Zarokê rûbiken ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan

Zarokê rûbiken Muhammed Orhan ê di berxwedana Wanê de hatibû binçavkirin û bi rûkeniya xwe bûbû rojev hate berdan.

Wan – Muhammed Orhan (18) di berxwedana Wanê ya li dijî darbeya hilbijartinê de hate binçavkirin û piştre jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Muhammed Orhan ê bi rûkeniya xwe ve bûye remza berxwedana Wanê, piştî îtîraza hatiye kirin hate berdan.