Zerîvar: Cihê ku jinan bi hunera hineyê tabûyan hilweşand

Hêdî hêdî roj li ser Zerîvarê derdikeve, ava golê bi hezar rengan diteyîse. Di nava vê xweşikiya xwezayî de, Mehnaz Namdarî, bi nexşên ku bi hineyê çêdike tabûyan hildiweşîne.

ESRA EZÎZÎ

Merîwan – Roj li pişt çiya û darên derdora Zerîvarê hêdî hêdî derdikeve. Rûyê golê bi tonên zêr û şîn diteyîse. Bayê cemidî di newalan de derbas dibe û bêhna gul û nebatan tevlî dengê çûkan dibe. Ev gola ya di dilê Merîwanê de, ne tenê cihek ji bo geştiyarane e, ketiye nava jiyana gel û li wê derê jinên weke Mehnaz Namdarî mînaka hilweşandina tabûyan û avakirina hunerê ye.

‘Huner belav bûye’

Mehnaz Namdarî, li ser maseya xebatê disekine, firçe û rengên xwe sererast dike. Boyax û pênûsên wê ji bo nexşan li ser rûyê zarokan xêz bike û motîfên bi hineyê li ser destên jinan çêbike amade ye û wiha dibêje: “Ez li Merîwanê ji dayîk bûme. Di qada boyaxkirina zarokan û boyaxkirina rûyan de dixebitim. Min li Tahran û Merîwanê perwerde dîtiye. Beriya salan li vê derê xizmetên wiha tunebûn. Di rojên rojbûn û çalakiyên zarokan de ev tişt tunebûn. Halbukî li van bajaran huner gelek belav bûye.”

‘Ez rûyê zarokan boyax dikim’

Mehnaz Namdarî li zarokên ku bi kelecan li derdora wê kom bûne mêze dike û wiha dibêje: “Ev çar sal in li Zerîvarê dixebitim. Ez rûyê zarokan boyax dikim, di heman demê de ji bo jinan bi hineyê teşeyan çêdikim. Li vê derê yekem jina ku vî karî dike ez im. Dema min destpê kir gelek mirovan nizanibûn ez çi dikim, mereq dikirin lê belê bi demê re êrînî nêz bûn.”

Mehnaz Namdarî dema bi firçeya xwe destên zarokekê boyax dike, bi rûyê bi ken wiha dibêje: “Ev nêzî salek e ez bi heneyê şeklan çêdikim, ji ber ku gelek ji deqan hez dikim. Ji ber deq mayînde ne dibe ku mirov jê bêzar bibin lê belê hine piştî çend rojan jê diçe. Vê jî ez gelek pê ve girêdam.”

‘Mirov eleqeyek zêde nîşan didin’

Mehnaz Namdarî got ku tevî xweşikiya xwezayê ya Zerîvarê li vê derê xebat ne asan e û wiha domand: “Zoriya her karî heye, bi taybetî ji bo jinan li cihekî wek Zerîvarê ku mêr lê serdest e. Lê xebata di qadeke wiha de, ji bo jinan ne asan e. Min biryar da van tabûyan hilweşînim, min bi sebir û azwerî domand. Niha mirov gelek zêde eleqe nîşan didin.”

‘Ev nexş sembol in’

Mehnaz Namdarî li şiklê hinê mêze dike û wiha dibêje: “Hinek caran em sembolên ku kêliyên baş bi bîr dixin çêdikin, jin eleqeyek baş nîşanî van şiklan didin. Motîfên Kurdî yên kevneşop ku bi sedsalan di rû û destên jinên Kurd de ne hê jî gelek tên hezkirin. Ez ji bi riya hineyê van sembolan ji nû ve zindî dikim. Ev şikil sembola wateya jiyan, eşq, têkoşîn û çanda ku ji bo jinan girîng e.”

‘Zerîvar dikire bibe qada huner û aboriyê’

Mehnaz Namdarî bi rûyê ken li dora xwe dinêre û wiha dibêje: “Min bi hunera xwe ruh û rengek nû da Zerîvarê. Zarokên ku li benda boyaxkirina rûyê xwe ne û jinên ku ji bo hineyê hatine, ne tenê mekan xweşik dikin, di heman demê de nîşan didin ku jin jî dikarin li Zerîvarê aktîf bibin û riya debarê bi dest bixin. Zerîvar ji bo jinan dikare hem bibe qada hunerê, hem jî bibe qada aborî.”

Kevneşopiya hineyê

Hine bi sedsalan e, di nava jinên Kurd de hunerek belavbûyî ye. Sembola bedewî, kêf û nasnameya çandê ye. Ji dawetan heta pîrozbahiyan, jin dest û lingên xwe bi hineyê dinexşînin, bi şiklên kevneşop, çîrokên eşq û têkoşînê vedibêjin. Ev huner ne tenê awayê xweşikbûnê ye, nasnameya kolektîf a jinan bi hêz dike, koka wan û çanda wan girê dide, di heman demê de rêbaza xweîfadekirinê ye.

Mehnaz Namdarî, van motîfên kevneşop, li Zerîvarê ji nûve zindî dike, tenê bi xweşikiya derdorê û kêfê sînordar nabe, di heman demê de mîrasa çanda jinên Kurdistanê jiyanî dike û vê hunerê bi nifşên nû dide nasîn.