“Zarokên li kampa Holê fêrî nîşaneya faşîzmê kirine”

Şervana Yekîneyên Antî Teror (YAT) Awaz Hesekê li ser Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya ku di roja xwe ya 13'an de di fêza 8'an de didome axivî û got ku di nava lêgerînê de hejmarek ji fîşek û alavên teknîkî hatine dîtin.

 SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Operasyona Mirovî û Ewlehî ya bi armanca girtina şaneyên DAIŞ’ê û avakirina ewlehiya li kampa Holê di 25’ê Tebaxê de ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû destpêkirin, di roja 13’emîn de didome.

Li gorî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn dane xuyakirin di bîlançoya xebatên lêgerîn û teftîşê yên rojên yazdeh û duwazdeh ên Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya qonaxa duyemîn de, 23 endamên şaneyên DAIŞ'ê hatin girtin, 6 ji wan jin bûn. Her wiha 7 xendek hatin dîtin û 8 cihên ku şaneyên DAIŞ'ê ji bo perwerde û îşkenceyê bi kar dianîn jî hatin rakirin. Her wiha 4 bombeyên destan, 388 guleyên cercûrên çeka kilaşînkof, 4 çenteyên leşkerî, hejmarek ji xetên pêwendiyê û kartên memûrî û leptopek ku di binê erdê de bûn, hatin desteserkirin.

Der barê roja 13'an a operasyonê de ku di fêza 8'an de didome Şervana Yekîneyên Antî Teror Awaz Hesekê ji mere axivî.

Zarokek nîşana AKP-MHP'ê kir

Awaz Hesekê got ku wan di rojên derbasbûyî de gule û alavên teknîkî her wiha erzaq di xendekan de dîtine û wiha domand: "Di xendekan de alavên teknîkî wekî lebtop, telefon û xetên pêwendiyê û memûrî, erzaqên xwarinê û hejmarek ji guleyan hatine dîtin. Di nava lêgerîna konan de zarokan nîşaneya AKP-MHP'ê kir, di vir de diyar bû ku zarok çiqasî di hişmendiya DAIŞ'ê de xwe kûr kirine her wiha dîsa têkiliya DAIŞ û Tirkiyeyê derdikeve pêş. Roj bi roj têkiliya di navbera çete û dagirkeran de di jehrîkirina mejiyê zarokan de derdikeve holê. Nifşek li vir mezin dibe, ji xetertirîn nifşe di cîhanê de. Her nifşek radibe ji nifşekî din xeter dibe."

"Qêrîna jinên îşkence diditîn dibihîstin lê nikaribûn bi hawara wan ve herin"

Awaz Hesekê da zanîn ku cîranan digotin dema jin di hundirê konan de dihatin îşkencekirin nikaribûn alîkariyê bidin wan û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Hinek konên ku bi armanca îşkencekirina jinan dihatin bikaranîn hatin rakirin û ew jin hatin derxistin. Her wiha li gorî ku cîranên wan konan ji me re digotin dengê qêrîna jinan digihîşt asîman, alîkarî dixwestin lê wan nikaribûn bi hawara wan ve herin. Ji ber çete diyar in ku wê çi bi wan bikin. Her wiha di dema lêgerîna nava konan de hinek ben hatin dîtin ku tenê ji bo xeniqandin an jî darvekirina wan jinan hatine bikaranîn."

"Alavên tên dîtin hemû di binê erdê de bi rengekî pir asê tên veşartin"

Awaz Hesekê da xuyakirin ku armanca wan ew e ku şaneyan bigrin û çekên bêdeng ji nava kampê derxin û wiha pêl da gotinên xwe: "Em dixwazin çekên bêdeng û çekên giran tevî alavên teknîkî yên di kampê de hene hemûyan bigrin. Her wiha em dixwazin ew çekên bêdeng ên ku bûn sedema kuştina jinan bigrin. Heya niha me hejmarek ji guleyên kilaşînkofê tên ku di binê erdê de veşartibûn û hejmarek ji bombeyan desteser kirin. Her wiha me gelek xendek jî bêbandor kiriye. Ev tiştên ku hatine dîtin hemû jî bi awayên pir hesas di binê erdê de hatibûn veşartin. Piştî kolanê guleyên hatine veşartin tên derxistin."

"Jin bombeyan di nava çopê de vedişêrin"

Awaz Hesekê got ku di kampê de şaneyên herî çalak jin in û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bombeyên ku me dîtiye, jinan xistibûn nava çopê da ku deşîfre nebin û bala kesê nekişînin. Ne tenê çeteyên mêr lê belê jin jî li vir sûcan dike. Em dixwazin jin û zarokên vê kampê ji hişmendiya DAIŞ a ku di mejiyê wan de çandiye rizgar bikin û wan biguherînin. Ji ber zarok û nifşên nû mezin dibin ji nîşanên ku didin tê payin ku pêşerojeke çawa li benda wan û me ye. Zarokên DAIŞ’ê li Kampa Holê bi fikrên Tirkiyeyê mezin dibin."