Çalakvan Bêrîvan Mihemed: Rêya çareseriyê şoreş e

Çalakvan Bêrîvan Mihemed a êrişên dagirkeriyê ya li ser Başûrê Kurdistand nirxand, got “Bi rêketinên navxweyî û cîhanî êrîşên dewleta Tirk berdewam e” û da zanîn ku yekane rêya çareseiyê şoreş e.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî - Dagirkerî û qetilkirina kesên azadîxwaz li Başûrê Kurdistanê zêde bûye, sedemê wê jî hevkariya di nava desthilata Başûrê Kurdistanê de ye ku rê daye karê sîxorî û mîta Tirk ku êrîş û qetilkirinan li ser azadîxwaz û xaka Başûrê Kurdistanê zêde bikin. Li beramberî êrîşên dagirkerî û qetilkirinan de hikumeta Îraq û herêma Kurdistanê ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî, aborî û binemalî çavê xwe lê girtine û bêdengî hilbijartine.

Başûrê Kurdistanê di bin dagirkeriyek dijwar de ye’

Çalakvan Bêrîvan Mihemed der barê dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê de diyar kir ku Başûr, Bakûr û parçeyên din yên Kurdistanê dibin dagirkeriyek zêde de ne, da zanîn ku li Başûr di sala 1991’an de serhildan ji bo azadbûnê pêk hat, lê belê bi saya partî û desthilatek teslîmkar û desthilatek li ser bingehê binemalî peywendiyên xwe bi dagirkeran re girê didin û vê yekê wisa kiriye ku Başûr bikeve di bin êrîşên dijwar yên dagirkeriyê. Bêrîvan Mihemed wiha domand: “Bi taybet azadîxwaz dikevin bin gef û girtinan. Dewleta Tirk di aliyên cûda de rê daye dagirkeran, di aliyê serbazî de gelek cihên stratejîk yê Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Di aliyê sîxûran de jî baregehên xwe cihgirtir û zêdetir kirine, ji derveyî qeyrana aborî û perwerde jî bandora dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê heye.”

‘Bi rêketinên navxweyî û cîhanî êrîşên dewleta Tirk berdewam e’

Bêrîvan Mihemed a destnîşan kir ku dagirkeriyên berfireh yên Başûrê Kurdistanê tenê ji aliyê dewleta Tirk ve nayê bicih kirin, ji aliyê rejîma Îranê ve jî tê hedefgirtin, bal lê kişand ku weke berê niha rejîma Îranê êrîşî hêzên opozisyona xwe ya ku li ser xaka Başûrê Kurdistanê ye kir û da zanîn ku ji ber vê yekê gelek gund hatin bombarankirin. Bêrîvan Mihemed wiha pêl da axaftina xwe: “Ev cihê balkêşiyê ye dengvedana êrîşên rejîma Îranê li gel bertekên hikumeta Îraq û Kurdistanê ku partî û aliyên siyasî dengê xwe derxistin. Der barê dagirkeriyê de ev xalek erênî ye. Lê belê divê li hemberî dagirkeriya berdewam ya dewleta Tirk jî dengê xwe derbixin ku çekên qedexekirî yên kîmyewî bikar tînin û dagirkeriyê dijwartir dikin. Bêdengiya di asta êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê ji ber rêketinên di asta navxweyî, Îraq û cîhanî de ye û her diçe metirsî zêdetir dibe. Tenê rêya çareseriyê şoreş e.”

Li Hewlêrê gefan li ser kesên azadîxwaz dixwe

Bêrîvan Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tenê di sala bûrî de li sînorê bajarê Silêmanî çar, pênc welatparêz û şoreşger hatin qetilkirin da zanîn ku ev ji derveyî bajaran û rêyên sînorî, her çendî piştî serhildanê û azadkirina Başûrê Kurdistanê qetilkirina kesên azadîxwaz tê dîtin, lê belê rêje ne bi vî awayî bû û niha ev rêje ber bi zêdebûnê ve diçe. Bêrîvan Mihemed a tekez kir ku guman tê de nîne bê reketin û pilan ev qetilkirina nayê kirin, da zanîn ku hatina balyozê dewleta Tirk ji bo bajarê Hewlêr cihê pirsyariyê ye.

Li xwe mikûr hatibû

Bêrîvan Mihemed bibîr xist ku dewleta Tirk li Hewlerê di civîna xwe ya bi aliyên cûda re li xwe mikûr hat ku ew Nagîhan Akarsel qetil kirine di heman civînê de gef li kesên azadîxwaz xwariye û wiha pêl da axaftina xwe; “ “Ditîna Hakan Fîdan bêgûman ji ber rêketinên li gel partiyên desthilatan bûn. Bi taybet PDK û YNK vê rastiyê derdixwe holê ku peyama mîta Tirk ji bo qetilkirina kesên azadîxwaz bi piştgiriya partiyên desthilatên Başûr pêk tê.”

Bêdengî rewşê xirabtir dike

Bêrîvan Mihemed da zanîn ku her kesê azadîxwaz li Başûrê Kurdistanê her tim di bin metirsiya dewleta Tirk de ye û dibêje: “Giring e ku hemwelatî bizanin desthilat û partiyên Başûr wisa kiriye ku Başûr bibe cihek yê dagirkeran. Weke bajarek yê xwe kar li Başûr dikin. Ger xelkê Başûr dengê xwe dernexin û bersîva dagirkeran nedin. Tu guman têde nîne wê rewşa Başûr xirabtir bibe, heta wê bigihe heman rewşa hikumeta baas ku kes ne dikarî fikrê xwe yê azad bîne ziman.”

‘Dê têkoşîna azadiyê raneweste’

Bêrîvan Mihemed a diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya dagirkerî û qetilkirina kesên azadîxwaz dixwazin hêza azadixwaziya gel tune bikin, da zanîn ku rûxmê hemu êrişan her ku diçe fikir û şoreşa têkoşîna gelê Kurd zêde dibe û wiha got: “Dewleta Tirk ji ber wê di nava qeyaranan de ye, lewra her ku diçe êrişên xwe dijwartir dike. Lê belê dirûşma şoreş û “Jin, Jiyan, Azadî” bû dirûşmeyek cîhanî û bi temamî cîhan piştgirî dide vê. Ev jî ji ber fikrê şoreşa azadiyê tevayî cîhan bi xwe girtiye.”

‘Hemwelatiyên Başûr li dora şoreşa azadiya gel kom dibin’

 Çalakvan Bêrîvan Mihemed a bi bîr xist ku divê desthilata Başûr bizane gelê Kurd dixwaze desthilatar derbikevin, ji ber partiyên desthilatdar û bi taybet PDK ji daxwazên gel re nabin bersiv, got her ku diçe hemwelatiyên Başûr li dora şoreşa azadiya gel kom dibin û wiha got: “Ji ber wê yekê Nagîhan Akarsel qetilkirin ku ji ber gelek jinan hişyar kiribû û dîroka gel û şoreşa jinên Kurd bi jinan dabû nasandin. Lê belê ya giring ewe ku xelkê Başûr bêdeng nebin. Nemînin li benda desthilatên din parastina wan bikin divê bi xwe şoreş bikin, wisan hîs bikin ku dagirkerî li ser kesayet, mal û jiyana wan e.”