Çîçek Cengîz: Ji bo şikadina tecrîda li Îmraliyê divê em hemû jin bi erka xwe rabin

Endama Koordînasyona Meclisa Îştarê ya wargeha penaberan a Mexmûrê Çîçek Cengîz diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin li ser tevahî jinên azadîxwaz û gelê Kurd e.

ROJEVÎN RÛBA

Mexmûr - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve malbat, parêzerên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan û gelê Kurd 17 meh in tu agahiyê jê nagirin.

Der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşadin de endama Koordînasyona Meclisa Îştarê ya wargeha penaberan a Mexmûrê ji ajansa me re axivî.

“Ev 24 sal in Rêberê me di girava Îmraliyê de tê ragirtin”

Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Çîçek Cengîz da diyarkirin ku ruxmê tendirustiya têrneker û di bin şert û mercên herî giran de Rêberê Gelê Kurd berxwedaniyek bêhempa dimeşîne û wiha got: “Ev 50 sal in bi derketina Rêber Abdullah Ocalan re, berxwedaniyek bêhempa ya ji bo Kurdistana azad a ku hatiye çar parçekirin de, bi armanca parçekirina Kurdistanê tê meşandin. Di nava vê berxwedanê de ev 24 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê, di bin şert û mercên herî giran ên avhewaya heyî û şert û mercên xirab de ye û li ruxmê tendirustiya têrneker ya di asta temen û asta heyî de têkoşînek bêhempa ji aliyê Rêber Apo ve tê meşandin. Ji destpêka komploya navdewletî ya ku li ser Rêber Apo ya bi destê hêzên global, emperyalîst û kapîtalist hatine pêkanîn, ji bo hilweşandina fikir û felseya Rêber Apo ya ku alternatîfa fikrên kapîtalîst û çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e û ji bo hemû jinan weke çarenûsee rizgarbûna ji çewisîna li ser tê kirin e. Ji ber vê yekê jî her ku diçe êrîşên ku pêk tên û kiryarên li dijî qanûnên navdewletî li hemberî Rêber Apo tên pêkanîn û di nava van kiryaran de jî her ku diçe tecrîda girankirî li ser Rêber Apo tê şidandin. Bi vê ve girêdayî ev tecrîda girankirî ya ku li Îmraliyê heye li ser tevahî gelê navneteweyî yê ku ji bo xwe fikrên Rêber Apo esas digre weke ronahiyek dibîne tê tecrîdkirin.”

“CPT erk û berpirsyariya xwe pêk nayne”

Çîçek Cengîz da zanîn ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de êrîşên topyekun li ser gelê Kurd tên meşandin û wiha got: “Di nava vê tecrîdê de li ruxmê ku temenê heyî û tendirustiya ku têr nake de, xwedî lê derneketina CPT ya erk û berpirsyariya xwe ya li hemberî girtiyan cihê şermezariyê ye. Ji ber vê yekê jî êrîşa li ser rêbertiyê bi awayek topyekun li ser gelê Kurd jî tê meşandin. Ji ber vê jî em weke jinên li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat xwe bi rêxistin dikin û hewl didin xwedî li îradeya xwe ya azad derbikevin, ji ber wê êrîşa ku li ser Rêber Apo pêk tê li ser tevahî jinan û gelê Rojhilata Navîn e û tevahî gelên cîhanê yên ku fikr û felsefeya Rêber Apo esas digre ye.”

“Li hemberî êrîşên topyekun, berxwedanek topyekun ji me tê xwestin”

Çîçek Cegîz destnîşan kir ku divê weke jin ji bo şikandina tecrîda girankirî têkoşînek bêhempa bidin meşandin û wiha domand: “Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo ji roja destpêkê de heta niha heye, li ser tevahî ferdên civakê ye. Bi taybetî em jinên Kurd xwedî mîrasek dîrokî yê pir giranbaha ne, ji ber vê yekê divê di şikandina tecrîda girankirî de em rol û berpirsyariya xwe pêk bînin û bi taybetî di hilweşandina dîwarên şermê yên ku ji aliyê dewletên dagirker ve di navbera gelê Kurd û Rêbertî de hatine raçandin. Ji bo hilweşandina wê, erk û berpirsyariya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo, Kurdistan û tevahî îşkenceya ku li ser Gelê Kurd heye em weke jin pêk bînin.

“Em hemû jinên cîhanê dawetî berxwedana topyekun a ji bo şikandina tecrîdê dikin”

Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Çîçek Cengîz di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku hemû riyên azadiyê di azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re derbas dibe û wiha got: “Hemû riyên azadî û çareseriyê di şikandina tecrîda heyî û azadiya fizîkî ya Rêber Apo re derbas dibin, ji bo vê yekê jî desteka ji bo hev û pêşxistina berxwedaneke bêhempa erka me ye. Tecrîd kiryarek dijmirovî ye, berxwedan jî li dijî şikandina tecrîda heyî alternatîf e. Ji bo vê yekê jî em weke jinên wargeha Mexmûrê ji destpêkê heta niha hewl bidin ji bo şikandina tecrîda ku heye bi berxwedaniya xwe ya salan ku tê meşandin, em bi berpirsyariyên xwe rabin û em hemû jinên cîhanê dawetî berxwedana topyekun a ji bo şikandina tecrîdê dikin. Di kesayeta Rêber Apo de em tevahî girtiyên siyasî yên ku li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li hemberî îşkenceya AKP-MHP’ê û PDK’ê di nava berxwedanê de ne silav dikin û kiryarên li Başûrê Kurdistanê ku li hemberî girtiyên siyasî tên kirin şermezar dikin. Ji vê derê em di kesayetiya hemû girtiyan de ji tevahî gelê Kurd berxwedan û serkeftinê dixwazin û silav û rêzên xwe ji bo dilê azad ê li girava Îmraliyê re dişînin.”