Zêdeyî milyonek zarok bi kêmxwariniyê re rû bi rû ne

Sûdan a ku ev sal rastî karesatên mezin ên lehiyê hat bi krîza birçîbûna herî xirab a cîhanê re rû bi rû ye. Save the Children ragihand ku zêdetirî yek mîlyon zarokên di bin pênc salî de li Sûdana Başûr bi kêmxwarinê re rû bi rû ne.

Navenda Nûçeyan – Duh Save the Children li ser bandorên wêranker ên krîza birçîbûnê ya li Sûdana Başûr hişyarî da ku ji ber lehiyên li pey hev û pevçûnên çekdarî 1.4 milyon zarokên di bin pênc salî de tûşî kêmxwarinê dibin.

Save the Children di daxuyaniya xwe de diyar kir ku "rewş di mehên dawî de xirabtir bûye, bi zêdetir ji 615 hezar kesan ji ber lehiyên ku mal û zeviyan wêran kir zehmetiyên mezin re rû bi rû man û ev lêhî bû sedema zêdebûna nexweşiyên curbicur ên bi taybetî di nav jin û zarokan de.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, 8.9 milyon kes li Sûdanê ango sedî 70’ê nifûsa welat, hewcedarê alîkariyên mirovî ne.

Îsal ji ber çaremîn sala li ser hev a Sûdan bû şahidê karesatên mezin ên lêhiyan ku heya niha jî li neh eyaletên welat bandora lehiyan heye.