‘Çareseriya aloziya Rojhilata Navîn, Netewa Demokratîk e’

Endama Meclîsa Îştar ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan têkildarî êrîşên dewleta Tirk ya li ser xaka Kurdistanê nirxand û banga bilindkirina têkoşînê kir.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Êrîşên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Di van êrişan de dewleta Tirk cîhên xizmetguzariyê weke av, îstasyonên kehrebê, benzînxane û kampan dike hedef û komkujiyên mezin pêk tîne. Herwiha dewleta Tirk di 7’ê mehê de di saet 19.10’an de mizgefta semta 2 ya Wargeha Penaberan ya Mexmûrê bombebaran kir û di encamê de jinek û dû zarok birîndar bûn.

Endama Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan têkildarî êrîşên dewleta Tirk yên ser xaka Kurdistanê nirxandin kir, anî ziman ku ev êrîş ji komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê ne qût e û ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê li gelê Kurd kir.

‘Rêber Apo girava Îmralî kir akademiya hêvî û berxwedanê’

Leyla Arzû Îlhan diyar kir ku dewleta Tirk bi alîkariya hêzên deshilatdar bi şêweyek dijmirovahî êrîşî gelê Kurd dike û got: “Li Bakur û rojhilatê Sûriyeyê, wargeha Mexmûrê, li herêmên Parastina Medya, li Şengalê û Bakurê Kurdistanê hêzên komploger di pêkanîna komploya xwe de bi israr in. Ev 25 sale Rêber Apo li hember komployê liberxwe dide û berxwedanek bêhempa li girava Îmralî dide meşandin. Hêzên dagirker dema ev komplo pêkanîbûn û dema ku Rêber Apo wek dîlek yê azadiyê girtibûn ev plankiribûn ku bi dîlgirtina wî re wê Tevgera Azadiya Kurd tune bibe û planên xwe yên qirkirin û asîmîlekirinê li ser gelê Kurd pêkbînin. Lê me dît ku Rêber Apo ji bo gelê Kurd girava Îmraliyê vegerand akademiyek ya zanist, hêvî, berxwedan û têkoşînê û di roja me ya îro de jî berxwedanek bê hempa dide meşandin.”

‘Çareseriya aloziya Rojhilata Navîn Netewa Demokratîk e’

Leyla Arzû Îlhan destnîşan kir ku şerê îro di Rojhilata Navîn de tê meşandin ne şerên ji rêzê ne û wiha gotinê xwe berdevam kir: “Di roja me ya îro de em pêvajoyek herî germ jiyan dikin, ev jî hêzên deshilatdar, sermayedar û hêzên ku civakê tune dihesibînin û hemu berhem û dewlemendiyên civakê ji bo berjewendiyên xwe yên rêveberina deshilatdariya xwe didin meşandin em dibînin çawa civakê ji xwere dikin qurban. Ji Ermenîstan, Azerbaycan, Îsraîl, Filistîn û Kurdistanê bigre Rojhilata Navîn hemu wek çirûskek ya agire û dewleta Tirk bi awayek herî hovane êrîşî gelê Kurd û xeta Rêber Api dike. Ji ber ku ew jî baş dizanin tenê rêya çareseriya ku bikare Rojhilata Navîn de aramiyê pêkbîne û aştiyeke mayînde di nava gel, civak û baweriyan de pêkbîne xeta Rêber Apo ya Netewa Demokratîk e. Ji ber gelê Rojhilat Navîn bi hezaran salan di nava aramiyek de jiyan kiriye. Lê bi pergala kapîtalîzm û talanê ya ku dewlemendiyên civakê re sedsala 20’an li ser mêzeyan nexşe çêkirin û bi van nexşeyan sînorên civak û baweriyan dan diyarkirin ku ev sînor jî bu sedemên şerên dijwar ên ku sedsalan berdewam bike.”

‘Dixwazin li Rojavayê Kurdistanê hebûn û îradeya civakê têk bibin’

Leyla Arzû, da zanîn ku Mexmûr wargehek ku cara yekem pergala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku bêyî sîstema desthilatdariyê bikare jiyana xwe bi rêve bibe, lê hatiye rûnişkandin û wiha pêde çû: “Wargeha me nimûneyek ya wê ye ku qasî 30 salane li ruxmê hemu êrîş û lîstokan hîna jî liberxwe dide, di aliyê zanist, çand, huner û xwerêvebirina civakê de xwe diafirîne.”

‘Gelek caran wargeha Mexmûr pêş çavê cîhanê ve hat bombebaran kirin’

Leyla Arzû Îlham da xuyakirin ku êrîşên dewleta Tirk ya li ser wargehê ne ji nûve destpê kirine û wiha li ser axaftina xwe zêde kir: “Ev 30 sal in bi êrîşên cûr be cûr li ser wargeha me didin meşandin. Bi riya îxaneta mala Barzanî xwasteka wan ya valekirina wargehê ji 95’an ve heta roja îro berdewame. Bi riya şerê taybet yê ku li ser civakê bide meşandin êrîş li ser wargehê hatin meşandin. Herwiha bi riya êrîşên hewayî bi dehan caran wargeha me li pêş çavê cîhanê ve tê bombebarankirin. Wargeha me wargehek ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve wek wargeha penaberên siyasî hatiye naskirin û li gorî qanûna hikumeta Iraqê bixwe çêkiriye jî wargeha me wargehek penaberan ya ku heta pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê çareser nebe, heta nasnameya Kurd neyê naskirin, heta zimanê Kurd neyê naskirin wê dewleta Iraqê li vê civakê xwedî derkeve. Lê em dibînin li pêş çavê hikumeta Iraqê malên me tên bombebaran kirin û kesên me têne qetilkirin. Herî dawî jî dewleta Tirk mizgefta wargehê bombebaran kir, ev jî di aliyekî de ji bo me peyamek girîng e. Ji ber ku dixwazin di aliyê bawerî, rêxistinbûyîn û xweparastinê de me têk bibin. Lê em carek din dibînin raya giştî li hember van êrîşan bêdeng e. Ji ber ku ev rastiyeke ger ne dewleta Tirkba mizgeftek bombebaran kirî, dewletên misilman wê li hemberî vê yekê bertekên herî mezin nîşa kiriban. Lê em dibînin dewletên ku armanca wan hemanin, hemu yek in. Armanc qirkirina gelên ku li Kurdistanê ne.”

‘Lehengên Rojavayê Kurdistanê dibin hedefa êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ne’

Leyla Arzû di berdewamiya axaftinên xwede bal kişand ser hevkariya dewletên cîhanî ya bi dewleta Tirk re û got: “Dewleta Tirk bêyî ku ji hêzên sermayedar ên global destûrê wergire êrîşek ewqas berfireh li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêknayne. Tişta dilbiêş eve ku lehengên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew leheng bûn ku mirovahî ji çeteyên xwînrêj û mirovkûj ên DAIŞ’ê parastin. Ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelê Kurd parastin, di kesayeta wir hêza civakê ya li cîhanê, ya bawerî û çanda azadiyê parastin. Lê lehengên ku çeteyên DAIŞ’ê têk birin û rê nedan ku sîstema reşkûj a DAIŞ’ê serwer bibe niha dibin êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ne. Mirov dibîne ku qaşo kesên li dijî DAIŞ’ê bûn û koaslîsyonek li dijî DAIŞ’ê ava kiribûn ku têkoşînê bidin meşandin di roja meya îro de li hemberî qirkirina gelê Kurd bêdengin.”

‘Gelê Mexmûr soza xwe ya bilindkirina têkoşînê carek din dubare kirin’

Leyla Arzû Îlhan bibîrxist ku êrîşa dewleta Tirk ya li hember wargeha Mexmûr berxwedana gel mezin kir û wiha pêl da gotinê xwe: “Me wan şevan dît ku dema dewleta Tirk êrîşî cihê me yê îbadetê kirî, wan wisa difikirî ku dema êrîşek wiha bikaranîn wê civak bê hêvî bibe û wê ji jiyana berxwedêr gav paşde bavêje. Lê gelê me bi hemu hêza xwe ji 7 salî heta 70 salî li hember êrîşên dewleta Tirk têkoşîna xwe ya berxwedaniyê carek din dubare kirin û soza xwe ya bilindkirina têkoşînê carek din dubare kirin.”

‘Rêber APO bi fikrê xwe bu kilîla çareseriya hemu pirsgirêkên Rojhilata Navîn’

Leyla Arzû Îlhan di dawiya axaftinên xwe de berxwedaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gêrîlayên Kurdistanê wiha anî ser ziman:  “Niha gêrîlayên azadiyê li çiyayên Kurdistanê berxwedanek bêhempa didin meşadin û Rêber Apo li girava Îmraliyê li hemberî hemu hewldanên teslîmgirtina îradeyê berxwedanek bêhempa dide meşandin. Gelê Kurd yê li wargeha şehîd Rustem Cudî Mexmûrê, Şengalê, Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, di heman demê de gelê Kurd yê li dîasporayê li hemberî zilma dewleta Tirk û hêzên desthilatdar warê xwe berdane û niha li cihek din bi statûya penaberiyê dijîn, li ser piyan in. Ev tê wateya bi xurtkirina vê têkoşînê emê bikarin dagirkeriyê li Kurdistanê bi temamî têk bibin. Têkbirina dagirkeriya li Kurdistanê jî bi mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayi ye. Ji ber ku Rêber Apo bi fikir, raman û paradîgmaya Netewa Demokratîk bû kilîda çareseriya hemu pirsgirêkên li Rojhilata Navîn. Em dibînin niha Rojhilata Navîn di nava çi xeteriyê de ye. Ji bo gelê Kurd Rojhilata Navîn ji nava vê xeteriyê derkeve pêwîste bi têkoşîna xwe em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin, wê demê emê bikaribin xaka Kurdistanê, hêza civakî û îradeya Kurdistanê jî biparêzin.”