‘Zagona Wekheviyê tunebe jî jin dikarin werin hilbijartin’

Parlamentera Tûnusî Zeina Djaballah, bal kişand ku Zagona Wekheviyê tunebe jî jin dikarin werin hilbijartin û di meclisan de hebûna xwe bidin qebûlkirin û diyar ki ku divê zihniyeta civakî ya ku naxwaze jin werin hilbijartin biguhere.

Tûnis– Li Tûnisê ji sala 1950'yan ve heta niha wekheviya jin û mêr ji aliyê zagonan ve tê naskirin. Jinan ji sala 2011’an ve heta niha, ji ber şoreşa ku didome, gelek mafan bi dest xistin. Di sala 2014’an de di makezagona ku li welat hat qebûlkirin de, ji bo jin û mêran mafên wekhev hatin naskirin.

Di navbera welatê Ereb de cara pêşîn li Tûnisê makezagona wekheviya jin û mêr û parastina jinan ji şîdetê ket bin temînatê lê di sala 2022’yan de makezagon ji nû ve hat sererastkirin, Zagona Wekheviyê hat rakirin. Ji sala 2011’an ve heta niha, di hilbijartina îsal de jinan bi rêjeya herî kêm ji sedî 16 di parlamentoyê de cih girtin.

Jinên ku ji bo ku mafên zagonî paşve werin dayîn, çalakiyên cur be cur li dar xistin, diyar dikin ku ji bo kêmkirina cudakariyê û wekheviyê hê riyeke dirêj li pêşiya wan heye.

‘Zagon nebe jî jin dikarin hebûna xwe biparêzin’

Parlamentera Zahouanê Zeina Djaballah, bal kişand ku bi rakirina Zagona Wekheviyê re, jin di di warê pêvajoyên biryargirtinê de li paş mane û got ku divê jin bi hilbijartinê di meclisan de hebûna xwe biparêzin, ji bo vê jî pêdivî bi Zagona Wekehviyê tune ye. Zeina Djaballah, diyar kir ku ew bawer dike, jin zagon tunebe jî dê bikaribin xwe bidin qebûlkirin.

‘Di navbera zayendan de em ê çawa wekheviyê çêbikin?’

Zeina Djaballah, da zanîn ku jinên Tûnisî zagoneke tunebe jî dikarin bigihîjin astên baş û wiha domand: “Em çawa dikarin di navbera zayendan de wekheviyê çêbikin û bi demê re bikaribin zagoneke asil ferz bikin?" Zeina Djaballah, bal kişand ku sedema kêmbûna nûnertiya jinan di parlemento û meclisan de ji ber zihniyeta civakê ye.

Zeina Djaballah got: “Heta ku zagonên ku jinan di meclisên hilbijartî de rasterast wan dike namzed dernekevin mirov nikare behsa wekheviyê bike."