Zarokên sêwî li Xezayê herî zêde ziyanê ji şer dibînin

Gelek zarokên sêwî yên di kampên koçberiyê de li Zîvala Xezayê dijîn, ji cil û berg û stargehê bêpar in. Zarok ji ber dîmenên tirsnak ên ku di dema şer de dîtine bi travmayên psîkolojîk re rûbirû dimînin.

REFÎF ÎSLÎM

Xeza – Jenosîda berdewam a li Zîvala Xezayê di 7'ê Cotmeha 2023'an de bi şerê di navbera Hêzên Îsraîlê û tevgera Hemasê de dest pê kir û hê jî didome, bû sedema zêdetirî 39 hezar zarokên sêwî. Di nav wan de zêdeyî 17 hezar zarokan dê û bavê xwe winda kirine. Ev zarok di şert û mercên psîkolojîk ên dijwar de dijîn. Hinek ji wan li ba malbatên ku biryar dane wan weke zarokên xwe mezin bikin dimînin. Zarok tevî gelek astengî û kêmasiyên heyî di nava tirs, koçberî, rewşa xirab aborî û birçîbûnê de dijîn.

Mihemed Selêm ê 8 salî yê ku malbata wî bi êrîşên hêzên Îsraîlî yên li ser mala wan de li Cebelyayê, jiyana xwe ji dest dane, bi tena serê xwe li vê jiyanê bê rehm maye. Ji malbata Mihemed Salêm a ku ji 35 kesan pêk dihat kesek nemaye. Mihemdê biçûk niha ji hêla keça apê xwe Bîsan Salêm ve tê xwedîkirin.

'Tenê ew ji bin kavilan rizgar bû'

Bîsan Salêm der barê rewşa Mihemed de diyar kir ku ji malbatê tenê Mihemed ji bin kavilan rizgar bûye, ew niha wî mezin dike û got: "Mihemed di nava felaketek û di şertên dijwar de bû. Ji dengê topbaranê gelek ditirse û bi rondikên çavên xwe dê û bavê xwe bi bîr tîne. Her wiha encama di êrîşê de ji lingê xwe birîndar bûye. Lê birîna di dilê wî de ji birîna ling girantir e. Em niha di rewşa aborî ya dijwar û birçîbûn de dijîn, ev jî bandorê li jiyana me dike. Em hewl didin derfetan çêbikin ku Mihemed bikaribe bixwîne."

'Zarokên sêwî bi zehmetiyên jiyanî re rûbirû dimînin'

Endama Meclisa Rêveber a Paymengeha Emel a Sêwiyan Necla El-Xeleynî li ser rewşa zarokên sêwî yên di nava şerê li Xezayê de dijîn got: "Ew bi birçîbûn, tunebûn, dorpêç û koçberiyê re rûbirû dimînin. Di heman demê de ji mafên xwendin, xizmetên tendirustî û derûnî bêpar mane. Peydakirina pêdiviyên wan di nava şer de gelek dijwar e. Ji bo zarokên sêwî me dibistana Emel ji bo pêşkêşkirina xizmetên tendirustî, derûnî û perwerdeyê vekir. Di vê dibistanê de 200 zarokên ku 20 ji wan dê û bavê xwe bi hev re winda kirine hene. Her wiha tenê hejmara zarokên sêwî yên li Xezayê ku li paymengehê hatine tomarkirin 18 hezar zarok in."

'Divê civak der barê têkiliyên bi zarokên sêwî re bê hişyarkirin'

Necla El-Xeleynî da zanîn ku hezar û 200 zarok li benda xizmetên perwerdeyê ne û wiha axivî: "Êşa zarokên sêwî ji hev cuda ye. Rewşa zarokê ku dê û bavê wî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve li ber çavên wî hatine kuştin ne weke yên din e. Ji ber vê girîng e civak li gorî vê hesasiyetê nêzî wan bibe û bi wan re mijûl bibe. Divê dosyayên van zarokan ji pisporên psîkolojîk re werin şandin da ku pirsgirêkên wan ên psîkolojîk werin çareserkirin û zarok bikaribin bi zarokên din re tevlî civakê bibin. Daxwazeke mezin ji bo sponsorên sêwiyan heye lê tunebûna çavkaniyên darayî, van hewldanan asteng dike. Paymengeh deriyên xwe ji hemû kesên ku dixwazin bi riya rûpela xwe ya li ser malperên medyaya dîjîtal alîkarîyê bidin zarokên sêwî vedike."