Zarokên Êzidîxanê cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kirin
Zarokên Baxçê Xanesorê Çarşema Serê Nîsanê û hatina biharê bi şahiyekê pîroz kirin.
Şengal – Weke hemû cejnên civaka Êzidî yên ku li ser pêşketina gerdûn û xwezayê avabûna, cejna Çarşema Serê Nîsanê ango Çarşema Sor jî temsîla avabûna cîhan, mirov û hatina biharê ye. Cejna Çarşema serê salê an jî Çarşema Serê Nîsanê weke cejna herî mezin tê nasîn. Ev cejin her sal cîna feqîran û hinek eşîrên Êzidyan di Çarşema yekem ya meha Nîsanê de pîroz dikin. Tê gotin ku di Çarşema yekem a Nîsanê de cîhan avabûye. Av û ax ji hev cudabûye û xweza şîn bûye. Sembola vê cejnê jî hêk kelandin û rengkirina wane. Di 20’ê meha Nîsanê de jî li gur teqwîme fermî ku Baba Şêx tercîhkirî wê cejna Çarşema Nîsanê îsal bê pîroz kirin.
Çima sembola vê cejnê hêke?
Cejna Çarşema Serê Nîsanê ji avabûna gerdunê tê, lewma civaka Êzidî di vê cejnê de weke sembola avabûna dinayayê hêk bi kar tînin. Ew jî ji ber ku şêweyê erdê weke hêkê ye. Her wiha di xwezyê de gelek reng hene lewma hêk bi rengên cuda cuda tên reng kirin. Sedema kelandina hêkê jî ji ber wê ye ku Êzidî bawer dikin ku berî dinya ava bibe av û ax ji hev ne cuda bû, dinya berê weke hêkekî xave, bi germahî û sermahiyan re hêdî hêdî av û ax ji hev cudabûye, lewma dema hêk dikelînin zerka wê û sipiya wê ji hev cuda dibin. Çawa ku di dinyayê de av ji axê zêdetire, di hêkê de jî sipîka wê weke av tê nîşandan û zerika wê jî weke ax ê.
Her wiha di vê cejnê de jî gulên sor ên biharê hene, ji wan re gulên Nîsanê yan jî nîsanok tên gotin, ji ber ku tenê di meha Nîsanê de derdikevin û demek kin dijîn. Ev gula sor li nava hêk û hevîr tê sitiran û bi di cejnê de li ber deriyê hemû malan ve tê daliqandin ku weke nîşaneya Êzidyatiyê ye. Tê gotin ku ev wêneyê gula sor piştre ketiye nava rê û resmên cejinê. Her wiha tê gotin ku ev sembol ji ber fermanekî li ser rê û resma cejinê zêdebûye û weke nîşaneya mala Êzidyane.
Bi wesîleya vê cejna pîroz bi orgenîzekirina Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo zarokên Bexçê Xanasorê şahiyek hat lidarxistin. Zarokên Xanasorê bi kêfxweşî tevlî cejnê bûn û bi sitranan demê xweş bi hev re derbaskirin. Di şahiyê de xelat li ser zarokan hatin belav kirin.
Ji mamostayên zarokan Basime Seîd û got: “Bi nêzbûna cejna Çarşema Serê Nîsanê re me xwest em dilê zarokan xweş bikin. Me wan aniye bexçê û em bi hev re demên xweş dibûrînin. Em jî bi kêf xweşiya zarokan kêfxweş dibin. Em dixwezin zarokên me li ser çanda me ya Êzidî mezin bibin.”
Her wiha zarokan jî vê cejnê li hemû Êzdiyan pîroz kirin û bi sitran gotinê û lîstina lîstikan şahî bi dawî bû.
Tê payîn ku 20’ê Nîsanê li Deriya Geliyê Kersê şahiya cejna Çarşema Serê Nîsanê bê lidarixstin.