Çîgdem Kiliçgun Uçar: HEDEP dê paradîgmaya jiyana nû pêk bîne

Partiya Çepên Kesk bi kongreya di 15’ê Cotmehê de navê xwe guherand û kir HEDEP. Bi peyamên ku hatin dayîn diyar bû ku guherîn tenê bi nav nabe. Parlamenter Çîgdem Kiliçgun Uçar got ku HEDEP dê paradîgmaya jiyana nû pêk bîne.

SERPÎL SAVUMLU

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyeyê piştî ku HDP’a ku ji aliyê hêzên ked û demokrasiyê û baweriyên cuda ve weke Riya 3’yemîn hatibû avakirin, ji ber doza girtinê bi navê Partiya Çepên Kesk ketibû hilbijartinên 14’ê Gulanê. Partiya Çepên Kesk di 15’ê Cotmehê de kongreya xwe li dar xist û rêzik û navê xwe guherand. Bi kongreyê navê nû yê partiyê bû Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan. (HEDEP). Bi vî navê nû hemû tecrubeyên demên borî û piştî hilbijartinê bi rexne û rexnedayînên ku hatin dayîn, nexşeya nû ya HEDEP’ê zelal bû.

Ji meha Gulanê ve heta niha endamên partiyê di her warî de ji bo nexşeya nû nîqaş kirin û gavan avêtin, bi wê yekê stratejiya xwe ya ji bo pêşerojê di kongreyê de ava kirin.

Weke pêşengiya muxalefetê hewaya siyasî li gorî bendewariyên gelan, civakê, kedkar û jinan guherand. HEDEP xwedî îdiaya mezinkirina hêzên têkoşînê, hevparkirin û diyarkerê pêvajoyê ye. Di ajandaya HEDEP’ê de ya yekem li dijî tecrîda li Îmraliyê azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi tifaqeke di ser siyasetê de çareserkirina pirsgirêka Kurd heye.

Çareserkirina pirsgirêka Kurd ji bo Rojhilata Navîn riya çareseriyê ye

HEDEP’ê bi diyarkirina stratejiya nû bi taybetî sernavên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd derxistiye pêş û diyar dike ku heta pirsgirêka Kurd bi awayê demokratîk çareser nebe ne pêkan e ku Tirkiye demokratîk bibe û gelên Rojhilata Navîn di nava aştiyê de bijîn. Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava, bombekirina Xezayê ji aliyê Îsraîlê ve, bûyerên ku li Rojhilata Navîn diqewimin hemû nîşan didin ku çareseriya wan meseleya Kurd e. Her wiha tê diyarkirin ku reçeteya jiyana di nava aştiyê ye li Rojhilata Navîn bi pergala neteweya demokratîk a li Rojava hatiye amadekirin.

‘Pirsgirêk teje dide qerekterê rejîmê’

Me li ser bûyerên ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn diqewimin, bi stratejiya pêvajoya nû, bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û naskirina statuya Rojava, bi parlamentera HEDEP’ê ya Stenbolê Çîgdem Kiliçgun Uçar re axivîn. Çîgdem Kiliçgun Uçar, meseleya Kurd weke ya esasî ya Tirkiyeyê pênase kir û wiha axivî:

“Ne tenê ji aliyê dema niha ve, ji aliyê dîrokî ve jî ev mesele xwedî rastiyeke diyarker e. Di vê atmosfera ku komara Tirkiyeyê sedsal li dû xwe dihêle de, em dikevin sedsaleke nû. Di rewşa heyî de desthilatdariya AKP-MHP’ê, yekperestiya ku tu pêşerojê ji bo gelan nîşan nade kûrtir kiriye û bi hemû mekanîzmayên di dest xwe de vê yekê ferz dike. Krîza aborî ya li welat serdest e, bêedaletî, netewperestiyê, şîdeta ku sîrayetê hemû jiyana me kiriye; em nikarin ji nêzîkahiya dewletê ya ji pirsgirêka Kurd cuda bibînin. Neçareseriya di pirsgirêka Kurd de, tê wateya şer. Îro kesên ku hewl didin rêveberiya welat bikin, polîtîkaya wan a aborî ya şer e. Ji ser sifreya hemû kesên li welat dijîn nan kêm dibe, ji mehaneyan tê birîn, bihayê her tiştî yê ku her dem zêde dibe, hemû têkildarî aboriya şer in. Ev aborî ne tenê ya Kurdan pêşeroja hemû gelan dixe nava bêhêvîtiyê.”

‘Desthilatdariyeke ku têkiliya wê bi civakê re tenê şîdet e’

Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê zêdetir û kûrtir bûne û bal kişand neçareseriya pirsgirêka Kurd di heman demê de sedema şîdeta li welat e û wiha domand:

“Her rexne û îtiraza li dijî desthilatdariya AKP/ MHP’ê bi binçavkirin û girtinê bi encam dibe. Li welat hema bibêje girêdana hemwelatîbûnê bi AKP’î bûnê tê pênasekirin. Dibêjin ger tu AKP’î nebî, sûcdar î, bi xeter î. Desthilatdariyeke ku têkiliya wê ya bi civakê re tenê şîdet e, ji bo ku zêdetir muqtedir be serî li hemû riyan dide. Çareseriya pirsgirêka Kurd di heman demê de tê wateya hesabê sedsala borî ya dewletê, rûbirûbûna bi qetliam û zextên ku li ser gelan, kedkaran, jinan, baweriyan hatine kirin.”

Çîgdem Kiliçgun Uçar, diyar dike ku aqilê dewletê û desthilatdariya ku rêveberiya wê dike baş dizanin ku ger pêvajoyek wiha çêbibe dê hebûna wan, meşrûbûna wan ji holê rake. Ji ber vê yekê jî li cihê berpirsyariya çareserkirina pirsgirêka Kurd, bi aboriya şer çend kesên sermayedar hewl didin desthilatdariya xwe mezin bikin, bi awayê leşkerî şer ferz bikin, ji bo xwe şer asayî û mezin bikin. 

‘Me dît ku çareserî pêkan e’

Çîgdem Kiliçgun Uçar behsa pêvajoya çareserî û muzakereyên ku li Tirkiyeyê di navbera salên 2013-2015’an de çêbûn kir û diyar kir ku wê pêvajoyê ji bo îro tesbît û berpirsyariyên girîng hiştiye û wiha got:

“Berî her tiştî me hemûyan bi hev re dît ku çareseriya pirsgirêka Kurd a ku nedihat dîtin û îhmalkirin bi awayê demokratîk pêkan e. Di wê pêvajoyê de şîdeta civakî kêm bûbû, her kes bi nasname û baweriya xwe hatibû qebûlkirin, di aliyê aborî de rehetî çêbûbû. Aktorê girîng ê vê pêvajoyê yê ku ji bo îradeya jiyana hevpar piştgiriyeke mezin da û pêşniyarên çareseriyê kir birêz Ocalan bû. Niha di bin tecrîdê de ye. Dema em îro dinêrin dibînin ku tecrîdkirina birêz Ocalanê ku ji bo hemû Rojhilata Navîn xwedî perspektîfên çareseriyê ye; tê wateya li cihê hebûna derfetên aştiyê, tercîha şer.”

 ‘Têkoşîna sereke dê li dijî tecrîdê be’

Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ku polîtîkaya tecrîdê ne tenê li Girtîgeha Îmraliyê li ser hemû civakê tê pêkanîn û wiha berdewam kir: “Li her derê êrîş û şîdet heye, ev veguheriye rejîmek. Tu aliyê wê yê hiqûqî nîn e, hiqûqa navneteweyî jî binpê dike, di heman demê de sûcê li dijî mirovahiyê ye. Heta ku em cihê hiqûq lê hatiye tunekirin, ji nedîtîve hatiye dîtin nebîin, em nikarina têkoşîna ji bo edalet û hiqûqê bidomînin. AKP bi pêkanînên xwe yên kêfî yên li Îmraliyê, ji xwe re qadek nû vekiriye û hê jî didomîne. Dayikên Şemiyê tevî biryara AYM’ê her hefte rastî şîdetê tên, kedkar dema doza mafên xwe dikin tên dorpêçkirin, astengirina têkoşîna ekolojîk a jin û ciwanan, berdewamiya vê bêhiqûqiya bêsînor e û di heman demê de parçeyek wê ye.

 Bu bilginin kendisi bile tecride karşı mücadelenin tüm demokratik mücadele alanlarının ve demokratik kamuoyunun öncelikli mücadelesi olarak tarifliyor” dedi.

 ‘Divê meclis berpirsyariya xwe bi cih bîne’

Di demên dawî de û berê jî ji bo polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin û çareseriya pirsgirêka Kurd meclis weke navnîşan hat dîtin lê mixabin yek ji cihên ku pirsgirêka Kurd lê hatiye înkarkirin meclis e. Çîgdem Kiliçgun Uçar, têkildarî vê yekê jî wiha axivî:

 “Dema ku komara Tirkiyeyê hat avakirin û kongreyên ku beriya wê hatin lidarxistin, bi taybetî kongreyên Erzurum û Sêwazê, bi beşdarî û piştgiriya Kurdan pêk hatin. Heyetî Temsîliye ya ku meclisa yekem temsîl kir di kongreya Erzurum de biryara wê hatiye girtin û gava yekem a meclisa îro ye. Yanî mecliseke ku Kurd damezrînerên wê ne. Her çendî ku îro bi pergala serokomarî û hikumetê hatibe bêbandorkirin jî bi dengê AKP’ê yên zêde di pozîsyona mecliseke teslîmbûyî de be jî dikare di vî warî de berpirsyariya xwe bi cih bîne û divê bîne. Bi temîliyeta meclisê ku di heman demê de temsîliyeta gel e, pirsgirêke wiha girîng divê ne ji bo hikumetê ne jî polîtîkayên bi hinceta ewlehiyê re neyê hiştin. Em ê di vê mijarê de ji hemû partiyên siyasî yên li meclisê re hem berpirsyariya wan bînin bîra wan, hem jî zorê li wan bikin.”

'Di çareseriyê de muxatabê herî girîng Ocalan e'

Çîgdem Kiliçgun Uçar, diyar kir ku ew ê piştî HEDEP’ê jî weke berê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Em ê ji bo civakîbûna vê têkoşînê bidomînin. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de ji bilî Meclîsê, rola heyeta mirovên aqilmend, rêxistinên sivîl, rewşenbîr û nivîskar û jinên ku bi xurtî îradeya jiyana hevpar diparêzin û pêk tînin helbet bi qasî meclîsê bi qîmet e. Ji ber ku êşa şer êdî nagihê kesî.

Birêz Ocalan ku dibêje 'Eger derfet bê dayîn ez ê di nava hefteyekê de çekan bêdeng bikim' û yekane perspektîfa çareseriyê heye, di çareseriya pirsgirêka Kurd de muxatabê herî girîng e. Ji ber vê yekê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan ji bo aştiyeke demokratîk û lewma jî ji bo welatekî demokratîk firsendeke girîng û pêwîst e. Ji meha cotmehê ve Tirkiye êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Li aliyê din Îsraîl di van salên dawî de li ser axa Filistînê komkujiya herî mezin dike.”

'Ev desthilatdar cihê herî dawî ye ku behsa exlaq û hiqûqê dike'

Çîgdem Kiliçgun Uçar destnîşan kir ku şer û qetlîamên ku li ber çavê cîhanê tên kirin û bêdengiya wan di demên dawî de berdewam dike û ji aliyekî ve jî behsa Rojava û êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistînê kir û wiha got:

“Ji aliyekî ve êrîşên hewayî û qetlîamên li dijî Rojava û li aliyê din şerê Filistîn-Îsraîl careke din nîşan da ku jiyana hevpar a demokratîk, jiyana wekhev û azad çiqasî pêwîst û lezgîn e. Rojavaya ku tevî hemû êrîşan hevjiyana wekhev û azad a nasname û baweriyên cuda ava dike û li dijî Paradîgmaya Neteweya Dewletê derî vedike û derfetan ji sîstemeke nû re pêşkêş dike, ne tenê erdnîgariyek e. Di heman demê de navê wê yekê ye ku em li dijî tiştên ku pergalê ferz dike bi nirxên xwe re hebûn û bi hev re bijîn. Rojava tevî hemû dorpêçan navê berxwedan, serketin û serketinê ye. Di êrîşên berdewam de ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê weke sûcê şer bi nav kir, heta niha bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane û jiyana xwe ji dest didin.

Bi bombekirina mizgeftan, êrîşa li ser zarokên dilîzin, jinên ku li zeviyan dixebitin, wezîfedarên ewlekariya sivîl ên ku ji bo jiyana xwe misoger dikin û hemû qadên jiyanê çîroka serkeftinê nanivîse, ji bo qetlîamên li Filistînê 'qanûn û exlaqê şer' tîne bîra me. Ev desthilatdariya ku bi polîtîkayên tenê dijminatiya Kurdan hewl dide bijî û li dijî hemû destkeftiyên gelê Kurd şer îlan dike, cihê herî dawî ye ku behsa exlaq û hiqûqê tê kirin.Li hember van şer û qetlîamên ku li Rojhilata Navîn hertim germ in û li derveyê welatên herêmê encamên xwe yên gerdûnî derdixin, em îsrar û parêzvanên çareseriya demokratîk a adil bûne û dê berdewam bin.”

'Xebatkirina tevgera makezagonî ya demokratîk pêşengiya me ye'

Çîgdem Kiliçgun Uçar li ser lêkolînên makezagonê yên herî dawî hikûmeta AKP-MHP’ê eşkere kir û got, “makezagoneke nû yek ji pêwîstiyên herî lezgîn ên welat e. Ev pêwîstî pir jiyanî ye ku ji yekdestdariya hikûmeta heyî re bê hiştin. Qeyda destûra AKP'ê gelekî dirêj û ne demokratîk e. . Pirî caran, wekî veberhênan û materyalek hilbijartinê ma. Di vê atmosfera siyasî de eşkere xuya dike ku makeqanûna ku ji aliyê AKP'ê ve ku mîmarê pêvajoyeke ku em nikarin mafên xwe yên demokratîk jî tê de bi kar bînin û hiqûq û edalet vala dernakeve, bê amadekirin, wê bibe makezagonek ku wê biparêze. Lê belê ev rewş bi xwe rastî û pêwîstiya makezagoneke demokratîk a ku civak pêdiviya wê pê heye ji holê ranake, berovajî vê yekê dike pêşeng. Çîgdem Kiliçgûn Uçar axaftina xwe wiha domand:

“Xebata ‘Tevgera makezagonek Demokratîk’ ku di kongreya me de hevserokên me diyar kirin, di nava xebatên me de ye. Lêkolînek ku dikare bibe lêkolîna destpêkî ya makezagon sivîl, demokratîk û piralî ku tê de hemû beşên civakî di pêvajoya çêkirinê de cih digirin û nêrîn û pêşniyarên hemû beşan werdigirin. Makezagonekê ku nasnameya Kurd nasneke û ev yek bi qasî pirsgirêkek demokrasiyê ye, di heman demê de pirsgirêkek makezagonî ye jî dê demokratîk nebe. Mînak makezagona 1921, makezagona avaker a vê welatê ye û dû têgihên girîng hene. Têgiha Tirkiyeyî û muxtarî. Îro dev jê berdin daxwazkirina van, em bi rejîmek wiha re rû bi rû ne ku kesê wê bikar bîne jî bi ceza dike. 

Lê têkoşîna makezagonek demokratîk û pêvajoya avakirina wê ji bo jiyana hevpar a demokratîk û ji bo welatek demokratîk nebe nabe ye.”

‘HEDEP dê pêkanîna paradîgmaya nû ya jiyanê bidomîne’

Çîgdem Kiliçgun Uçar bibîr xist ku HEDEP mîrate û ceribandinek pir bihêz dewir girtiye û herî dawî got, “HEDEP li dijî her cûre tasfiyeya siyaseta demokratîk destpêkê got ‘ez li vir im û ez pêşenga muxalefet û têkoşîna demokratîk im’. Bi gelan, bawerî, jinan, ciwanan, kedkaran, teqawidbûyiyan, cotkaran, xwendekaran, bê karan...ango bi her kesê ku ji nirxên demokratîk bawer dike û ji bo avakirina jiyana azad û wekhev têdikoşe dê meşa xwe hevpar bike û dê avakirina paradîgmaya jiyana nû bidomîne.”