YJŞ wê bi koma karetê 8’ê Adarê pêşwazî bike

Koma karetê ya YJŞ’ê ku dê bi hunera xweparastinê karetê tevlî şahiya 8’ê Adarê bibe amedekariyên xwe destpêkirine û dibêjin: “Em vê roja berxwedaniyê li hemû jinên tekoşer pîroz dikin. Em jin bi xwe parastinê dikarin jiyana azad avabikin.”

Şengal - Li Şengalê hemû jin ji bo pêşwazî kirina roja 8’ê Adarê di nav liv û tevgerê de ne. Ji ber ku 8’ê Adarê roja berxwedaniya jinan a li hember ne edeletiyê ye, ji bo jinên Êzidî jî xwedî wateyekî giringe. Jinên Êzidî her dem bune qurbaniyên şer û zihniyeta zilam salarî. Jinên Êzidî vê bê edeletiyê qebûl nedikirin, lê belê ji ber ku rêbaza tekoşînê nas nedikirin, bê dengî hildibijartin. Ji dîroka 3’ê Tabaxa 2014’an û şunda jinên Êzidî bi rakirina çekê gavên yekem ber bi riya azadiyê ve avêtin. Ji wê demê ve jinên Êzidî gav bi gav, nefes bi nefes ji bo azadiya xwe û civaka xwe tekoşînê mezin dikin. Îsal bi bilindbûna tekoşîna jinên Êzidî re rengê 8’ê Adarê hemû Şengalê xemilandiye.