Zaroka di komkujiya Kobanê de birîndar bû, jiyana xwe ji dest da
Zaroka bi navê Ronîda Ebdo, ya ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li dijî malbata wê ya li gundê Berxbotanê ya Kobanê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov mezreyeke di navbera gundên Qomçî û Berxbotanê yên li başûrê Kobanê de şeva 16'ê Adarê maleke sivîlan bombebaran kir. Di encamê de 7 jê zarok 9 kesên ji heman malbatê hatin qetilkirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Ji nav birîndaran zaroka bi navê Ronîda Osman Ebdo ji ber birîna xwe ya giran, jiyana xwe ji dest da.
Ji malbatê tenê zaroka birîndar Narîn Osman ma.