YRJ: Divê li hemberî sûcên dewleta Tirk xwedî helwest bin

YRJ têkildarî êrîşa dewleta tirk ku du encamê de 2 rojnamevanên jin jiyana xwe ji dest dan daxuyanî da û got: “Ji bo dewleta Tirk a dagirker ji ber van sucan bê darizan, em bang li raya giştî ya Kurdistanî û cihanî dikin ku bêdeng û bê helwest nemînin.”

Qamişlo - Duh ji aliyê dewleta Tirk ve, li navçeya seyîdsadiq a bajarê Silêmaniyê yê başurê Kurdistanê, weseyîteke ku rojnemevan tê de bûn hat hedef girtin û di encama vê êrîşê de, herdu rojnemevanên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan û 6 jî birîndar bûn. YRJ'ê bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kirin û banga rawestandina êrîşan kir.

Daxuyaniya ku ji aliyê rojnemevan Hebûn Omer ve hate xwendin wiha bû:

“Weke Yekîtiya Ragihandina jinê em êrişa dewleta Tirk a dagirker  ya duh a li ser du wesayîtên rojnamevanan li bajarê Silemeniyê pêk anî bi hêrsekî mezin şermezar dikin. Ji bo malbata hevrê Gulistan Tara û Hîro Behyedin û ji bo hemû kedkarên çapemeniya azad sersaxî dixwazin. Her wiha ji bo hevrêyên xwe bîrîndar jî şîfaya acil dixwazin. Em vê êrişa hovane  ya ku raste rast rojnamevanên jin  hatine hedegirtin weke sûcekî  der mirovî, bêexlaqî ya li hember ramana azad dibînin û bi tundî şermezar dikin. Ji ber Çapemeniya Azad bi wêrektiyekî mezin, hişmendiya dagirkeriyê û kiryarên wê raxistiye pêş çavan her tim bûye hedefa dewleta Tirk a dagirkger.

'Li dijî rojnamevanan de yek ji dewleta herî suçdar e'

Dewleta tirk a dagirker di mijara binpêkirina mafê mirovan û kiryarên li dijî rojnamevanan de yek ji dewleta herî suçdar e. Dewleta Tirk di dîroka xwe de her tim bi qetilkirin û  girtina rojnamevanan hewil daye rûyê xwe yê reş û kiryarên xwe yên bêexlaqî veşêre. Dijminê jin û rojnamevanan dewleta Tirkiyê ku ji aliyê navenda şerê taybet ve tê birêvebirin, ji bo rastiyan berevajî bike û veşêre, kedkarên çapemeniya azad dike hedef. Ev êrişa hovane ya li ser pêşenga kevneşopiya çapemeniya jina  azad û stûna heqîqetê Gulistan Tara û hevkara me  Hêro Behadîn bi heman armancê û ji aliyê heman navendê ve hatiye pêkanîn. Di demekî ku li hember gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê di navbera Iraq tirkiyê û bi taybetî jî bi hevkarî û sîxuriya PDK’ê tifaqekî xeternak û gemar pêkhatî de, ev êrişa hovane ya li dijî hevkarên me yên rojnamevan pêk hat. Guman nîne ku ev êrişa li ser Hevkarên me yên Rojnamevan  beşekî ji tifaqa gemar û  xeternake. Weke Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) em van hêzan rast rast berpirsyarê vê êrişa hovane dibînin, vê êrişkariya wan bi tundî wan şermezar dikin. Ji bo  dewleta Tirk a dagirker ji ber van suç û tewanên li hember rojnamevan dike bê darizan, em bang li raya giştî ya Kurdistanî û cihanî dikin ku bêdeng û bê helwest nemînin.

 'Di rêwîtiya 24 salan a têkoşîna çepeminiya azad'

Hevrêya me Gulistan Tara  xwedî dîrokekî demdirêj ya têkoşîna çapemeniya azad e. Gulistan Tara  Weke şagirtekî Mazlûm Dogan û gurbet Elî Ersozan; ev 24 salin bi pênûs û kameraya xwe bûye bawermend û şopdarekî  mezin a heqîqetê.  Di rêwîtiya 24 salan a têkoşîna çepeminiya azad de  di dezgehên çapameniyê yên cur be cur de bûye xwedî kedekî mezin û ji bo mezinkirina mîrasê çapameniya jina azad seknekî pêşeng nîşan daye. Hîro Behadîn weke rojnamevanekî jin a ji Başûrê Kurdistanê li hember Dagirkeriya dewleta Tirk û xeta xiyanetê  bi sekna xwe wêrek bûye çiraya heqîqetê. Bi vê sekna xwe ya biryardar ji bo hemû jinên rojnamevan bûye seknekî nimone. Di kesayeta Pêşenga Çapemeniya jina Azad Gulistan Tara û hevkara me Hîro Behadîn de em hemû şêhîdên çapemeniya azad bibîr tînin û bejna xwe li hember sekna wan ya pîroz ditewînin. Weke Yekîtiya Ragihandina Jin bi biryardariyekî mezin, ji bo parastina û mezinkirina mîrasê şehîdan bi bîreweriyek hîn mezintir emê têbikoşin û bibin şapdarên van hevryên xwe.

‘Bi pênûs û karemaya xwe em ê têbikoşîn’

Bila dewleta Tirkiyê û sîxurê wê PDK ya  qatilê rojnamevan û jinan e; baş zanibe ku bi van êrişên hovane jî wê tu caran nekiribin vîna çapemeniya jina azad têk bibin. 'Heta li Kurdistanê bêhne kurdewarî û azadiyê hebe, heta şopdarekî çapemeniya jina azad bijî, wê ala wan ya têkoşîna azadiyê li Kurdistanê her bilind bimîne. Weke xeta çapemeniya jina azad; dibin her cure êrişkariyan de jî, bi biryardarî û wêrektiyekî mezin emê bibin şopdarê Gurbet êlî Ersoz, Gulistan Tara, Hîro Behadîn û Rosîda Mardîn û tevahî şehîdên çapemeniya azad. Ji bo ev mîras li hemû Kurdistanê bê parastin û bê mezin kirin bi birewerî û biryardariyekî hîn mezintir bi pênûs û karemaya xwe emê têbikoşîn.”

Daxuyanî bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Şehid Namirin’ bi dawî bû.