Zarokên Efganistanê 1661 roj in ji perwerdeyê bêpar in

Di ser girtina deriyên dibistanan li ser zarokên keç de, 1661 roj derbas bû. Navenda Çavdêriya Mafan a Efganistanê der barê encamên vê rewşê de hişyarî da û bêdengiya Talîbanê û kêmaniya berteka civaka navneteweyî rexne kir.

 Navenda Nûçeyan – Li gelemperî Efganistanê, bi hezaran zarokên keç hê li ber deriyên girtî yên dibistanê li benda vegera dibistanê ne. Girtina deriyên dibistanan li ser zarokên keç ket roja xwe ya 1661’ê û bûye yek ji krîzên herî mezin a cîhanê.

Bêdengiya Talîbanê ya têkildarî perwerdeya pêşerojê ya keçan ji pola 6’an jortir didome. Rêxistina Navenda Şopandina Mafan a Efganistanê, di daxuyaniyê de, vê rewşê weke kêmaniya îradeya siyasî û kêmaniya zextên navneteweyî nirxand û banga demildest a vekirina navendên perwerdeyê kir.

Saziyê rewşa heyî, weke ‘rojên reş ên perwerdeyê’ bi nav kir, hişyarî da ku bêparhiştina zarokên keç bi awayekî sîstematîk her diçe normal dibe.

 Bi milyonan zarokên keç ji mafê perwerdeyê bêpar in

Li gorî daxuyaniyê, her roja ku derbas dibe, bi milyonan zarokên keç ji mafên herî bingehîn ên avakirina pêşerojeke serbixwe dûr dikevin.

Navenda Çavêdêriya Mafan a Efganistanê, domandina vê rewşê bi tundî rexne kir, ne tenê Talîbanê, civakên navneteweyî û saziyên ku îdia dikin ku mafên mirovan diparêzin berpirs girt û di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

“Rojek din derbas bû, zarokên keç ên li Efganistanê, li pişt deriyên girtî yên dibistanê mane, xeyalên wan nifçe mane. Bêdeng nebin, ev bêdengî dê bibe sedema domandina bêedaletiyê.”

Hat diyarkirin ku li herêmên sar ên Efganistanê sala 5’an a perwerdeyê bi destpêkirina bêyî xwendekarên keç pirsgirêk e. Ev rewş, nîşan dide ku qedexe êdî ne biryareke demkî ye, berevajî parçeya pergala rêveberiyê ye û newekheviya civakî bi sazî bûye.

Talîbanê, piştî ku di Tebaxa 2021’ê de hat ser desthilatdariyê, perwerdeya zarokên keç ‘heta fermanek duyemîn’ sekinand û diyar kir û ev ê demkî be. Lê belê tevî ku 1661 roj derbas bûne jî ev yek nehat bicihanîn, berevajî wê qedexe belavî qadên din ên jiyana jinan bûne. Dûrxistina ji xebat, perwerdeyê heta qada civakî.

Welatiyên Efganistanê destek didin perwerdeya keçan

Rapor nîşan didin ku jin û zarokên keç ên li Efganistanê, niha rûbirûyî awayên bêparhiştina mehrûmiyeta pergalî ya çarçoveya berfireh in. Li gorî pisporan, bandorên vê rewşê, ne tenê îro, di asta ku bandorê li nifşên pêşrojê bikin de ye. Ketina rêjeya xwendin û nivîsandinê, kêmbûna firsendên aborî ger ev pêvajo bidome, wê hê kûrtir bibe.

Di heman demê de, li gorî belgeyên Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî, zêdeyî ji sedî 90’ê welatiyên Efganistanê destek didin perwerdeya keçan. Ev dane, rayedarên Talîbanê dixe lêpirsînê.

Pisporên perwede û mafên mirovan, diyar dikin ku domandina vê rewşê, ne tenê binpêkirinek eşkere ya mafên mirovan e, di heman demê de ji nû ve hilberandina zivrîneka xizanî û newekheviyê ye. Li gorî wan, bêdengiya heyî û navêtina gavên bi bandor, krîzê kûrtir dike, Efganistanê ber bi riyeke zêdetir bi alozî, îzolasyon û paşvemayîna pergalî ve dibe.