Zarok bi bandorên neyînî yên naverokên dîjîtal re rûbirû ne
Rojnamevan Viyan Kemal, diyar kir ku çareseriya parastina zarokan ji bandorên neyînî yên teknolojiyê ne dûrxistina wan a ji cîhazên elektronîk, hevsengiya di navbera perwerde, çavdêrî û bikaranîna teknolojiyê ye.
HELÎN EHMED
Silêmanî – Bi pêşveçûna bilez a teknolojiyê û bikaranîna berfireh a hişê çêkirî re, zarok bûn bikarhênerên sereke yên vê teknolojiyê. Her çendî hişê çêkirî di qada fêrbûn, gihîştina agahdariyê û pêşxistina jêhatiyên zarokan de derfetên girîng pêşkêş dike jî bikaranîna wê ya bêsînor û nebûna çavdêriya têrker fikaran li ser bandora wê ya neyînî ya li ser tenduristiya derûnî û fîzîkî ya zarokan, pêşketina ziman û têkiliyên civakî zêde dike.
Her çendî ne gengaz be ku mirov zarokan bi tevahî ji guhertinên bilez ên teknolojiyê dûr bixe jî ya girîng ew e ku ev amûr çawa tên bikaranîn û sînorên guncav çawa tên danîn. Ev serdem ji bo pêşketina derûnî ya zarokan û avakirina kesayetiyê gelek girîng e.
Rojnamevan û dayîk Viyan Kemal, bal kişand ser fikarên ji ber bikaranîna bêçavdêrî ya hişê çêkirî û cîhazên elektronîkî ya ji aliyê zarokan ve derdikevin holê û diyar kir ku dayîk û bav, dibistan û saziyên perwerdeyê di çavdêrîkirin, perwerdekirin û arestekirina rast a zarokan de berpirsiyariyên girîng digrin. Viyan Kemal, tekez kir ku divê zarok dema ji teknolojiyê û hişê çêkirî sûdê digrin, têkiliyên malbatê zirarê nebînin û bandoreke neyînî li ser tenduristiya wan a derûnî neke.
‘Hişê çêkirî dibe sedema dûrketina zarokan a ji jiyana civakî’
Viyan Kemal, bal kişand ser encamên neyînî yên bikaranîna bê kontrol a hişê çêkirî ji aliyê zarokan ve û wiha got:
"Bi pêşveçûna teknolojiyê re, hişê çêkirî jî bi lez bi pêş ket. Hişê çêkirî bi lez belav bû, bêyî daxwazên dayîkan zarok bi kar tînin. Hişê çêkirî dikare di karên rojane û girtina agahdariyê de ji bo zarokan sûdên girîng peyda bike. Ji bo zarokên me bikaranîna hişê çêkirî ji bo girtina agahdariyê tiştek erênî ye. Lê belê beşeke girîng a naverokên ku zarok pê re rûbirû dimînin, dikare nehewce û zirardar be. Gelek zarok ji jiyana civakî dûr dikevin. Zarokên ku hişê çêkirî bikar tînin, dikarin hêdî hêdî ji civak û hevalên xwe dûr bikevin. Mixabin, hişê çêkirî mîna pêlek pir bihêz belav dibe û bandorê li zarokên me jî dike. Di vê pêvajoyê de em nikarin zarokan bi tevahî ji teknolojiyê bêpar bikin. Lê divê bi pergalek baş plankirî, ji zarokan re dem were veqetandin û divê zarok werin teşwîqkirin ku beşdarî têkiliyên civakî bibin. Divê hişê çêkiî bêhtir li gorî hewcedariyên xwe yên akademîk were bikaranîn. Bi vî rengî, em dikarin pêşî li dûrketina zarokan a ji civakê bigrin."
‘Zarok bi hawirdorek perwerdeyê ya bê tendurist re rûbirû ne’
Viyan Kemal, diyar kir ku zarok di temenê biçûk de ne hewceyî cîhazên elektronîkî ne û bikaranîna van cîhazan di temenê biçûk de dikare di warê tenduristî û pêşketina axaftinê de bibe sedema pirsgirêkan.
Viyan Kemal, da zanîn ku bijîjkên zarokan destnîşan dikin ku hinek derengmayînên axaftinê yên zarokan dikarin ji ber bikaranîna cîhazên elektronîk çêbibin û destnîşan kir ku rêzefilmên zarokan ên bêyî çavdêriyê tên weşandin jî dikarin bandorên neyînî li ser zarokan bikin. Viyan Kemal, diyar kir ku zarok di temenê biçûk de nikarin naveroka ku temaşe dikin ji hev cuda bikin û wiha pê de çû:
"Zarok beşekî mezin a naverokên ku temaşe dikin di hişê xwe de tomar dikin. Naverokên ku ew bi riya rêzefilmên zarokan bêyî fîlterkirinê rastî wan tên dikare hawirdoreke perwerde û pêşketinê ya nebaş biafirîne. Lewma pêwîst e dayîk û bav zarokên xwe kontrol bikin. Ji bo perwerdeyeke bi tendurist, girîng e ku zarok ji pirsgirêkên malbatê dûr werin girtin. Lê belê di hinek rêzefilmên zarokan de pirsgirêkên malbatî yên di navbera hevjînan de ji zarokan re tên pêşkêşkirin. Divê ev naverok bê kontrol neyên weşandin. Ji ber ku zarok nifşê nû yê civakê pêk tînin û pêwîst e pêşî li naverokên ku dibin sedema tundî û pirsgirêkên derûnî were girtin. Her wiha pêwîst e dibistan jî çavdêriya zarokan bikin û divê bi riya mamoste û perwerdekaran hawirdorek perwerdeyê ya bi tendurist were afirandin û zarok ji bikaranîna xelet a cîhazên elektronîkî û naveroka medyaya civakî hişyar bin.”
‘Divê hemû beşên civakê di van mijaran de berpirsyariyê bigrin ser xwe û bixebitin’
Viyan Kemal, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku wek dayîkek piştî demeke diyar destûrê dide zarokên wê amûrên elektronîkî bi kar bîne lê şîrovekirina naverokên rast û xelet, wan di bin çavdêriya domdar de dihêle.
Viyan Kemal, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Divê ji bo zarok bikaribin naverokên baş û xirab ji hev cuda bikin em rê nîşanî zarokên xwe bidin. Divê em alîkariya wan bikin ku mijarên ew temaşe dikin û pê re rûbirû dimînin fam bikin. Pêwîst e rêxistinên medyayê jî hewl bidin hişmendiya civakê zêde bikin. Divê civak ji pirsgirêkên civakî bêhtir haydar be. Dema ku serdana derûnînasan dikin, em dibînin ku gelek zarok û ciwan piştgiriya derûnî digrin. Divê saziyên perwerdeyê jî di çareserkirina van pirsgirêkan de roleke girîng bilîzin. Her wiha pêwîst e zarok bi riya dersên taybet ji zirarên amûrên elektronîkî agahdar bin. Ez hêvî dikim ku hemû beşên civakê di van mijaran de berpirsiyariyê bigrin ser xwe û bixebitin."