YJK-E ji bo jinên Efgan daxuyanî da: Divê hêzên navneteweyî berpirsyar bin

YJK-E'yê da xuyakirin, ku li Efganistanê piştî desthilatdariya Talîbanê, li Efganistanê hewl hat dayîn ku jin di qada civakî de neyê dîtin û got: "Hêzên navneteweyî divê li hemberî jin û mirovahiyê, berpirsyariyên xwe bi cih bînin."

Navenda Nûçeyan-Yekîtiya Jinên Kur a li Elmanyayê (YJK-E) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku hêzên hegemonîk bi polîtîkayeke bi zanebûn Talîban, El Qaîde û çeteyên DAÎŞ'ê bi rêxistin dikin û dixwaze bi destê wan komkujiyan li gel û jinan bikin.

Di daxuyaniyê de işaret bi desthilatdariya Talîbanê ya li Efganistanê hate kirin û hate gotin: "Hewl didin jinan ji qadên civakî, siyasî, zanistî û çandî dûr bixînin û mehkûmî mejiyê serweriya feodal û paşverû bikin."

Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku piştî 11'ê Îlonê hêzên NATO'yê operasyoneke leşkerî li Efganistanê kirin, li dijî Talîbanê şer kirin, dagirkerî kirin û hate gotin, "Di serî de DYE hêzên din mafên bingehîn û azadiya jinan radestî wan nekirin. Hebûna xwe ya dagirkeriyê li ser eşîr û qebîleyan meşandin, jin di nava tarîtiyê de hiştin. Piştî 20 salan bi hêzên ku şer kirin re li hev kirin û Efganistan ji Talîbanê re hiştin û krîz û kaos hîn giran kirin.

Berxwedana jinên Efgan di heman demê de berxwedana me jinên Kurd e. Li ser banga rêxistinên jinan ên Efgan em tevlî çalakiyên li Frankfûrt û Kolnê bûn û careke din ji van hêzên navneteweyî re ragihandin ku bûn hevparê vê şermê, ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û hesab bidin jin û mirovahiyê."