Zimanê îşaretê: Pira navbera du cîhanên ku ji ber bêdengiyê ji hev veqetiyane

Îman El-Qudsî ya Yemenî di navbera zoriyên aborî, nêrîna civakê û pêdiviya nasînê ya kesên guhên wan nabihîsin de maye û bi zimanê îşaretê riya xwe dîtiye. Qudsî deriyên zanîgehan li xwendekarên nabihîsin vekir, kampanyayan li dar xist.

RAHME ŞANZÛR

Yemen — Li welatek ku ji ber şer westiyaye, di nava tarîtiyê de serpêhatiyên kesên ku hêviyê geş dikin derdikevin hole. Yek ji wan jî Îman El-Qudsî ye, wê bi saya têkiliya ku bi zimanê îşaretê re daniye, tecrubeyeke biçûk a li mala xwe, veguherandiye misyoneke civakî. Îman-El Qudsî balê dikşîne ku zimanê îşaretê tenê ne navgîneke têkiliyê, di heman demê de deriyê ku ber bi zanî û rûmeta mirovan ve diçe ye.

Îman El-Qudsî ya 37 salî li Taizê hatiye cîhanê. Tercuman û perwerdekara zimanê îşaretê û parêzvana mafên astengdaran e.  Di navbera salên 2022–2024’an de peywira sekreteriya giştî ya Komeleya Tumooh a ji bi Keran (kesên nabihîsin) kir û ji bo perwerde û bernameyên hayjêbûnê yên ku bi armanca mafên bingehîn ên kesên nabihîstin bikevin bin temînatê dihatin dayîn piştgirî da.

Lê li pişt vê pênaseya pîşeyî, çîroka mirovek ku ji maleke biçûk dest pê kiriye heye. Vê rêwîtiyê, Îmam El-Qudsî kir pirek di navbera du cîhanên bêdeng de, bû dengê kesên ku dengê wan nedihat bihîstin.

Destpêka ji malê

Hevnasîna Îman a bi zimanê îşaretê re, ne bi kurs an jî perwerdeyek akademîk bû; li Taizê di nava malên mutewazî de dest pê kir. Malbata wê bi du zarokên xwe ango xwişkên wê yên ker, ên bi navê Fatma û Eman re nikaribû têkiliyê dayne. Vê rewşê hem ji bo xwişkên wê hem jî di malbatê de îzolasyoneke kûr çêdikir.

Îman wiha behsa wan rojan dike: “Fikra gihîştina cîhana kêmendaman, bi taybetî yên ku nabihîsin ji malbatê dest pê kir. Du xwişkên min ker in, nabihîsin. A mezin Fatma ye ya biçûk jî Eman. Min xwest bi wan re têkildar bibim, perwerdeyên wan bişopînim û di jiyana wan a rojane de li ba wan bim û min wisa dest pê kir.”

Îman diyar dibêje ku destpêkê tenê dersên wan dişopand, bi dibistana wan re têkildar dibû lê ferq kiriye ku divê ev hewldan ji nava malê derbas bibe û dide zanîn ku piştî ketiye zanîngehê ji bo xwişkên wê perwerdeya rast bibînin roleke baş girtiye ser xwe û wiha didomîne: “Bi demê re têkiliya min bi kesên ker re zêdetir bû. Min li gelek kursan dest bi dayîna perwerdeyên zimanê îşaretê kir. Di wê pêvajoyê de min ji Yekîtiya Kesên Nabihîzin a Ereb sertîfakaya zimanê îşaretê girt. Ez êdî li welatên Ereb tercûmaneke akredîte bûm. Armanca min ew bû ez di navbera kesên ku nabihîzin û civakê de pirek çêbikim, da ku bikaribin di perwerde û jiyana rojane de bi azadî têkiliyê daynin.”

Cihê ku deng bi îfadeyê tê bihîstin

Îman El-Qudsî, diyar dike ku wê xwe di nava kesên ku qet derneketibûn ber ronahiyê de dîtiye û wiha dibêje: “Destpêkê ji bo min her tişt pir nû bû lê bi demê re min fam kir çawa difikirin, pêdiviya wan bi çi heye û çawa dikarin dengê xwe bigihîjînin civakê. Min ferq kir ku pêdiviya kesên nabihîsin ne tenê bi tercumekirina zimanê wan, di heman demê de bi “tesîliyetê” jî heye. Pêdiviya wan bi kesek ku dengê wan bigihîjîne cîhanê hebû.”

Îman dide zanîn ku bi giranbûna şer re diyar bûye ku pirsgirêkên kesên ku nabihîzin tenê têkilî nîn e û wiha domand: “Min bi wan re behre, helwest û afrîneriyên ku li benda keşfkirinê bûn dît. Dive civak kesên ku nabihîsin nas bike; divê ew ne wisa li kenaran, di nava civakê de bin.”

Îman dibêje ku vê ramanê wê ber bi xebatên çalak ên Komeleya yên Nabihîsin Tumooh ve biriye. Her wiha dide zanîn ku wê sekreteriya giştî, dûre jî cîgiriya serok kiriye diyar dike ku armanca wê ne meqam bûye wê xwestiye kesên nabihîsin di nava civakê de werin dîtin û dibêje: “Me dest bi perwerdeyên mamoste û tercumanan kir. Van kesan di navbera kesên ku nabihîsin û civakê de bûn pir. Encamên wê di demek kurt de hatin dîtin. Ciwanên mezûnên zanîngehê yên ku nabihîsin, bûn xwedî behreyên mezin. Ew hemû ji ber bêdengiyê li paş mabûn.”

Di qadeke zor de jinek

Dema ku mirov li civaka Yemenê ya rolên jinan sînordar dike difikire, dibîne ku riya Îman duqat zortir bûye. Hem ji ber ku jin bûye xwe îsbat kiriye, hem jî di “cîhaneke bêdeng” de diviyabû weke kesek biyanî bihata pejirandin.

Îman li ser vê yekê wiha dibêje: “Di vî warî de jinbûn hêsan nîn e. Divê tu destpêkê xwe weke kesek ku têkilî datîne, dûre dibe pêşeng û dûre jî her kes pê bawer e îsbat bikî. Tişta herî zor qezenckirina baweriya kesên ku nabihîsin bû. Kesên ker wisa zû bawerî bi kesên ji derveyî xwe naynin. Ji bo çêbûna vê baweriyê, pêdivî bi dem, sebir û jidilbûnê heye. Min wisa kir ku ne tenê weke rêveber û tercuman min bibînin, min wisa kir ku min weke kesek ji cîhana xwe dîtin.” îman diyar dike ku zoriyên aborî vê pêvajoyê zortir kirin. Ji ber şer mehane hatine birîn, desteka ji saziyan re hatiye rawestandin û wiha dibêje: “Gelek kesan tenê ji ber ku bawer dikirin bi dilxwazî xebitîn. Tevî hemû zoriyan hêvî neşikiya. Piştî salan me dît ku wergêr vegeriyan, civak baldartir nêzî kesên ku nabihîsin dibe. Me fam kir ku em li destpêka rê bin jî pêşketin heye.

Ji bo ciwanên ku nabihîsin vekirina deriyên zanîngehan

Îman el-Qudsî diyar dike ku gava ku herî zêde pê şanaz bûye vekirina deriyên zanîngehan ji bo kesên ku nabihîsin bûye û got: “Zanîngehên taybet an jî yên dewletê berê wan nedipejirand.”

Îman El-Qudsî dide zanîn ku bi koma xwe re bi zanîngehên modern re hevkarî kirine, ji bo xwendekarên ku nabihîsin polên taybet vekirine; bi navendên kompîtoran re koorîdanasyon ava kirine. Her wiha diyar dike ku tenê bi vekirina polan bi sînor nemane, ji bo burs, desteka çûnhatinê, mehaneya tercumanan fonan dîtine. Bi Fona Xwedîkirin û Rehabîtîlîtasyona Kêmendaman re hevkariyek mezin kirine.

‘Wan ciwanên îzolebûyî niha xwedî cihên kar in’

Îman diyar dike ku wan bi saziyên civakî re li hev kirine, di her kursê de ji bo bernameyên perwerdeyê du yan jî sê kesên ku nabihîsin bi cih kirine û wiha bi dawî dike: “Bi van hewldanan, civakê kesên ku nabihîsin ji nêz ve nas kir; ciwanên ku nabihîsin cara pêşîn ber bi kursên pîşe, kar û projeyên xwe ve gav avêtin. Dema ku min dît ciwanên ku guhên wan nabihîsin di warên hilberînê yên weke dirûtin û hwd. de derfetên kar ji xwe re ava kirine, min hîs kir ku em gihîştine armanca xwe. Êdî ew îzole nîn in; perçeyek zindî ya civakê ne.”