Zarokan li Til Temir û Helebê Newroza xwe pîroz kirin

Bi boneya Newroza Zarokan, ji zarok û malbatên wan re ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk ve li Heleb û Hesekê şahiyek hat lidarxistin.

Navenda Nûçeyan- Bi boneya Newroza Zarokan ku her sal di 28'ê Adarê de tê pîrozkirin, îro Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk bi hevkariya Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê şahiyek ji zarokên navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, bi beşdariya endam û rêveberên sazî û dezgehên jinan û yên civaka sivîl tevî malbat û hevalên wan li dar xist. Şahiya ku di bin dirûşma "Bi lehengiya Egîdan wê zarokên me azad bijîn" li Dibistana Ednan El-Malikî ya Amadehî hat lidarxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê Çivîkên Pêşerojê û Kulîlkên Kurdistanê stran gotin her wiha çend zarokên ku helbest amade kiribûn xwendin û zarokan govend gerandin.

Şahî bi kêfxweşiyeke mezin bi dawî bû.  

Heleb

Bi boneya Newroza Zarokan, Tevgera Hîlala Zêrîn a bajarê Helebê li Hola Şehîdan a ku dikeve taxa Şêx Meqsûd Xerbî şahî li dar xistin. Hola şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Tevgera Hîlala Zêrîn û alên Kongra Star hat xemilandin. Di şahiyê de bi sedan zarok û endamên sazî û dezgehên sivîl û endamên tevgera çand û huner amade bûn.

“Em zarokên Kawayê Hesinkar dev ji doza xwe bernadin”

Newroza zarokan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Rêveberiya Tevgera Hîlala Zêrîn Biharîn Sîno axivî û got: “Em jinên cîhanê hemûyan pîroz dikin, bi bêhna kulîlkên biharê bi germahiya agirê Newrozê, em dibêjin roj baş li ber dengê zarokên welatên roj û agir. Em vê rojê li tevahî cîhanê pîroz dikin. Newroz nîşaneya serkeftinê û serfiraziyê ye. Em zarokên Kawayê Hesinkar in em qet dev ji doza Kawayê Hesinkar bernadin dê li ser riya wî bin heta ku em welatê xwe ji bin zilm û zordariyê derxin.”

Pişt axaftinê koma Stranan a bi navê zarokên cangoriyên azadiyê her wiha koma bazdanê ya partiya Sûriyeya pêşerojê, di heman demê de jî koma Stranan a Hîlala Zêrîn a bi navê Kulîlkên Efrînê stranên xwe pêşkêş kirin. Di dawiyê de şanoyek bi navê vekirina derî ji aliye Hîlala Zêrîn ve hat pêşkêşkirin. Vê şahiyê pir bala zarokan kişand û kêfxweş bûn ku demek xweş derbas kirine.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.