22 Parlementeran du pirs pirsîn

Parlamenterên jin ên HDP’ê ji Wezîra Xizmetên Malbat, Xebat û Civakî Zehra Zumrut Selçûk pirsa “Dema hûn wek Wezîra Xizmetên Malbat, Xebat û Civakî û wek jinekê bi tundiyê re rûbirû bimînin, hûnê xwe bi çi biparêzin?” kirin.

Enqere - Bertekên jinan ên li dijî betalkirina Peymana Stenbolê berdewam dikin. 22 parlamenterên jin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî vekişîna Tirkiyê ya ji Peymana Stenbolê pêşniyazpirs dan Meclîsê. Parlamenterên HDP’ê pêşniyazpirsê arasteyî Wezîra Xizmetên Malbat, Xebat û Civakî Zehra Zumrut Selçûk kirin û pirsa “Dema hûn wek Wezîra Xizmetên Malbat, Xebat û Civakî û wek jinekê bi tundiyê re rûbirû bimînin, hûnê xwe bi çi biparêzin?” jê kirin. 
A) Wijdan
B) Peyîmana Stenbolê