. Her wiha wekî parêzvanên gelê Kurd PDK'ê nîşan bidin. PDK eşkere bi destên dewleta tirk xwe bi hêz dike, di heman demê de êdî dewleta tirk jî ber bi îflasê ve diçe."
“Planeke hevbeş li dijî gelê Kurd li Rojhilata Navîn tê meşandin”
Sozdar da payîn ku dewleta tirk bêyî Iraq, NY û Emerîkayê nikare tiştekî jî bike û wiha domand: "Qada hewayî ji aliyê Emerîkayê ve tê birêvebirin, heman wextê jî Iraq û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê berpirsên sînor û axa xwe ne. Lê di vir de planeke hevbeş bi pergalî heye. Ji qada hewayî ve hêzên navneteweyî di serî de Emerîka û ji qada bejahî ve jî hikûmeta herêma Başûr û Iraqê, destûr dane ku Tirkiye Kampa penaberan a Mexmûrê bombebaran bike. Neteweyên Yekbûyî divê di asta yekemîn de destekê bide Kampa Penaberan a Mexmûrê lê di pratîkê de tiştekî şênber tune ye. Ne Iraq, ne Başûr û ne jî NY xwedî li penaberên Mexmûrê derdikevin lê penaber bi hêz û vîna xwe xwedî li xwe derdikevin. Êrîşên îro tên meşandin tenê ne bi destên PDK û Tirkiyeyê ne, ev êrîş ên hêzên navneteweyî ne. Emerîka bi siyaseta xwe ya li dijî gelê Kurd, dixwaze gavên bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn hatine avêtin bi rê û rêbazên plankirî tune bike û têk bibe. Li şûna wê dixwazin PDK'ê wekî nûnertiya Kurdan li cîhanê bidin dîtin û qebûlkirin."
“Yekitî çareseriya hemû pirsgirêk û rêgirtina li hemberî dagirkeriyê ye”
Sozdar bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Divê Gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî siyaseta PDK'ê serî hilde û vê qebûl neke. Penaberên Mexmûrê bi hêz in, ev êrîş wan natirsîne, ji ber îradeya wan xurt e. Êdî dewleta tirk hildiweşe û PDK jî ber bi tehlûkeyê ve diçe. Ji lewre divê şerê birakujiyê zêde gur nebe û bi dawî bibe her wiha em dibêjin yekitiyeke gel ji hemû komkujiyan xilas bike pêwîst e pêk were."