YPJ’ê Rêvana Rojava û Arîn Mîrkan bi bîr anî
Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Arîn Mîrkan û Rêvana Rojava yên ku di berxwedana Kobanê de çalakiya fedayî kirin, bi bîr anî.

Navenda Nûçeyan – Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê da zanîn ku ji bo bîranîna şehîd Rêvana Rojava û şehîd Arîn Mîrkan fermandar û şervanên YPJ’ê îro merasîmeke leşkerî lidar xist. Hate ragihandin ku YPJ’ê bi merasîmeke leşkerî li bajarê Hesekê, her du bi bîr anîn.
Di merasîmê de ji fermandarên YPJ’ê Dûrşîn Kobanê got: “Wekî tê zanîn di dema şerê Kobanê de, di germahiya şer de hevrê Rêvana wek jineke xwedî pîvanên welatperweriyê, berê xwe da nava refên YPJ’ê. Bi sekn, tevlêbûn, vîn û israra xwe ya berxwedanê heya henaseya xwe ya dawîn li ber xwe da û şer kir.”
Fermandar Dûrşîn Kobanê wiha domand: “Heval Rêvana salek wê di nava YPJ’ê de tijî nebibû. Di heman salê de, dema ku çeteyên DAIŞ’ê bi hemû hovîtiyê xwe êriş dikir, hevrê Rêvana di çemberê de dimîne û birîndar dibe. Piştî ku birîndar dibe xwe di nava çeteyan de diteqîne û wiha digihêje asta şehadetê.”
'Em ê wê ala berxwedanê her li asîmanan bilind bikin'
Fermandara YPJ’ê Dûrşîn Kobanê di dewama axaftina xwe de şehîd Arîn Mîrkan jî bi bîr anî û got: “Wekî hevrê Rêvana heval Arîn jî di şerê Kobanê de bû sembola berxwedanê. Wê jî xwe di dilê û mejî dagirkeran de teqand û çalakiya fedayî bêyî dudilî pêk anî û wiha tevlî karwanên nemiran bû.”
Fermandara YPJ’ê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Giyanê ku herî dawî li Bendava Tişrîn, Pira Qereqozax, Dêr Hafir, Şehba, Heleb û Minbicê xwe da der, heman giyanê berxwedana Kobanê bû. Ev jî bi saya raman û keda Rêber Apo ye ku ev giyan di me de çand. Herî dawî jî em dibêjin hevrêyên me yên fedaî ji bo me bûn xeteke ku divê em bişopînin û em ê wê ala berxwedanê her li asîmanan bilind bikin.”