YRA’yê ji bo Stêrk TV û Medya Haber TV dest bi kampanyayê kir

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA), serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV şermezar kir û ji bo piştgiriya bi herdu qenalan re dest bi kampanyaya îmzeyan kir.

Navenda Nûçeyan - Di nîvê şeva 23’yê Nîsana 2024’an de polîsên Belçîkayê bi ser navendên Stêrk TV û Medya Haber TV de girtin. Di serdagirtina ku bêyî agahiya rêveber û parêzerên televîzyonan pêk hat de, derî û amûrên hundir hatin şikandin, kabloyên cereyan û kompîturan hatin birîn û gelek kompîtur jî hatin desteserkirin. Serdegirtin, li gelek deverên Kurdistanê û derveyi welat bi tundî hat şermezarkirin.

Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) û Yekitiya Ragihandina (YRJ) jî duh bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir. YRA’yê îro ragihand ku bi armanca piştgirîdayîna herdu televîzyonan kampanyaya îmzeyan dane destpêkirin. Kampanyaya îmzeyan dê 3 rojan bidome û îmzeyên tên komkirin dê ji raya giştî re werin eşkerekirin û pêşkêşî sazî û dezgehên ragihandinê yên navneteweyî bên kirin.

Rojnamevanên ku dixwazin tevli kampanyayê bibin dikarin xwe li ser watsappê bigihîjînin van hejmarên telefonê: 00963 934 154 285 / 00963 984 559 179