Çinar Salih: Ger em perspektîfên Rêber Apo baş fam bikin em ê komployê vala derxin

Lêkolîner Çinar Salih têkildarî salvegra komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye meşandin şîroveyên girîng kir û wiha got: “Xwediyên nêzîkatiyên azadiyê mîna Rêber Apo rêbazên fikir, zikir û çalakiyê dane meşandin ji bo wê komployek ewqas mezin li ser hat meşandin. Ji bo valaderxistina vê komployê pêwîst e em têkoşîna fêmkirinê bidin pêş û lêvegereke durist ji perspektîfên Rêber Apo re çêbikin wê demê em dikarin komploya di şexsê Rêber Apo de têk bibin.”

 
ROJ HOZAN
Qamişlo- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibatê sala 1999’an de bi komployek navneteweyî dîl hatiye girtin û ev 23 sal in di tecrîdeke giran re derbas dibe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mirovekî hekîm, zane û azad e, di nav dîwarên girtîgeha Îmraliyê de enerjiya wî diherike û ji bo tevahî civakan nirxekî pîroz hewandiye û tewriya wê destnîşan kiriye. Têkildarî salvegera komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye meşandin lêkolîner Çinar Salih şîroveyên girîng kir.
“Di dema niha de Rêber Apo xeleka dawî ya vê têkoşîna li dijî desthilatdariyê ye”
Çinar Salih şîroveya xwe li ser armancên komploya 15’ê Sibatê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman û wiha got: “Roja 15’ê Sibatê yek ji mijarên herî zêde mirov zehmetiyan tê de dikşîne ku der heqê komploya wê rojê de biaxive. Ji sala 1999’an ve heya roja îro ev komplo der heqê Rêber Apo de berdewam dike. Ger me ev komplo baş fêm kiribûya me yê careyek rast jê re bidîta ji bo wê ev tê wateya ku komplo mijareke herî zehmet e. Pirsa destpêkê her tê bala mirov ji nav ewqas milyar mirovan çima bi taybetî Rêber Apo bû hedef ku bi komployek navneteweyî zêdetirî 30 dewletê cih di nav de girt dîl hat girtin? Ger em bersiva vê pirse bidin em ê bikaribin xwe bigihîjînin encamên baştir ji bo valaderxistina vê komployê. Di serî de Rêber Apo çi temsîl dike? Jixwe di parêznameyên xwe yên dawî  de heya cihekî ev rewş hatiye şîrovekirin. Bi pêşketina desthilatdariyê re dualîteyek bi xwe re anî yanî hin xwe dikin mirovên zane xwedî zanist, hêz û îrade. Aliyê din jî civak, gel, êl û heya xweza jî di nav de ev hemû aliyê desthilatdariyê tenê weke tişt lê dinêrin. Di dîrokê de her dem şerê di navbera van herdu xetan de bi pêş ketiye û heya roja îro bi rêbazên nû berdewam dike. Rêber Apo dibe xeleka dawî ya vê dîroka demdirêj ku hêzên hegemon şer bi fikrên wî re dikin. Desthilatdar mirovên weke Rêber Apo nesne dibînin ku ji nav hegemonyaya wan derdikeve, dixwaze bi fikir û ji bo îradeyeke azad têdikoşe her wiha wan weke xeterê li ser hukmê xwe dibînin. Birêz Ocalan dibêje ji hezretê Adem heya hezretê Ibrahîm û heya zanyarên mîna Manî, Helacê Mensûr, San Paul û gelek mirovên wiha xwedî zanist riyeke têkoşînê ya dirêj li dijî xeta desthilatdariyê dane meşandin û rastî xezeba wan hatine. Ên hikûm di destên xwe de zeft kirine xwe xwedayê demê dibînin, nav û şiklê wan tê guhertin lê desthilatdarî bi rengê xwe dimîne û bi xeta têkoşînê re di nav şerekî mezin de ye. Ji bo wê em dibînin ji dîrokê ve heya niha ev şerê demdirêj berdewam dike û Rêber Apo xeleka dawî ya vê têkoşînê ye.”
“Formula ku Rêber Apo ji bo jiyana azad destnîşan kiriye wê cudahiya me derdixe pêş”
Çinar Salih bal kişand ser formula ku Rêber Apo ji bo jiyana azad destnîşan kiriye her wiha şaşfêmkirina ji vê bîrdoziyê re şîrove kir û wiha domand: “Rêber Apo ev 23 sal in di zindanê de ye û tecrîdeke giran li ser tê meşandin. Ev dide diyarkirin ku Rêber Apo şerê têkoşîna azadiyê li hemberî desthilatdariya komploya navneteweyî daye meşandin. Xwediyên nêzîkatiyên azadiyê mîna Rêber Apo rêbazên fikir, zikir û çalakiyê dane meşandin ji bo wê komployek ewqas mezin li ser hat meşandin. Awayî ku me dikaribû pê vê komployê vala derxin ew bû ku em di nava van rêbazên Rêber Apo de bijiyana, rizgarkirina vî gelî bi fêmkirina Rêber Apo re derbas dibe. Formula ku Rêber Apo ji bo jiyana azad destnîşan kiriye wê cudahiya me derdixe pêş. Pêwîst e berî her tiştî em van nirxên bingehîn di kesayeta xwe de bidin rûniştandin lê hê jî pirsgirêkên me hene ku bi rastî jî me ramanên azad ên Rêber Apo baş fêm nekirine.  Rêber Apo dibêje: ‘Hezkirina min di fêmkirinê re derbas dibe ger hun nikarin min fêm bikin hun nikarin ji min hez bikin.’ Ji bo valaderxistina vê komployê pêwîst e em têkoşîna fêmkirinê bidin pêş û lêvegereke durist ji perspektîfên Rêber Apo re çêbikin wê demê em dikarin wateya komploya di şexsê Rêber Apo de têk bibin. Mirovên ku dikaribûn ji qaseya vê cîhanê derkevin, bifikirin û berê dîrokê biguherînin rastî kiryaran tên ji bo wê kesên zanyar azad in û dikarin di mekan û zemenakî baş de xebatek pîroz bikin, dema em bigihîjin vê astê wê demê dîlgirtina Rêber Apo bêwate dimîne. Sedema ku dihêlê ewqas tecrîd li ser Rêber Apo giran bibe ev e û Rêber Apo gotiye: ‘Devê  meqesê di navbera min û we de zêde fireh bûye’ pêwîst e em bi têkoşîna vê zanistê devê meqesê teng bikin. Kelema vê têkoşînê di ku de ye? Hemû rêbaz di destên me de ne û tewriya wê hatiye nivîsandin, şaşîtî di ne fêmkirinê de ye û ji rêbazê pratîka şaş tê. Di nêrîna min de mirovên dibêjin em dikarin di vê riya têkoşîna azadiyê de bimeşin tê xwestin fikrên tewrî bi pratîkê ve bidin girêdan. Me heya niha rast Rêber Apo nedaye naskirin, em Apoyê di xeyalê xwe de ji mirov re danasîn dikin ji bo wê yên me nas nakin pêşdaraziyên wan kûr dibin. Pêwîst e em têkoşînê li gorî rastiya Rêber Apo bidin meşandin û wî baş pênase bikin. Rêbazê rast çi ye Rêber Apo ji bo xwe gotiye: ‘Ez şiklê fikrandina rêbaza zanista pozîtîvîst napejirînim ji ber kapîtalîzmê bi pêş dixe û dema mirov tê de bimeşe tenê dibe diranekî baş jê re û tu guhertinan bi xwe re napejirîne.’ Formula baş ev e; baş bifikire, biaxive û pêk bîne.”
“Rêber Apo hemû nirxên civakan di mêjiyê xwe de hewandiye û tewriya wê pêk aniye”
Lêkolîner Çinar Salih di dawiya şîroveyên xwe de teqez kir ku ger hemû perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin pêkanîn wê demê dewlet jî hewce nabîne ewqas tecrîdê giran bike û wiha bi dawî kir: “Rêber Apo mirovekî hekîm, zane û azad e, enerjiya xwe diherikîne û pêşketineke bê kelem dide jiyîn ji bo wê pêwîst e em ber bi vê herkandinê ve biçin. Mirovên mîna Rêber Apo di dema îro de kêm in, ger em hemû perspektîfên wî biteyisînin û li derve weke wî pêk bînin wê êdî dewlet hewce nebîne ewqas tecrîdê giran bike. Her wiha dê şert û mercên tecrîdê jî bên guhertin, ji ber Rêber Apo ji bo hemû pirsgirêkên di cîhanê de çareserî afirandiye. Madem em diwestin, şer dikin û kar dikin pêwîst e vîna me jî li gorî van fêmkirinan be da em bi rûmet bijîn. Rêber Apo hemû nirxên civakan di mêjiyê xwe de hewandiye û bi xwe jî tewriya wê pêk aniye. Ji bo tevahî cîhanê jî ez dibêjim êdî dem hatiye ev komplo bi dawî bibe û zextek li dewleta tirk bê kirin ku Rêber Apo ji zindanê azad bibe. Pêwîst e hemû dewletên cih di komployê de girtine lêborînê ji gelê Kurd bixwazin, ji ber gelê me dikaribû li dijî terora ku cîhan tehdîd dikir bi ser bikevin. Helbet ev jî encama fikrên Rêber Apo bû ku hêz û îrade di hundirê vî gelî de pejirand. Têkoşîna me jî wê her dem li ser esasê azadiya Rêber Apo be.”