Zarokê di êrîşa dewleta Tirk de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da

Faris Îbrahîm ê 13 salî ku duh di êrişa dewleta Tirk de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Zarokê bi navê Faris Îbrahîm (13) ku li gel birayekî xwe û 2 hevalên xwe yên din di êrişa dewleta Tirk a li Şehbayê birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.

Dewleta Tirk duh gundên Simûqa, Til Medîq, Til Cîcan û Bendava Şehbayê û Um Hoş ên girêdayî kantona Efrîn-Şehbayê bi obîs û hewanan topbaran kir. Di encama topbarana li ser Bendava Şehbayê de zarokên bi navên Duha Hesen (16), Xedîce Îsmelî (15), Meter Îbrahîm (14) û Faris Îbrahîm (13) birîndar bûbûn.

Zarokên birîndar veguhestin Nexweşxaneya Avrîn a li bajarokê Fafînê. Duha Hesen û Xedîce Îsmelî duh piştî dermankirinê rewşa wan baş bû, vegeriyan malên xwe. Meter Îbrahîm ê li lingê xwe ve birîndar bûye hîna tedawiyê didomîne.

Faris Îbrahîm ku bi giranî birîndar bûbû, beriya çend kêliyan li Nexweşxaneya Avrîn jiyana xwe ji dest da.