“Zext berxwedanê tîne her ku zext zêde dibin em jî zêde dibin”

Ji Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê Ozgul Kapdan got; “Pêşîgirtina şîdeta zayendî ji ber ku tenê bi diyardeya ceza ve tê girêdan, sedema wê ya sereke di tarîtiyê de dimîne.”

ELÎF AKGUL

Stenbol- Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) dîsa weke Platforma Jinan a TCK 103 li dijî hewldana efûyê ya ji bo îstîsmara zayendî ya zarokan ku di Nîsana 2020’an de derketibû pêş, hatin cem hev rê li ber efûyê girt. Yekser piştî ku nîqaşên der barê vekişîna îmzeya Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê ya li ser tundiya li ser jinan hatin vekirin, biryar hat girtin ku di bin navekî berfirehtir de berdewam bikin. Platformê, ji 1’ê Tebaxa 2020’an pê ve di bin navê EŞÎK– Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê xebatên xwe berdewam kir. EŞÎK ku li dijî gefên li ser mafê jiyana wekhev, azad û destkeftiyan bingeha têkoşîna hevpar pêk tîne, heta îro li ser gelek mijarên wekî îstîsmara zayendî ya li ser zarokan, Peymana Stenbolê û li dijî tundiya jinan gelek lêkolînên herêmî, neteweyî û navneteweyî pêk anî.

Ji EŞÎK'ê Ozgul Kapdan pirsên me yên der barê rojeva jinan a Tirkiyeyê û xebatên wê bersivand. Ozgul Kapdan bi bîr xist ku her çend tundiya mêr yek ji rojeva herî zêde ya civakê ye jî "10-15 sal in ku cînayetên jinan ên digihîjin heta qirkirina zayendî û kuştinên jinan ên bi guman” di rojevê de ne, dibêje ku  “Tiştekî ecêb e weke ku ‘mirov bibêje li Ewropayê jî rêjeya enflasyonê bilind’ mirov bêje li Ewropayê yan jî li welatekî rêjeya kuştina jinan ji Tirkiyeyê zêdetir e.”

Ozgul Kapdan anî ziman ku pêşîgirtina şîdeta li ser bingeha zayendî ji ber ku tenê bi cezadayînê ve tê girêdan sedema sereke ya şîdetê di tarîtiyê de dimîne û got: "Sedema bingehîn a şîdetê newekheviya zayendî ye, kuştina jinan polîtîk e û heta ku bi polîtîkayên civakî yên yekpare wekhevî pêk neyê, tundî û qirkirina jinan dê bidomin.”

“Tedbîrên ‘nû’ yên ku diyar e dê bi kêrî tiştekî neyên”

Di sala 2021’ê de, tundiya mêr, bi taybetî mirina jinan a bi guman yek ji rojeva yekem a civaka berfireh bû. Sedema vê yekê çi ye? Gelo gavên hikûmetê yên ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê têrker e?

Cînayetên jinan ku gihîştine asta tundî û qirkirinê û mirina jinan a bi guman a wek întihar tê nîşandan, 10-15 sal in di rojevê de ne. Lê ya girîng ew e ku di rojeva kê de cih digrin û sedem û encama wê çiqasî tê lêpirsînkirin e. Mînak di rojeve hikumetê de ji derveyî ku di 8’ê Adarê de hinek tedbîr werin girtin pê ve nabe mijareke din. Îsal jî wiha bû.

Di axaftineke li ser pêşîlêgirtina tundiyê de ne mimkûn e ku mirov zimanê tundiyê yê li dijî rêxistinên jinan ên serbixwe, fêm bike. Ji ber ku em bibêjin “Tedbîrên nû” yên ku em ji hebûna wan bawer nakin û bi kêrî tu tiştekî nayên û ew jî baş dizanin ku civak jî bi gotinên me bawer e; hewl didin xebatên me bê nirx nîşan bidin û reş bikin. Di hin lêkolînan de baweriya bi rêxistinên jinan ên serbixwe ji sedî 85 zêdetir e.

Ne cara yekem e ku ev yek tê kirin û bi salan e tiştek nekiriye. Tişta xemgîn ew e ku vê carê di nav kesên li çepikan dane de jinên ku em bi wan re di têkoşîna li dijî tundiyê de heman rê derbas bûn jî hebûn. Tiştekî ecêb e ku weke ‘mirov bibêje li Ewropayê jî rêjeya enflasyonê bilind’ e mirov bêje li Ewropayê yan jî li welatekî rêjeya kuştina jinan ji Tirkiyeyê zêdetir e. Pêşbazîkirina mirinê rewşeke pir bi êş e. Ne mimkûn e ku meriv hevberdanek wiha, bi daneyên welatekî ku îstatîstîkên kuştina jinan tenê li gorî nûçeyên rojnameyan tê çêkirin, bê kirin.”

“Sedema sereke ya tundiyê newekheviya zayendî ye”

Ger em werin tedbîrên qanûnî yên ku dibêjin dê werin girtin; beriya her tiştî divê bê zanîn ku girankirina cezayan rê li ber tundiyê nagire, jixwe di qanûnên Tirkiyeyê de têra xwe cezayên giran hene. Ev ceza tên sepandin. Em dibihîzin ku ger kiryar "kesê ne hewce ye bê parastin be" ji kujerên jinan re cezayê heta dawiya jiyana wê tê dayîn. Ma cezayekî ji vê girantir heye? Lê çima cînayet kêm nabin?" lêpirsîn nakin.

Kêmkirina rewşa baş a wek kêmkirina karavat tê îfadekirin, bi xwezeyî di qanûnê de ji bo parastina kujer û destdirêjkerên jinan nehatiye danîn. Divê rê li ber dadgeriyê ku li şûna rakirina kêmkirina rewşa baş, vê pîvana qanûnî bi rengekî zayendperest bikar bîne were girtin. Mînak, personelên daraz dikarin bên perwerdekirin.

“10 tiştên xirab di nava guherînên zagonî yên ku baş tên nîşandan de bi cih dikin”

Yek ji pêşniyarên ku hatine aşkerakirin jî li ser 'şopdariya bi îsrar e.' Pêwîst e ku ev şopandina bi îsrar bê ceza nemîne lê ger hikûmetê bixwesta, dikaribû ji 2005’an vir ve vê yekê bikira. Dikaribû xala 96’emîn a Qanûna Ceza pêk bîne. Di bin navê şopandina bi îsrar de, museletbûyîn, tundiya sîstematik û di wateya TCK ya xala 96’an de sûcê îşkence/eziyete pêk tînin. Li şûna ji bo şopandina bi israr 2-5 sal cezayê girtîgehê ya di xala 96'an a TCK'ê de bê sepandin, bi nivîsandina gotareke nû ya bi cezayê kêmtir tiştek nayê çareserkirin.

Bi kurtasî, ji bo pêşîgirtina li tundiyê tiştekî nû li ber çavan nîn e, em bi fikar in ku dema dest 0da TCK'ê, pêşnûmeya efûya îstîsmara zarokan careke din derkeve pêşberî me. Ev pêşnûme ji sala 2016'an û vir ve di berîkê de ye û di her firsendê de hewl tê dayîn ku were meclisê. Ger ev pêşnûme were qebûlkirin dê rê li ber daxistina temenê zewacê ji bo 12 saliyê veke û jin û zarokên keç bên neçarkirin ku bi kesên tecawizkar re bizewicin.

Rêbaza xapandinê ya ku pir caran serî lê didin; yanî ji bo guhertinek dadrêsî ku wekî "baş" xuya dike, dibe ku ew hewl bidin bi berhevkirina 10 guheztinên xirab rêbaza derbasbûna meclisê bi kar bînin. Ji ber vê yekê em weke Platforma EŞÎK’ê bi mehan e dibêjin “Dest nede qanûnan pêk bîne.”

“Zext berxwedanê tîne”

Di vê pêvajoyê de me dît ku tevgera jinan û LGBTI+ her ku çû bi hêztir bûn. Motîvasyona li pişt vê hêzê çi ye?

Zext berxwedanê tîne. Her ku zext zêde dibin, em zêde dibin û tifaqên me yên li ser siyasetê jî zêde dibin. Platforma EŞÎK mînaka vê ye. Ne jibîrkirina di sala 1857’an de karkerên tekstîlê yên New Yorkê di kargeha ku ji bo berxwedana xwe ya ji bo şert û mercên xebatê yên mirovî û mûçeyên çêtir, bi saxî hatin şewitandin. Ger jinên din ên li erdnîgariyên din ên nadin jibîrkirin nebûna, 129 jinên kedkar û roja 8’ê Adarê dê hatibûya jibîrkirin. Ger kedkarên tekstîlê yên Pedrogradê 60 sal şûnda heman roj di 8’ê Adara 1917’an de neketibûna grevê ger jin li parzemîna Ewropayê hinek sal ji bo mafê hilbijartinê û hilbijirîn, hinek sal jî ji karê wekhev re mûçeyek wekhev her sal di 8’ê Adarê de derneketina kolanan, ma dê bibûya rojek ku jinên cîhanê hemû bi hev re ji bo wekhevî û azadiyê li hev bicivin?

“Daxwaza jinan li mal, welat û cîhanê aştî ye”

Jinan di 8’ê Adara îsal de kijan daxwazan derxistin pêş?

Daxwaza aştiyê derdikeve pêş. Lê mebesta me ji aştiyê ne tenê aştiya dewletan e. Li malê aştî, li welat aştî û li cîhanê aştî... Welatek mala her zindiya ku tê de dijî ye, rûyê êrdê jî wisa ye. Helbet bi daxwazên temsîliyeta wekhev, jiyana bê tundî û bi azadiyê re “dest nede Qanûna Medenî, qanûna malbatê ya laîk” derdikeve pêş.