Li Kerkukê li dijî zêdebûna întiharan bang li rayedaran hat kirin
Komisyona bilind a mafê mirovan a Îraqê bal kişandin li ser buyerên zêdebûna întiharê li Kerkukê û bang li rayedaran kir ku li dijî vê yekê tedbîran bigrin.
Navenda Nuçeyan - Komisyona bilind a mafê mirovan a Îraqê da diyarkirin ku di sala 2021’an de 98 buyerên intiharê ji 78 ji wan temenê wan ji 20 salî zêdetir deye hatin tomarkirin. Rêveberê ofîsa Kerkukê û Komîsyona bilind ya mafê miravan yê serbixwe yê Îraqê Secîd Cuma li ser hesabê xwe yê Facebookê da zanîn ku: “Di sala 2020’an de 50 jê jin 65 buyerên întiharê rû dane. Ji sala 2020’an heta niha rêjeya întiharê zêde bûye.”
Li giştî Îraqê 772 buyerên întiharê çêbûn
Li gora îstatîstîkên herî dawî yên rêveberiya karê hindirin yê Îraqê li giştî Îraqê 772 zêdetir buyerên intîharê hatin tomarkirin, ev reqem li gora tora medyaya Îraqê ya resmî 663 buyer hatine tomarkirin, li gora sala 2020’an derket holê ku hîn zêdetire. Gelek ji van buyeran ji ber bi zorê tên zewicandin xwe întihar kirine keçên ku temenê wan di bin 14 salî dene. Ev îstatîstîkane yên xwe întîhar kirine ji sedan 55,9 mêr, ji sedan 40’an jî yên zewicî, ji sedan 36’an zêdetir jî temenê wan di navbera 20 salî û ji sedan 32 jî di navbera 20-30 salî dene.
Li gora rêveberiya karê hindir yê Îraqê sedemên întiharê ji sedan 35,22 ji sitresê, ji sedan 34,64 ji ber sedemê pîskolojî, ji sedan 13’e ji ber nebûnê û ji sedan 9,5 ji ber bê kariyê û hinek jî ji ber seneketin xwe întihar kirine.