‘Zimanê Kurdî dozeke Netewî ye ‘
Şêniyên bajarê Hesekê bi boneya 21’ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî daketin kolanan û daxwaza mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê kirin. Xwandevan gotin: “Divê zimanê perwerdehiyê bi zimanê Kurdî be.”
Hesekê – Bi boneya 21’ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê (21ê Sibatê), îro bi pêşengtiya desteya Perwerde û Fêrkirinê ,bi hezaran pêkhateyên Hesekê daketin kolanan û daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê kirin. Kongreya Star, rêxistinên civaka sivîl, xwendekar û mamoste tevlî meşê bûn.
Meş li ber Parka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li taxa Nasra dest pê kir û ber bi çerxerêya Sinalko a taxa Til Hecer veguherî mitîng.
‘Pêwiste di destûra bingehîn de mafê zimanê Kurdî hebe’
Piştî deqeyek rêzgirtin, mamosteya zimanê Kurdî Jînda Ehmê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li gelê Kurd û hemû gelên cîhanê pîroz kir û wiha got: “Salekê zêdetir e ku Sûrîye bi temamî, rojavayê Kurdistanê jî di nav de, derbasî qonaxeke nû bûye. Di ev qonaxa girîngte yêk ji mijarên girîng jî destûra bingehîne. Pêwîste di ev destûra bingehîn de zimanê Kurdî jî bi awayekê fermî cihê xwe bigre. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wekî mafekî rewa û bingehîn bê misogerkirin. “
‘Zimanê Kurdî dozeke Netewî ye’
Jînda di dewama axiftinên xwe de wiha dibêje: “Pêwîste doza zimanê Kurdî, wekî dozeke neteweyî ya pîroz were dîtin û xwedî lê derketin çêbibe. Tu netew bê ziman nikare bijî û hebûna xwe bi parêze.”
Xwendekara bi navê Dilber Amer Younes Roja Zimanê Kurdî li hemû gelê Kurd pîroz kir û daxwaza naskirina zimanê Kurdî di destûrê de kir.
Xanim Dara Kadu jî dibêje ziman hebûn û çanda mirovane û wiha got: “Em Kurd in û em ê Kurd bimînin û pabendî zimanê xwe yê dayikê bikin.