Zîlan Cesûr: Êrîşên li Hesekê karê DAIŞ'ê ne, em ê hesab bixwazin
Fermandara YPJ’ê Zîlan Cesûr bal kişand ser destdirêjiyên li ser keziya jina Kurd û wêneyên pakrawanan ên li Hesekê û diyar kir ku li pişt van kiryaran DAIŞ heye. Zîlan Cesûr dibêje “Wê têkoşîn û îdeolojiya me bidome û wê hesabê van êrişan were xwastin.”
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Destdirêjiyên li ser keziya jina Kurd û wêneyên nemiran ên ku di van rojên dawî de li Hesekê pêk hatin, ne tenê destdirêjiya li ser sembol û wêneyan e. Di heman demê de êrîşî nasname, îrade û deskeftiyên jinan ku bi têkoşîn û fedakariya salan bidest xistin, dikin.
Ev yek êrişeke li ser bîra civakî, hebûna jinan di qada giştî de û nirxên gelekî ye. Beşdarbûna çalak a jinan di jiyana civakî, siyaset û rêxistinê de dikare veguherînekê biafirîne ku têkiliyên desthilatdariyê yên kevneşop veguherîne. Li Rojava, pêşengiya jinan û îdiaya wan a ji bo wekheviyê di vî warî de guhertinek girîng a civakî temsîl dike.
Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Zîlan Cesûr, ya ku bi eslê xwe Erebe li ser bûyerên ku di van rojên dawî de li Hesekê pêk hatine, rawestiya û armancên van destdirêjiyan ji ajansa me re nirxand.
Di destpêka axaftina xwe de Fermandar Zîlan bal kişand ser bûyerên dawî yên li Hesekê qewimîn û wiha vegot: “Nêzî heftiyekê ye ku rewşeke ne asayî û gelek xirab li Hesekê derdikeve holê. Ev kiryar bi navê pêkhateyên Ereb û eşîran tên kirin, lê di rastiyê de DAIŞ li pişt van kiryaran e û dixwaze xwe ji nû ve organîze bike, her wiha alayên xwe bilind dike. Armanca van kiryaran jî çêkirina fitneyê di navbera gelê Kurd û Ereb de ye. DAIŞ dixwaze bi van kiryaran têkiliyên di navbera pêkhateyên ku bi salan bi hev re jiyane û têkoşiyane, xirab bike. Em wekî fermandar û şervanên YPJ’ê van kiryaran bi tundî şermezar dikin. Her wiha pêwîst e hikûmeta Sûriyeyê berpirsyariya van bûyeran hilgire ser milê xwe û lêpirsîneke cidî li ser wan bê vekirin.”
‘Gelek jinan jî ji bo nîşandana piştgiriya xwe kezîyên xwe jêkirin’
Fermandar Zîlan da zanîn ku keziya jina Kurd sembola nasname, rûmet û berxwedana jinê ye û wiha berdewam kir: “Wêneyên keziya jina Kurd hatin binpêkirin. Kezî ji bo jinên Kurd û hemû jinên cîhanê sembola nasname, rûmet û berxwedanê ye. Dema ku keziya jina Kurd hat hedefgirtin, jinên ji gelek deveran piştgiriya me kirin û li dijî vê destdirêjiyê rabûn. Gelek jinan jî ji bo nîşandana piştgiriya xwe keziyên xwe jêkirin û gelek mêr jî ev kiryar şermezar kirin. Ji ber ku ew dizanin kezî semboleke pir bi nirx e, ji ber vê yekê, wêneyên keziyan kirin hedefa êrîş û destdirêjiyan.”
‘Hinek kes dibêjin ku êdî YPJ nemaye’
Zîlan Cesûr destnîşan kir ku ew wekî jin vê yekê qebûl nakin û wiha pê de çû: “Ji bo destkeftiyên jinan 14 salan têkoşîn hatiye kirin û tevî hemû zehmetî, rewşên dijwar û êrîşan jî em gavên xwe paş ve navêjin. Her wiha hinek kes dibêjin ku êdî YPJ nemaye û ew bûye beşek ji Wezareta Hundirîn, lê ev yek nayê wê wateyê ku YPJ bi dawî bûye. Heta ku navê YPJ’ê jî were guhertin, têkoşîn û îdeolojiya wê dê bidome û tu carî nayên guhertin.”
‘Şehîd ne tenê zarokên dayîk û bavên xwe bûn’
Zîlan Cesûr destdirêjiya li ser wêneyên şehîdan şermezar kir û nirxandinên xwe bi van peyaman domand: “Binpêkirina wêneyên şehîdan bûyereke pir bi êş e. Bêguman, dayîk û bavên şehîdan ji van bûyeran gelek diêşin û dilê wan dişewite. Ji ber ku ev şehîd ne tenê zarokên dayîk û bavên xwe bûn, lê wan bi têkoşîn, berxwedan û xwînrijandina xwe ji bo avakirina welatekî azad fedekariyên mezin kirine. Em ji dayîk û bavên şehîdan re dibêjin: ‘Hûn tenê nînin, em jî zarokên we ne û em ê ji bo van kiryaran lêpirsînê bixwazin.’ Eger hikûmeta Sûriyeyê berpirsyariya xwe pêk neyne û ji bo vekirina lêpirsînê gavên cidî navêje, em ê vî erkî li ser xwe bigrin.”
‘Bi van kiryaran dixwazin îradeya jinan biçûk nîşan bidin’
Fermandar Zîlan tekez kir ku ev binpêkirin, di çarçoveya armancgirtina destkeftiyên jina Kurd û nirxên berxwedanê yên jinên li Rojava de pêk tên û bi van gotinan bibîr xist: “Jin 14 salan li hemberî hişmendiyeke desthilatdar û qirêj têkoşiyane. Lê tevî vê yekê jî, êrîşên li ser jinan didomin û bi van kiryaran dixwazin îradeya jinan biçûk nîşan bidin. Lê di rastiyê de, jinan DAIŞ têk bir. Dema ku DAIŞ’ê dengê tilîliyên jinan dibihîst, ji bo wan gelek zehmet bû. Her wiha DAIŞ’iyan digot ku eger jin wan bikujin, ew ê neçin bihuştê. Ji ber ku îro nikarin rasterast li hemberî me bisekinin û têkoşîna me bişkînin, wêneyên şehîdên jin ên ku ji bo me gelek bi nirx in, dikin hedef û binpê dikin. Ev yek nîşaneya binketin, hilweşîn û bêçaretiya wan dide der. ”
‘Em ê heta dawiyê hebin û têkoşîna xwe bidomînin’
Zîlan Cesûr di dawiya nirxandinên xwe de diyar kir ku YPJ di her dem û rewşê de ji bo parastina mafên jinan û civakê dê di pratîkê de li ser peymana xwe dê bimîne û wiha got: “Em wekî YPJ’ê, dema ku soz da, soza me ji bo parastina hemû jinan û civakê bû. Em ê heta dawiyê hebin û têkoşîna xwe bidomînin. Jin û civaka me bi giştî hêviyên xwe bi me ve girêdayî dibînin. Ji ber vê yekê, eger hikûmeta Sûriyeyê ji bo van kiryaran lêpirsînê veneke, em wekî YPJ’ê dê hesab bixwazin. Peyama me ji bo jinan û gel ev e, em heta dawiyê li pişta we ne û têkoşîna me ji bo parastina we dê berdewam be.”