86 rêxistinên ekolojiyê: Bê aştiya bi xezayê re aştiya mayînde çênabe

Rêxistinên ekolojiyê, li ser zirara ku gihîştiye xwezayê, raporek pêşkêşî meclîsê kirin. Nûnerên rêxistinan, diyar kirin ku heta hevrûbûn bi texrîbatên li ser xwezayê yên di pêvajoya şer de neyê kirin, aştiyeke mayînde çênabe.

Navenda Nûçeyan – Rêxistinên ekolojiyê, têkildarî zirara di 50 salên şer de gihîştiye xwezayê, “Rapora Aştiya bi Xwezayê re” amade kir. Armanc bi raporê ew e ku bi vê texrîbatê re hevrûbûnek çêbibe. Rêxistinan ji bo ev rapor pêşkeşî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê were kirin, radestî Hevberdevkê Komîsyona Ekolojiyê ya DEM Partiyê Îbrahîm Akin kirin. Rapor, ji hêla 86 rêxistinên ekolojiyê ve hatiye amadekirin. Rêxistinên ekolojiyê, piştî radestkirina raporê, li Navenda Giştî ya Tarim Orkam-Sen’ê daxuyanî dan.

Aktivîsta Koalîsyona Edaleta Avhewayê Ecehan Balta diyar kir ku pêvajo ketiye asteke nû wiha got: “Li gorî me divê ev pêvajo, aştiya bi xwezayê re jî bigre nava xwe. Heta ku xweza weke kirdeyê daxilî pêvajoyê neyê kirin, mimkûn nîn e qala aştiyeke mayînde û adilane were kirin.”

‘Divê xweza bê parastin’ 

Ecehan Baltayê anî ziman ku di raporê de wêraniyên ekolojîk ên di dema valakirina gundan de, bi bendavên ewlehiyê, bi şewatên daristanan, bi herêmên qedexe, texrîbata ekosîstemê û qutkirina jinan a ji xwezayê hatine jiyîn, hatine qeydkirin û got: “Em dibêjin divê ne tenê çek bên bêdengkirin her wiha divê mafên ax, daristan, çem, şêweyên jiyana çandî û mafên nifşên pêşerojê jî bên parastin.” 

Ecehan Balta daxwazên xwe jî rêz kir û xwest xweza weke kirdeyek were naskirin, komîsyonên heqîqetê yên ekolojîk bên avakirin, envantera zirara ekolojîk were derxistin, sazî û şîrketên rê li ber hilweşînê vedikin hesab bidin û piştî aştiyê jî cihên xwezayî yên hatine qedexekirin, ji çûnhatinê re werin vekirin. 

Parêzer Mehmet Horuş jî got ku fikara wan a herî mezin ew e pêvajo ji hêla derdorên sermaye û şîrketan ve weke firsendek were bikaranîn û bal kişand ser zagona torbe ya dawî. Mehmet Horuş, got ku heta bi xwezayê re aştî neyê kirin dê aştiyeke mayînde jî çênebe.