“Min wêneya şehîd Nagîhan danî ser dilê xwe”
Endama Tabûra Jinan Nesrîn Seyîd a balkişand ku Nagîhan Akarsel a hat qetilkirin li Silêmaniyê şopeke dîrokî hişt, diyar kir ku dê jin xwedî têkoşîna wê derbikevin û rêya wê bişopînin û got: “Min wêneya şehîd Nagihan danî ser dilê xwe.”
Silêmanî – Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmehê de li taxa Bextiyarî ya bajarê Silêmaniyê hate qetilkirin. Balyozê dewleta Tirk li Hewlêrê di daxuyaniya xwe de li xwe mikur hat ku wan Nagîhan Akarsel qetil kirine. Jinên çalakvan, rêxistinên azadîxwazan, hunermend, rewşenbîr û lêkolînvanên cûda malavanî ji merasîma konê sersaxiyê re kirin. Ji bo cenaze derbasî Konyayê bibe xebatên burokratîk didomin.
Endama Tabûra Jinan Nesrîn Seyîd a qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel şermezar kir, postera “Jin, jiyan, azadî” a ku wêneyê Nagihan Akarsel li ser heye radike û di destê xwe de jî bi hilgirtina qurnefîlek ji ajansa me re axivî û wiha got: “Min wêneya Nagîhanê danî ser dilê xwe.” Nesrîn Seyîd destnîşan kir ku di destê Nagîhan Akarsel de ne çek pênûs hebûye û diyar kir ku ji ber ku azadbûne parastiye, hatiye hedefgirtin û qetilkirin.
"Ez dev jê bernadim"
Nesrîn Seyîd a dayika yekemîn pêşmerge-leşkera jin Rangîn Yûsif a ku di şerê li dijî DAIŞ'ê ya 4'ê Cotmeha 2014'an yê de birîndar bû û di 11'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da, ji bo Nagîhan Akarsel axivî. Nesrîn Seyîd bal kişand ser rola Nagîhan Akarsel a di parastina jin, zanista jinê û Kurdistanê de. Nesrîn Seyîd dest nîşan kir ew ê tu carî dest ji têkoşînê bernedin û li dijî her êrîşê di nava amedekariyê de bin û wiha got: “Beriya heşt salan keça min şehîd bû. Ew dev jê bernedan. Ez jî dev jê bernadim."
"Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin”
Nesrîn Seyîd bi van gotinan da zanîn ku ew ê li pişt bîranînên jinên şehîd bûne têkoşîna xwe bidomînin: “Bi hezaran jinên me şehîd bûn, bi hezaran xwişk û birayên me bê sûc şehîd bûn û heta niha em nizanin gorên wan li kudere ne. Em ji ber ku Kurd in şehîd dibin. Dijminên me ji bo ku me bitirsînin me qut kirin, lê em ê li dijî kesên dixwazin me perçe bikin, qut bikin û tune bikin, dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em Kurd in û çavê me li welatê tu kesî nîne.”