Zeyneb Kinaci di salvegera xwe ya 28’an de li Til Temir hat bibîranîn

Îro Kongra Star Zeyneb Kinaci (Zîlan) di salvegera şehadeta wê ya 28’an de li Til Temirê bi bîr anî.

Hesekê - Zeyneb Kinaci bi nasnav Zîlan di sala 1972’an de li bajarê Meletiyê hatiye dinyayê, di sala 1995’an de li herêma Dêrsimê tevli refên PKK dibe. Zeyneb Kinaci bi armanca protestokirina suîkasta  6'ê Gulana sala 1996’an ya li Şamê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di sala 30’ê  Hezîrana 1996’an de li Dersîmê çalakiya fedayî pêk anî.

Bi armanca bîranîna 28'emîn çalakiya Şoreşger Zeyneb Kinaci (Zîlan) ya fedayî  îro Kongra Star li meqsefa El-Xeyîme a bajarê Til Temir li Kantona Cizîrê-Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek li dar xist, bi dehan endam û rêveberên sazî û rêxistinên civaka sivîl ligel partiyên Kurdî û Aşûrî amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, nameya Zîlan a ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya çalakiya fedayî nivîsîbû, ji aliyê endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Zehra Emîn ve hat xwendin.

'Pêkanîna erk û berpirsiyariyên li hemberî şehîdan girîng e'

Piştî xwendina nameyê Rêvebera Kongra Star Ronak Zeyneb di kesayeta Zîlan de hemû cangoriyên  azadiya Kurdistanê bi bîr anî û wiha domand: "Girîng e ku em bizanibin li gorî demê çawa erk û berpirsiyariyên xwe li hemberî şehîdan pêk bînin. Riya şehîdan riya ku heqîqeta veşartî nîşanî me daye, ji ber ku her şehîdek çalakiyek e. Pêwîst e li gorî rastiya şehîdan em gavan ber bi pêngavên girîng ve bavêjin. Divê ku em di vê pêvajoyê de êrîşên derve yên li ser herêmên me yên ku navdewletî çêdibin, li dijî zihniyeta AKP-MHP’ê em asta têkoşîna xwe mezintir bikin û van êrîşan vala derbixin."

Çalakiya bîranînê bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.