Çalakvanên ji Qahîre: Piştgiriya siyasî ya ji bo Tirkiyê, erêkirina qirkirina Kurdan e

Aktîvîstên jin ên Misirê di wê baweriyê de ne ku her welatekî ku piştgiriyê bide pêkanînên dewleta Tirk, bi çewisandina Kurdan razî ye û dan zanîn ku Kurd weke qurbaniyekê ji bo tevlîbûna NATO'yê tên bikar anîn.

ASMAA FATHI

Qahîre - Bi salan e ku Kurd êş û azaran dikişînin, ji ber ku ji mafên herî bingehîn ên mirovî bêpar mane û beşek ji azadiya wan a biryardana çarenûsa xwe û ya ku bi bawerî, fikir û pratîkên wan ve girêdayî ye hatiye talankirin. Ragihandina ramanên xwe yan jî dijberiya rejîmê bûye yek ji hêviyên ku ev gel ji bo bidestxistina wê têdikoşe. Di bin giraniya çewsandinê de, hinekan biryar da ku penaberiyê li welatên ku xwedî helwestek pir rêzdar li hember kiryarên tirkiyê û siyasetek ku xwe dispêre zext, zordestî û tundiya li dijî dijberan bi giştî, bigerin. Lê şerê Rûsya û Ûkraynayê, tevlîbûna Swêd û Fînlandiyayê ji bo NATO'yê kir yek ji amûrên parastinê li ber ronahiya tevliheviya ku li qada navneteweyî diqewime û Serokomarê tirkiyê ev yek ji bo bidestxistina destkeftiyên li ser hesabê qeyranê, bi rêya wekheviya li ser çarenûsa Kurdan, bi kar anî. Xuya ye ku baweriya hinekan ku “ji çiyayan dilsoztir dostê Kurdan tune ye” rastiyeke bê guman e, piştî paşketina vê dawiyê ya helwesta Swêd û Fînlandiya li ser doza wan û bersiva wan a li hember zextên tirkiyê. Aktîvîstên jin ên Misirê di wê baweriyê de ne ku her welatekî ku piştgiriyê bide pêkanînên dewleta Tirk, bi çewisandina Kurdan razî ye.

"Piştgiriya siyasî ya ji bo tirkiyeyê, erêkirina li ser binpêkirinên wan ên li dijî Kurdan e"

Rêvebira Yekitiya Taybet a Têkoşîna li dijî Kiryarên Zirar li ser Jin û Zarokan Dr.Renda Fexr El-Dîn diyar kir ku ew ji bo beşdarbûna pîrozbahiyên Newrozê serdana bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê kiriye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Dema min zilm û neheqiya ku dewleta tirk li Kurdan dike dît, ez matmayî mam. Li tirkiyê ji Kurdan re qedexe ye ku bi zimanê xwe biaxivin û navên zarokên xwe bi navên ku nasnameya wan diyar dike bi nav bikin. Dewleta tirk Kurdan ji pêkanîna ayînên wan mehrûm dike. Bi hovîtî, tundî û zilmê hemû mafên Kurdan ji aliyê dewleta tirk ve tên talankirin. Piştgiriya siyasî ya ji bo tirkiyeyê, erêkirina li ser binpêkirinên wan ên li dijî Kurdan e. Min asta lihevhatina Kurdan bi welatên derdora wan û çandên din re dît. Yek ji wan aliyên ku bala min kişand ew e ku serkirdayetiya di nav wan de jin û mêr tê parvekirin û ev yekem car bû ku di dabeşkirina postên serkirdayetiyê de wekheviya zayendî hebû. Li gorî ku min ew dîtin ew parçebûnê naxwazin û tenê dixwazin mafên xwe bidestbixin, xwe îfade dikin, tiştê ku nasnameya wan îfade dike pêk bînin. Di girtîgehên tirkiyê de tundiyeke hovane li dijî Kurdan tê kirin û destûr nayê dayîn ku ti karekî siyasî li dijî rejîma tirkiyê bikin û bersiva rasterast a vê yekê jî cezakirin û zîndankirin e."

"Kiryarên Erdogan ên bi dijberên wî re ji sûcên Hîtler ne cuda ne"

Damezrînera Înîsiyatîfa "Bera El-Sûr" Esma Ebd El-Hemîd got ku Kiryarên Erdogan ên bi dijberên wî re, ne dûrî performansa Hîtler a bi Cihûyan re û çewsandina wan e û wiha pê de çû: "Zextên Erdogan ên li ser Swêd û Fînlandiyayê metirsiyek mezin e û nîşana tawanên zêdetir ên ku dê di pêşerojê de li dijî Kurdan bên kirin. Swêd û Fînlandiya ji ber ku dixwazin derbasî NATO'yê bibin mecbûr in ku zextên tirkiyê qebûl bikin, ji ber ku şerê berdewam û krîzên li hev kom bûne hişt ku piraniya welatan li amûrên parastinê bigerin. Krîza rastî wê piştî wê di xwezaya jiyana Kurdan de be, ji ber ku wê di aliyê civakî û siyasî de jî zirarê bibîne, ji ber ku dewleta tirk êdî dikare zextê li wan bike. Penaber bi giştî, ji ber şer û pevçûnên navneteweyî yên berdewam û şerê berdewam, dê bêtir zext û pêkanînên xirab bibînin, lê rewşa Kurdan dê di dema pêş de ya herî giran û metirsîdar be. Siyaseta Erdogan a li hemberî Kurdan bi awayekî eşkere sîstematîk e, ev yek ne ji niha de ye, reftareke dîrokî ye. Rewşa jinan ya herî xerab e, ji ber ku di her şerî de yên ku herî zêde zirarê dibînin jin in, lewma piştî ku Swêd û Fînlandiya biryarên serokomarê tirkiyê û bazariyên wî bi cih bînin, mesele dê aloztir bibe û rewşa jinan jî dê xerabtir bibe. Siyaseta Erdogan hebûna xwe ji şidetê distîne û xwezayî ye ku hemû kedkarên mafên mirovan van kiryaran red bikin û danûstandinên xwe yên bi tirkiyê re li dijî mirovahiyê bihesibînin, ji ber ku ew welatekî ku terorîstan dihewîne û piştgiriya wan jî dike. Ez li dijî siyaseta wê me û qet kiryarên wê qebûl nakim."

"Kurd weke qurbaniyekê ji bo tevlîbûna NATO'yê tên bikar anîn"

Parêzer Muna salim da zanîn ku Kurd weke qurbaniyekê ji bo tevlîbûna NATO'yê tên bikar anîn û wiha axivî: "Rewşa kurdan di hundirê tirkiyê de ne tenê mijarek navxweyî ye, mijareke ku bala raya giştî ya cîhanê dikşîne, nemaze piştî ku Swêd û Fînlandiyayê ji bo endamtiya NATO'yê serlêdan kirin, piştî ku şertên tirkiyê qebûl kirin. Kurd di bin zilma dewleta tirk de dijîn. Guhertina vê dawiyê di helwesta her du welatan de piştrast dike ku Kurd dê bibin qurbanî ji bo tevlîbûna NATO'yê. Swêd hevsoziya xwe ya demdirêj a ji bo penaberên Kurd û daxwaza Kurdan ya ji bo xweseriyê berda. Daxwaza Kurdan a xweseriyê mafekî rewa ye."