Jinên Tûnisê daxwaza erê kirina qanuna darezandina sucên şîdetê kirin
Komeleya Jinên Demokratîk ên Tûnisê û Komeleya Beytî banga pejirandina qanûnek ji bo sûcên şîdeta elektronîk a jinan hedef digire kir.
Tûnis - Komeleya Jinên Demokaratîk ên Tûnisê (ATFD) û Komeleya Baytî tekekz kirin ku pêwîstiya sereratkirina qanûna ne li gorî zagona jimara 58 a sala 2017'an ya girêdayî têkoşîna tundiya li dijî jinan heye. Kovara El- Cezayê jî li ser wê mijarê di nivîsên xwe de bi qasî ku desthiladariya mêr diparêze maf û azadiya mexduran na parêze.
Her du komeleyan di daxuyaniyeke hevpar de eşkere kirin ku piştî biryara dadgeha temyîzê ya vê dawiyê li dijî tundûtûjiya elektronîk û siyasî ya li dijî aktîvîsta femînîst Wafaa Ferawis dan û di daxuyaniyê de ev tişt anîn ziman: “Şerm e ku qurbaniya tundûtûjiya elektronîkî sê salan li benda derxistina biryara hekim kirina êrîşkar bisekine. Ji bo vegerandina zirara li mexdûran hatiye kirin ku pere li mixdarekê biriye ku bi her cure sûc û tirsê re rû bi rû hêlaye, tevî pêvajoya darazê ya dijwar jî mexdur di şikandina dîwarê bêdengiyê de israr kiriye.”
Her du komeleyan dilgiraniya xwe nîşan dan ji ber dirêjbûna pêvajoya dozê û hêdî çareserkirina dozên tundiya li ser jinan û bal kişandin ser eleqederbûna parêzerên jin ji bo hemû qonaxên dozê û wiha dom kir: “Di sepandina başa darazê de zagona jimare 58 a sala 2017’an û daxwaznameyên xwe kirin xala têketinê ji bo hişyarkirina qanûn û nêzîkatiya dozgeran.
Parêzeran Her wiha bang cezayê nû ku berê ji haliyê tevgera femînîst ve hewilsanên wê hatine dayîn hati kirin ku temsîla reform û rehabîlîtasyonê dikin bi sucdariyên wek ku êrîşkar bi dilxwazî li navendên guhdarîkirina jinên mexdûrên tundûtûjiyê disekinin da ku haya wan ji mijarê hebe, bandor û asta wê fam bike bên cezakirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku dirêjbûna pêvajoya darazê, tevliheviya proseduran û xemsariya darazê ya di sepandina zagona jimare 58 a sala 2017’an de bi derxistina cezayên bi tolerans li hember êrîşkaran, ji bilî cudahiya zayendî di hemû rêyên saziyan de nemaze ewlekarî, bêcezakirina êrîşkaran hêsan dike û ev yek jî êşa mexdûrên şîdetê zêde dike.