Zarokên Şengalê jî tevlî kampanyaya alîkariyê bûn
Zarokên dibistanên girêdayî ‘Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Êzidiyan’ jî tevlî kampanyaya alîkariyê ya Rêveberiya Xweser bûn. Zarokên Şengalê ji bo zarokên koçber ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêwîstiyên jiyanê şandin.

Navenda Nûçeyan- Rêveberiya Xweser a Şengalê 8’ê Kanûnê li Sinûnê ji bo piştgiriya koçberên herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kampanyaya alîkariyê ragihandibû. Kampanya li hemû gund, komelgeh û bajarê Şengalê belavbû û bi tevlîbûneke xurt meşiya.
Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Êzidiyan jî li dibistanên Kurmancî (latînî) kampanya dan destpêkirin û di vê çarçoveyê de zarokên dibistanên kurmancî ji bo alîkarî şandina ji zarokên koçber re tevlî kampanyayê bûn.
Xwendekarên dibistanan alîkariya xwe kirin paket û li dibistanê radestê mamosteyên xwe kirin.
Zarok her wiha silav ji zarokên koçber yên li ber sir û seqema zivistanê li ber xwe didin re şandin û piştgirî dan.