Zingilê Dêrên Serêkaniyê îsal jî lêneda

SORGUL ŞÊXO
Polîtîkayên qirkirinê ku bi rengekî sîstematîk li dijî welatiyên herêmê, di serî de gelê Xirîstiyan ji sala 1915'an heya dawiya 2021'an tê meşandin, dewam dike. Îsal wekî par û 2019'an Xirîstiyanên ku li Serêkaniyê û gundewarên Til Temirê dijî bi rengekî asayî li gorî bîr û baweriya xwe Cejna Neolê nikarîbûn pîroz bikin. Ya herî giran jî di vê roja pîroz de ku Rojbûna hezretê Îsa bû, zingilên dêrê lênedan, mizgînî û kêfxweşiya cejnê ranegihand û dilê wan şa nekir. Gelek dêr di encama êrîşan de zirar dîtin û parçeyên topban li hundirê wan ketine. 
Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi diruşma “Em ê bimînin û vegerin” 23'ê Mijdara borî di rapora xwe ya salê de bîlançoya du salan a qetilkirin, revandin, dîlgirtin û welatiyên Kurd, Ereb, Xirîstiyan, Êzidî, Çerkes û Şîşan ên ku li Serêkaniyê mane, eşkere kir. Li gorî bîlançoyê Xirîstiyanên ku li Serêkaniyê heya wê demê mane hejmara wan 10 in, lê pişê jî hejmar hîn kêmtir bûye. Zêdetirî 350 malbatên Xirîstiyan beriya 2012'an li Serêkaniyê dijiyan. Piştî "Cebhet El-Nûsra" êrîş kir û sala 2013'an bajar dagir kir, piraniya wan ji bajêr koç bûn. Piştî ku Hêzên Sûriya Demoqratîk Serêkaniyê rizgarkirin, hinek malbat vegeriyan û hejmara malbatên li wir gihişt 40 an. Dema êrîşên dewleta tirk a dagirker ên Cotmeha 2019'an dest pê kir, ew malbat cardin koçber bûn. 
Bajarê Serêkaniyê bi netewên xwe yên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Kildan, Êzidî, Şîşanî û Çerkesên xwe reng dida û jiyaneke hevbeş bêyî ferq û cûdahî dijiyan. Ev renîgiya wan li ser dilê Erdogan bûbû wekî kulekê û sitirîyekê ku di qirika wî de nediçû. Ji lewra bi balafir, top, hawan, bombe, tang û hemû çekên xwe yên giran dêr, mizgeft û hemû deverên pîroz bombebarankirin, bêyî ku rêzê ji ti baweriyan re bigre. Serêkaniyê a bi dewlemendiya netew û baweriyên cihêreng mînaka jiyana hevbeş bû niha rengên cihêrengiya xwe ya netewî û olî winda dike û hema bêje ne ewle ye.
Li Serêkaniyê 3 dêr hene. Ji xwe dêra Mar Toma a Suryaniyan li Serêkaniyê demekê çeteyan alavên hundirê wê talan kirin û ew veguhrandibûn cihê xwedîkirina pez. Di 14'ê Tîrmehê de, Wezareta Parastinê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê gotin ku wan dêra Mar Toma temîr kiriye. Lê li gorî ku xuya dibe, dewleta tirk bi van rê û rêbazan dixwaze rûyê xwe li ber cîhanê spî bike û berovajî tiştê ku dike bide xuya kirin.
Îsal tevî hejmareke pir kêm ku bi tiliyên destan tên jimartin li Serêkaniyê mane nikarin Cejna Neolê pîroz bikin û xwe hîs bikin ku hîn hene. Ji xwe sekna wê hejmara kêm a Xirîstiyên li wê mane jî pir bi wate ye û ew wekî parêzvanên dîroka ku di nava pencên dagirkeran de ye, têne nasîn. 2 sal in zingilên Dêra Mar Toma li Serêkaniyê lênadeye, meheke zingilê Dêra Til Cûma, Til Tewîl, Til Kêfçî û Til Gerabêt jî lêneda ne û cejnên wan nehatine pîroz kirin. Du sal in Xirîstiyanên li herêmê nikarin rê û resmên xwe yên olî û netewî pêk bînin.
Îsal dengê zingilê Dêra Meryem El-Ezra bi ser dengê topên dewleta tirk a dagirker diket. Di 25'ê Kanûnê de hemû aşûriyên navçeya Til Temirê û gundewarên wê yên ku di xeta agir de û li sernaserî gundên qiraxa çemê Xabûrê, li Dêra Meryem El-Ezra a Til Temirê kom bûn û Cejna Neolê pîroz kirin. 
Neviyên Xiristiyanên ji komkujiyên Sêfo, Sîmêlê û Xabûrê rizgarbûne ruxmî hemû gef, êrîş û topbaranên dagirkerên tirk û çeteyên wê jî rê û resmên xwe yên olî pêk tînin û dibêjin; “Em ne yên berê ne, em îro xwedî hêz in, em hene û em ê hebin û bimînin, koka me li vir e û mirov li ser koka xwe şîn tê. Em ê îro wekî dapîr û bapîrên xwe neyên qetilkirin, em ê parastina hebûn, dîrok û şaristaniya xwe bikin.”  
Xiristiyanên piştî komkujiyên Sêfo û Sîmêlê ji Tirkiye û Îraqê hatin despêkê li Til Temir û Serêkaniyê bi cîh bûn, paşê jî li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê belavbûn.