15 sal piştî dabeşbûnê jinên li Xezayê hilbijartinan çawa pêşwazî dikin

Piştî 15 salan jinên Xezayê ji hilbijartinan bihêvîne û di nava amadekariyan denin, ji bo bikarin vîna jinan jî tevlî bikin.

REFÎF ESLÎM
Xeza- Hemwelatiyên Xazayê yên ku 15 sal in li benda çareseriyê bûn, bi taybetî jinên ku zarok, bira û hevjînên xwe winda kirine. Serokê Filistînê Mehmud Abas ji bo hilbijartina giştî ya li Filistînê ragihand ku divê perçebûna di navbera fraksiyonên Fetih û Hemasê de bê rakirin. 
Ji bo vê mijarê ajansa me bi komek jinan re hevdîtin kir, wan jî hêvî û zehmetiyên ku derbas kirine bi me re parve kirin.
“Dabeşbûn di aliyê siyasî de nerênî bandor kir”
Meysun Kihêl a 44 salî hêvî û kêfxweşiya xwe ya ji bo vê yekê anî ziman û dastnîşan kir ku wê ji bo demokrasiyê bibe çarenûs lewre hemwelatiyên Xezayê demek dirêj ji mafê dengdayînê bêpar mabûn û wiha domand: “Dabeşkirina siyasî feraset û zemînek guncaw ji bo dijminên doza Filistînê ava kir. Bi nebûna demokrasiyê, derfetek ji dagirkeriya Israîlê re çêbû. Bi vê yekê, zemînek jê re çêbû ku doza Filistînî biçewisîne û destwerdana li ser axê bike, avahiyan hilewşîne. Her wiha ji bo bi hezaran hemwelatiyan binçav bike û bermahiyên wê talan bike.”
Meysun Kihêl bawer dike ku dê piştî hilbijartinê gelek pirsgirêk werin çareserkirin. Di serî de dilsoziya doza Filistînê, xizanî, fona karmendan, dahata kêm a karkeran, bêkarî û riya derbasbûnê, (meiber) demokratîkbûn dê were vejandin lê ger ku hilbijartin di kêliyên paşîn de betal nebe, ji ber ku her sal wiha dikin.
“Min heya niha deng bi kar ne aniye”
Mey Dehman a 32 salî û zarokê xwe di encama şerê dabeşkirinê de bûyerek zehmet jiyane lewre di wî şerî de, hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye.
Mey bal kişand ser 15 salên ku ji ciwaniya wê xwariye û hêviyên wê perçiqandiye û diyar dike ku dibû hikumetê di van salan de 3 caran hilbijartin li dar bixista û dide zanîn ku wê tu carî deng bi kar ne aniye.
Dehman hêvî dike ku bi vê yekê hemû karesat û şaşîtiyên di 15 salan de derketine û civaka Xezayê bûye qurbanî wan bên çareserkirin û derfetên baş ji bo nifşên ku bûne qurbanên şerê wan re biafirînin.
“Hêviya min ji hilbijartinan heye”
Hedeye Hesenên a 20 salî nêrîna xwe bi kêfxweşî tîne ziman û diyar dike ku ew ji aliyê ramanî ve pir bi heyecan e, hêviya wê piştî 15 salan dîtina sindoqên hilbijartinê ye lê dibe ku ne wek ew xeyal dike be jî ji bo vê jî bal dikşîne ser dema dabeşkirinê ya dirêj û encamên wê yên ku bi hemwelatiyan re bêbawerî daye çêkirin.
Hedeye senaryoya pêşîn bi bîr dixe û diyar dike ku kontrolkirina hilbijartinê ji aliyê leşkerên yek partî ku bandora wê li Xezayê hebû mumkun e pêk were. Her wiha balê dikşîne ku ger serwerî li gorî hilbijartenek saxlem pêk were, pêvajoya hilbijartinê dibe ku hin derfetan çêbike lê senaryoya dijber wê her hebe. Balê dikşîne ku biryara hilbijartinan ne tenê ji hêla serokê Filistînî ve hatiye ragihandin, di encama zextên navneteweyî de çêbûye. Ji bo ku bikaribin bi saziyeke Filîstînê temsîl bike re hevdîtinê bikin. Wekî jineke ciwan hêviya wê ji van hilbijartinan heye ku jiyana bi ewle bi xwe re bîne.
“Dê derfetê kar çêbibe”
Bûyerên di sala 2007’an de hê jî li bîra ciwana 22 salî Tayf Al-Bihêsî ne. Dîmenên  leşkeran û binçavkirina ciwanan ji aliyê partiyên din ve di bîra wê de mane. Balê dikşîne ku mafê hemû welatiyan heye ku partî û kesên dixwazin hilbijêrin, derfetên kar çêbibin û nebûna kar ji holê were rakirin. 
Tayf Al-Bihêsî, zêdebûna rêjeya kuştinê, bazirganiya narkotîkê, kehrebe û pirsgirêkên aborî bi dirêjbûna dabaşkirinê ve girêdide, banga çareserkirina pirsgirêkên heyî yên berî hilbijartinê dike. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, lihevhatina Filistînê û mijara Qudusê û Cihûyan bi hêvî ye ku kesên di hilbijartinan de bi ser bikevin bikaribin pêşengiya vê qonaxê bê bikin.
Hêjayî gotinê ye ku roja hilbijartinên qanûndanînê yên li Filistînî wekî gaveke yekemîn di 22’yê Gulanê de hatiye destnîşankirin. Her wiha li gorî qanûna sala 2007’an bi guhertina benda 1’ê, di 31’ê Temûzê de hilbijartina seroketiyê û di 31’ê Tebaxa 2021’ê de jî ya Meclisa Neteweyî, piştî lihevkirina hemî aliyan wê were  lidarxistin.