YRA ji bo roja rojnamegeriya Kurdî pêşpirgek li dar dixe

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyê pêşwazîkirina Roja Rojnamegeriya Kurdî dike û deriyê beşdarbûna pêşbirka Xelata Rojnamegeriyê ya Şehîd Mazlûm Bagok a 2022-2023'an ji bo rojnamevanan vekir.

Qamişlo- Roja Rojnamegeriya Kurdî, roja bîranîna derketina rojnameya pêşîn a Kurdî ya bi navê Kurdistan e. Rojname di 22'ê Nîsana 1898'an de, ji aliyê Miqdat Mîthad Bedirxan ve yekem car li paytexta Misir Qahîreyê, hatiye çapkirin.

Wekî tê zanîn roja 22'ê Nîsanê weke Roja Rojnamegeriya Kurdî li seranserê Kurdistanê tê pîrozkirin. Îsal Roja Rojnamegeriya Kurdî dikeve sala xwe ya 125'an, bi vê helkeftê jî Yekitiya Ragihandina Azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin navê Xelata Rojnamegeriyê ya Şehîd Mazlûm Bagok a 2022-2023'an de pêşbirkek li dar dixe.

Yekitiyê li ser malpera xwe ya fermî şertên beşdarbûnê eşkere kir û got ku wê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) dema pêşwazîkirina berhemên rojnamevanan ji bo wergirtina xelatê ku dê 22'ê Nîsanê (Roja Rojnamegeriya kurdî) de bên dayîn, diyar bike.

Şertên beşdarbûnê:

1-Divê beşdar endamên YRA'yê yan saziyeke ragihandinê bin.

2-Beşdar dikarin berhemên xwe tenê di kategoriyekê (beşekî) de pêşkêş bikin.

3-Divê beşdar bi mîsaqa rojnamevaniyê ya Yekitiya Ragihandina Azad bawer be.

4-Dikare berhemeke komî wekî dokumonter wekî yek made were pêşkêşkirin.

5-Beşdar dikare berhema xwe bi email, an bi dest, an jî di riya saziya tê de kar dike, bigihîjîne me.

6-Divê madeya were pêşkêşkirin bi zimanê orjînal be (ne werger be).

7- Divê berhem berê ji bo tu pêşbirkê nehatibe şandin û tu xelat negirtibe.

8-Divê beşdar nav, navê bav û paşnav, cihê lê kar dike, dîroka berhemê û saziya tê de hatiye weşandin, diyar bike.

9-Divê beş (kategoriya) ku dixwaze tê de berhemên xwe pêşkêş bike, diyar bike.

10-Heger berhem di saziyeke xebatên nivîskî de hatibe weşandin divê kopyayek madeyê wekî wêne were şandin.

11- Ger berhem a radyoyê be, dikare bi riya Mêmorî Kart were şandin.

12- Wêneyek kesayetî û der barê xwe de (CV) û bi kurtasî der barê berhema xwe de agahiyan, bişîne.

Agahî û têbîniyên giştî der barê pêşbirkê de:

1-Berhem ji 20'ê Adarê heta 5'ê Nîsanê tên pêşwazîkirin.

2-Berhem ji Desteya Rêveber re tê pêşkêşkirin.

3-Xelatên tên dayîn sembolîk û bawername ne.

Der barê cure û beşên beremên tên pêşwazîkirin de jî yekitiyê ev tişt got:

1-Nûçeyên Kurdî

2-Nûçeyên Erebî

3-Nûçeyên bi dîmen

4-Wêne: Wêneyên normal, wêneyê bûyerî

5-Nûçeyên jinan

6-Dokumanter

7-Raporên lêkolîn û şîroveyî

8-Xelata radyoyê

9-Weşangeriya bi riya înternetê (malperên medyaya dîjîtal)

10-Xelata Komîteya Dîwanê

11-Xelata Wêrekiyê

Yekitiya Ragihandina Azad bi bîr xist ku berhemên werin pêşkêşkirin wê li gorî pîvan û mercên ragihandinê ji aliyê komîteya dîwanê ve werin nirxandin.

Her wiha ji bo ku rojnemevan berhemên xwe bişînin yekitiyê navnîşan wiha ye:  [email protected]

Dikarin bi riya Watsapê jî li ser vê hejmarê bişînin: 00963988102769

YRA agahdarî kir

Divê berhem di navbera 1'ê Nîsana 2022'an û 1'ê nîsana 2023'an de hatibe weşandin.

Di 22'ê Nîsanê de Roja Rojnamegeriya Kurdî wê xelatan bidin rojnemevanên ku wê bi ser bikevin.