rojane
-

Li Stenbolê 5 jinên karker jiyana xwe ji dest dan
Hate ragihandin ku di encama qezaya mînîbusê ya li Esenyurt de 5 jinên karker jiyana xwe ji dest dane.
-

Li Heratê veguhestina jinan hat sînordarkirin
Li bajarê Heratê ya Efganistanê, komkirina wesayîtên sê teker û redkirina hinek ajokarên taksiyan a veguhestina jinan, jiyana kar û rojanê ya jinan dijwartir dike.
-

14’emîn salvegera Komkujiya Roboskê: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
34 kesên ku di 28’ê Kanûna 2011’an de li Roboskî jiyana xwe ji dest dan, di 142emîn salvegera de hatin bîranîn. Di bîranînê de, malbat û nûnerên siyasî, destnîşan kirin ku bidestxistina edaletê ji bo aştiyê şert e.
-

HTŞ’ê êriş bir ser xwepêşandêran
Li Banyas, Lazkiye, Cebleh û Humsê, xwepêşanderên aştiyane ku ji bo daxwaza federalîzm û mafan daketin kolanan, rastî êrîşê hatin ji aliyê yekîneyên girêdayî Tehrîr el-Şam (HTŞ) ên cîhadîst ve.
-

Konferansa ‘Jin û Rêbertî’ ya jinên ciwan bi dawî bû
Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan a bi dirûşmeya “Bi Hevaltiya Komînal, Bi Rêber Apo re Bijî” bi navê ‘Jin û Rêbertî’ li dar xistin, bi dawî bû.
-

Li Lubnanê 8 penaberên neçar hatin hiştin çemê derbas bikin mirin
Li Lubnanê 11 welatiyên Sûriyeyê neçar hatin ku di şert û mercên hewayê yên xeternak de ji çemekî derbas bibin. Di encamê de 5 jê zarok, 2 jê jin û mêrekî extiyar jiyana xwe ji dest dan.
-

Rejîma Îranê 10 jinên Behayî girtin
Zextên rejîma Îranê yên li ser civaka Bahayî zêde dibin. Hat ragihandin ku 10 jinên Behayî li Esfehanê bêy ku li dadgehê amadebin, cezayê girtîgehê lê hatin birîn.
-

Abdullah Ocalan: Pêvajoyên avakirina civakî, bi tevlibûn û pêşengtiya ciwanan pêkan e
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam ji panela bi sernavê “Di civaka sosyalîst de rola ciwanan” re şand û got: “Pêvajoyên avakirina civakî, tenê bi tevlibûn û pêşengtiya ciwanan pêkan e. Ciwan, hêza sereke ya guherîn, veguherîn û nûbûnê ne.”
-

Pêkhateyên Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
Bi hezaran kes ji pêkhateyên Hesekê û gelek bajarên din ji bo daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan.
-

Jinên ciwan konferansa ‘Jin û Rêbertî’ li dar dixin
Yekîtiya Jinên Ciwan bi beşdariya 150 delegeyan li Qamişlo konferansa Jin û Rêbertî bi dirûşmeya “Bi hevaltiya komînal, bi Rêber Apo re bijî” dixe.
-

Li Efganistanê piştî erdhejê zivistaneke dijwar
Bi destpêkirina werza zivistanê re, bi erdehejên ku li Bakur û Rojhilatê Efganistanê çêbûn, rewşa mirovî xirabtir bûye, jin û zarok bi birçîbûn, nexweşî û travmayên derûnî re rûbirû mane.
-

Hejmara 148’an a Kovara Jinê derket
Hejmara 148’an a Kovara Jinê bi berga “Li kolanan, di jiyanê de, biisrar: Têkoşîna jinan a 2025’an” derket pêşberî xwendevanên xwe.
-

Stargeh navendên têkoşîna bi şîdeta li hemberî jinan re ne
Jinên parêzvanên mafên mirovan, bal kişandin ku navendên stargehan, ji bo jinên ku rastî şîdetê hatine cihên bi ewle ne, wan ji her awayê şîdetê diparêzin û di hemû waran de bi hêz dikin.
-

Jin li dijî dorpêç û êrişan têdikoşîn: Em ê taxên xwe neterikînin
Dorpêç û êrîşên HTŞ'ê yê cîhadîst li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye rewşa mirovî ya heyî xirabtir dike, di heman demê de jin di pêşengiya berxwedan û parastinê de ne. Jinan diyar kirin ku tevî êrîşan jî ew ê taxên xwe neterikînin.
-

Doza Serap Avci: Tundiya li dijî jinek hemû jinan eleqedar dike
Dadgeh di doza darizandina Serap Avci de, bi hinceta xweparastinê biryar da ku cihê ceza dayînê nîne. Hande Sakarya ya ji Femînîstên ji bo Serap, da zanîn biryar bi saya têkoşîna hevbeş a jin û femînîstên ku piştgirî dane dozê, pêkan bûye.
-

Huda Kaya: Aştî ne bêdengî, axaftina li ser rastiyan e
Parlamentera berê ya HDP’ê Huda Kaya ku tevlî Kongreya Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê bû, got: “‘Aştî’ ne tenê rawestandina pevçûnan e, başkirina dil û civakê ye. Aştî ne bêdengî, axaftina li ser rastiyan e.”
-

Jinên Êzidî: Em ê têkoşîna xwe di sala nû de mezintir bikin
Jinên Êzidî ku sala 2025’an bi têkoşîn û berxwedanê derbas kirin, bi hêvî û baweriyek mezin sala nû pêşwazî dikin. Jinan diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe di sala nû de mezintir bikin.
-

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ji bo beşdariya mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, di daxuyaniya xwe de banga beşdarbûna mîtînga "Hêvî û Azadiyê" kir ku dê di 4'ê Çileyê de li Qada Îstasyonê ya Amed bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin kir.
-

Tora Bîjîşkên Sûdanê: Li Bakurê Darfûrê komkujiyek hovanê pêkhat
Li Eyaleta Bakurê Darfûrê ya Rojavaya Sûdanê, komkujiyek tirsnak pêkhat. Di encama tundiya li ser bingeha etnîkî de jin û zarok jî di nav de zêdetirê 200 sivîl jiyana xwe ji dest dan.
-

Li Îsfahanê 8 jinên Bahaî hatin girtin
Aktîvîstan û çavkaniyên civaka Bahaî, ragihandin ku li Îsfahanê 8 jinên Bahaî hatine girtin û ji bo pêkanîna biryarên darezê sewqî Girtîgeha Dolatabadê hatine kirin.