Çalakvana Filistînî: Ragihandina Fîlîstînê wêneya jinê yê rastî veşart

Çalakvana femenîst Shireen Al-Dhani beşdariya jinên Fîlîstînî di qada siyasetê de kêm dibîne û destnîşan dike ku di qalibên kevneşop ên li ser jin tê ferzkirin de rola çapemeniya Ereb û Fîlîstînê zêde ye.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Qalibên paşverû yên civakî li pêşiya rol û beşdarbûna jinan a nava siyasetê dibin astengî. Rewşa siyasetê li Filistînê û şer û pevçûn di her qadê de li ser jinan bandora xwe çêdikin. Jinên Filistînî di her warî de bar girtine ser milên xwe lê hişmendiya mêr dixwaze wan di nav qalîbên diyarkirî de bihêle. Der barê vê mijarê de çalakvana femînîst Şêrîn Al-Danî nêrînên xwe ji ajansa me re anî ziman.

‘Jinên Filistînî gelek bedel dane’

Çalakvana femînîst Şêrîn Al-Danî di axaftina xwe de diyar kir ku dorpêça 17 salan û qalibên paşverû yên mêr li ser nifşên nû bandorek neyînî çêkirine û zextên li ser jinan du qat zêde kirine û wiha domand: “Pirsgirêk û nakokiyên li ser bingeha zordarî, bindestî, cihêkariya di navbera herdu zayendan de û pêkneanîna prensîbên azadî, dadwerî û wekheviyê zêde bûne. Qalibên civakî, jinan xistine nava dorpêçê nahêlin maf û rolên xwe bilîzin. Jinên Filistînî gelek bedel dane û destkeftî bi dest xistine lê hişmendiya mêrsalarî rola wan paşguh dike û statuya wan her diçe kêm dike.”

Rola çapemeniyê

Şêrîn Al-Danî destnîşan dike ku civak di ragihandina Erebî û Filistînî de heta astekê bi çanda mêrsalarî ya qalibgirtî bi bandor bûye rolên wê yên paşverû hene, jinan weke alaveke reklamê bi kar tînin û wiha gotinên xwe domand: “Ev daxuyaniyên sextet bûn sedem ku ragihandina Erebî bi mijara newekheviya navbera herdu zayendan de bawer neke. Ragihandina Filistînî hewl da wêneyê jinên lawaz di bin şert û mercên dijwar de dijîn. Wêneyê jinan ê rastî veşart. Li pêşberî jinan astengiya herî mezin qada siyasî û pêvçûnên berdevam dikin e. Ji ber ku serweriya fikrên mêrsalarî li ser herêmên Filistînî rola jinan tenê di erkên malbatî û hinek karên wezaretan û saziyên jinan ên femenîst de tê sînordarkirin. Hebûna jinan di qada siyasî de girîng nabînin lewre hebûna mêr li şûna kêrhatiyên jinan xurt kirine.”

‘Di warê xwenaskirinê de kêmasî heye’

Şêrîn Al-Danî di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jinên Filistînî mafên xwe yên siyasî û zagonî bi temamî nizanin û wiha qal dike: “Kotaya jinan a nûnertiyê di encûmenên parlamentoyê de bi rêjeya ji %30 bi ser neket ji ber ku ew neketin mijara dadweriya civakî û aborî tenê wekheviya hejmarî pejrandin. Her wiha di hevdîtinên giştî û zanîngehan û kongreyan de herdu zayendan ji hev cuda dikin. Lewre valahiyek mezin çêbû tenê hişt jin berê xwe bidin diyalogên femînîst, ev jî asta wê ya giştî ya cemawerî diyar nake. Pergala mêr, qalibên eşîrî serwer, kêmbûna jêderên aborî, kêmbûna hişyariya zagonî, siyasî û hiqûqî hemû astengiyên li pêş beşdarbûna jinan di hilbijartinan de ne û nahêle jin bigihîjin navendên biryardayînê. Nebûna jinan di encûmena zagonsaz û desteyên navxweyî de wêneyê qalibgirtî xurtir dike.”

‘Divê rêbazên teqlîdî ji holê rabin’

Şêrîn Al-Danî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku  dive derfet ji jinan re werin avakirin da ku di siyasetê de pêşengiyê bikin û wiha bi dawî kir: “Divê destkeftiyên jinan û rolên wan ên erênî werin ronîkirin rêbazên teqlîdî ji hole rabin. Kotaya jinan bi pêş bixin û bi awayekî beşdarbûna wan a nava siyasetê xurt bikin.”