Jinên Kobanê: Kobanê di 1’ê Mijdarê de bû pira hevgirtina gelan

Jinên ji bajarê Kobanê destnîşan kirin ku 1’ê Mijdarê hevgirtin û vîna gelan a ji bo azadiyê berz kiriye û gotin: “Kobanê bû pira avakirina têkiliya di navbera gelan û miroviyê de.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Di navbera 15'ê Îlona 2014'an û 27'ê Çileya 2015'an de şerekî dijwar li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê rû da. Bajarê Kobanê ku rastî êrîşeke mezin a çeteyên DAIŞ'ê hat, bi serkeftina xwe mirovahiyê hemû ji xeteran parast.

Berxwedana ku şervanan li Kobanê raber kirin rojeveke mezin li Rojhilata Navîn û cîhanê ava kir. Ji bo vê jî berxwedana bi rûmet a ku hat di dirêjahiya 134 rojan hat meşandin de, xwe gihîştand dilê hemû gelên azadîxwaz. Di encamê de  1'ê Mijdara 2014'an weke Roja Cîhanî ya Piştevaniya bi Kobanê re hat ragihandin ku ji 90 bajarên welatên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Ewropayê gel daketin qadan û piştgirî, sekn û helwesta xwe raber kirin.

Bi wesîleya salvegera Roja 1’ê Mijdarê, jinên ji bajarê Kobanê ev roj bi bîr anîn û hestên xwe parve kirin.

‘Em ji bo helwesta gelan a bi rûmet spasdar in’

Nesra Derwîş ku piştevaniya gelan a bi Kobanê re silav kir û ev roj li kesên ku di berxwedanê de canê xwe dan pîroz kir wiha got: “Kobanê weke erdnîgarî biçûk e lê weke nav û vîn gelek mezin e. Tê zanîn 10 sal beriya niha Kobanê bi êrîşeke mezin a çeteyên DAIŞ’ê re rûbirû ma. Ji bo piştevaniya bi berxwedana bêhempa ya li dijî çeteyan re ji 40 welatan, li 90 bajarên cîhanê gel rabûn ser piyan û helwesta xwe anîn ziman. Em heta niha jî ji bo kesên ku dilê wan ji bo Kobanê lêdaye spasdar in.”

‘Xwişkîtî û biratiya gelan bi ser ket’

Nesra Xelîl bi gotina; “Kobanê gelên azadîxwaz gihîştand hev” hestên xwe wiha anî ziman: “Roja Kobanê ya Cîhanê ne rojeke normal e ku mirov bîne ziman, ji bo me xwedî nirx û wateyeke heyatî ye. Di vê rojê de xwişkîtî û biratiya gelan xwe da der, me dît heta niha jî ew hestên mirovî yên hîskirina hev û piştgiriya hev zindî ne. Ji bo vê jî Kobanê bajarekî navneteweyî ye, hemû gelên azadîxwaz gihîştand hev.”

‘Hemû pêvajoyên şer ji aliyê dewleta Tirk ve hatin pêşxistin’

Jina ciwan Firyal Temî ku têkiliya dewleta Tirk a bi êrîşan re nirxand wiha anî ziman: “Kobanê di van salên borî de êrîşên cur be cur dît ku hemû êrîşên pêk hatin jî ji aliyê dewleta Tirk û bi perspektîfên wê bûn” û wiha domand: “Bi taybetî jî êrîşên DAIŞ’ê yên di 2014’an de mînaka herî şênber a niyeta dewleta Tirk bûn. Heta wê demê Tirk li bendê bûn ku Kobanê bikeve ev yek di helwest û daxuyaniyên wan de diyar bûn.”

‘Di 1’ê Mijdarê de vîna gelan li hemberî netew-dewletan bi ser ket’

Firyal Temî da zanîn ku hêz û hevgirtina gelan planên li ser Kobanê vala derxistiye û wiha domand: “Planên dewleta Tirk ên di 2014’an de ne tenê bi hêza gelê Kobanê û ya Kurd têk çûn, di heman demê de bi hevgirtin û piştevaniyên gelan a ji bo berxwedana li dijî DAIŞ’ê vala derketin. Ji bo vê jî di 1’ê Mijdarê de vîn û hevgirtina gelan li dijî planên netew-dewletê bi ser ketin.”

Firyal di dawiyê de got: “Ez bawer dikim ku ji bo gelê Xezayê jî helwesteke wiha bihata nîşandan û hevgirtineke di vê astê de berz bibûya dê rewşa Xezayê ne wiha bûya. Ji bo vê jî em ji bo hemû gelên ku daketin qadan minetdar in.”

‘Serkeftina Kobanê destkeftiyeke mirovahiyê ye’

Bêrîvan Cuma destnîşan kir ku serkeftina Kobanê hemû mirovahiyê parastiye û got: “Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê di heman demê de gefeke bi xeter bû li ser mirovahiyê. Ger çeteyan Kobanê derbas bikira dê niha terora DAIŞ’ê li gelek welatên cîhanê belav bibûya. Ji bo vê jî serkeftin û tunekirina DAIŞ’ê ku ji Kobanê destpê kir û heta Dêrezorê dirêj bû, parastina hemû mirovahiyê bû.”

Bêrîvan Cûma da zanîn ku sekna gelan xwedî wateyeke dîrokî ye û got: “Di demeke ku Kobanê di dorpêçê de bû, di nava cengeke pir dijwar de bû, li Kurdistanê û hemû cîhanê çalakiyên piştevaniya bi berxwedanê re destpê kirin. Bi rastî jî di pêvajoyeke bi wî awayî de, sekna gelan a ji bo Kobanê pir bi wate bû lewra jî ez dikarim teqez bikim ku li Kobanê hem yekîtiya Kurdistanî, hem yekîtiya gelên cîhanê xwe da der.”

‘Li Kobanê têkiliyeke gelan ava bû’

Bêrîvan Cuma bilêv kir ku têkiliyên niha di navbera gelê Kurd û civaka navneteweyî de xwe dispêrin 1’ê Mijdarê û wiha berdewam kir: “Pêvajoya şerê Kobanê bi qasî ku aliyên wê yên xemgîn hene, ewqas jî destkeftî û serkeftinên wê hene. Ji bo vê jî em dibînin bi saya têkiliyên ku bi riya 1’ê Mijdarê di navbera gelên cîhanê û yên Kurd  de ava bûn, di roja îro de şandeyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir rehet berê xwe didin wan welatan û ezmûnên xwe li gel parve dikirin.”