Li gorî daneyên TÛÎK'ê 147 zarokên ji 15 salî biçûktir zarok anîne

Li gorî daneyên statîstîkên jidayikbûnê yên TUÎK’ê; Di sala 2022’an de 147 zarokên ji 15 salî biçûktir zarok anînê. Di navbera 16-19 salî de 48 hezar û 806 'zewac' pêk hatine.

Navenda Nûçeyan – Saziya Statîstîkê ya Tirkiyê (TUÎK) daneyên zewacê yên komên temenên hevdu eşkere kir. Li gorî van daneyan; par 565 hezar zewac pêk hatin, di 10 salên dawî de 441 zarokên di navbera 16-19 salî de bi mêrên 45 salî û mezintir re zewicîn. Di temenê 16-17 salî de 10 hezar û 471 zewac û di navbera 18-19 salî de jî 38 hezar û 335 zewac çêbûne.

Di sala 2023’an de di navbera 16-17 salî de 10 hezar û 471 zarokên keç hatin zewicandin, di navbera 18-19 salî de jî 5 hezar û 657 kur hatine zewicandin.  Her wiha di navbera 16-17 salî de 10 hezar û 471 û di navbera 18-19 salî de jî 38 hezar û 335 zarokên keç hatine zewicandin. Her çend li Tirkiyeyê bi salan zewacên zarokên di bin 18 saliyê de kêm bibe jî her sal bi hezaran zarok dibin 'dayik'.

Di koma 15-17 salî de 7 hezar û 42 jidayikbûn pêk hatin

Li gorî daneyên statîstîkên jidayikbûnê; Di sala 2022’an de 147 zarokên ji 15 salî biçûktir bûne ‘dayik’. Di koma 15-17 salî de 7 hezar û 42 jidayikbûn çêbûne. Di îstatîstîkên jidayikbûnê de li gorî komên temenî di navbera salên 2013-2022'an de 2 hezar û 578 zarokên di bin 15 saliyê de bûne 'dayik'. Li gorî salan hejmara kesên di bin 15 saliyê de û di navbera 15-17 salî de welidîne wiha ye:

“*Di sala 2013’an de zarokên ji 15 salî biçûktir 449, temenê wan di navbera ji 15-17 salî 21 hezar û 967,

*Di sala 2014'an de ji 15 salî biçûktir 436, temenê wan di navbera 15-17 20 hezar û 682,

*Di sala 2015'an de ji 15 salî biçûktir 321, temenê wan di navbera 15-17 18 hezar û 841,

*Di sala 2016’an de 2016'da ji 15 salî biçûktir 309, temenê wan di navbera 15-17 de 17 hezar û 99,

*Di sala 2017’an de 'de ji 15 salî biçûktir 295, temenê wan di navbera 15-17 15 hezar û  282,

*Di sala 2018'an de ji 15 salî biçûktir 211, temenê wan di navbera 15-17 12 hezar û 114,

*Di sala 2019'an de da ji 15 salî biçûktir 171, temenê wan di navbera 15-17 10 hezar û 74,

*Di sala 2020'an de ji 15 salî biçûktir 121, temenê wan di navbera 15-17 8 hezar û 251,

*Di sala 2021'an de ji 15 salî biçûktir 118, temenê wan di navbera 15-17 7 hezar û 176,

*Di sala 2022'an de ji 15 salî biçûktir 147, temenê wan di navbera 15-17 7 hezar û 42 kes zarok anîne.”