Zêdeyî 300 koçberên Êzidî vegeriyan Şengalê

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku zêdeyî 300 koçberên ji Şengalê ji kampên Duhokê vegeriyane ser warên xwe.

Navenda Nûçeyan- Wezîra  Koç û Koçberan ya Iraqê Îvan Fayeq têkildarî xebatên vegerîna koçberan ji bo ser cih û warên xwe daxuyanî da. Îvan Fayeq got ku zêdeyî 300 koçberên ku li kampên bajarê Dihok ya başûrê Kurdistanê dimînin  vegeriyane û pêvajoya vegerînê ji aliyê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî  ve tê koordînekirin.

Îvan Fayeq da zanîn ku di heman demê de veger dibin binya wezaretê de tê pêkanîn û di çarçoveya projeya wezaretê ji bo bidawîkirina koçberiya di nav axa welat de pêk hatiye. Îvan Fayeq destnîşan kir ku ji bo girtina hemû kampan û vegera Êzidiyan li ser xaka xwe wê xebatên wan berdewam bikin.