‘Yên li hemberî tecrîdê bêdeng in dê hesabê bidin gel’

Parlementerên HDP’ê diyar kirin ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hiqûqa şexsî tê bi karanîn û got; “Hemû kesên ku li beramberî tecrîdê bêdeng mane wê li beramberî gel hesabê bidin.”

Enqere – Nobeta edaletê ya parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji bo dawî anîna tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin, di roja 25’an de ye.

Parlementerên HDP’ê Murat Çepnî, Hasan Ozguneş, Muazzez Orhan, Serpîl Kemalbay, Nusrettîn Maçîn, Îmam Taşçier, Kemal Pekoz, Şevîn Coşkun, Ridvan Turan ve Alî Kenanoglu, îro beşdarî nobetê bûn û li ber deriyê Meclîsê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de bang li wezîrê edaletê hate kirin ku zagona bingehîn pêk bîne û dawî li tecrîdê bine. Parlementeran diyarkirin ku ev 25 roj e bang dikin, lê belê hîna bersivek nehatiye û wiha hate gotin: “Civak bi hilbijartinê re mijûl e, em bang li gelê xwe dikin, ger em bi xwazin ji vê desthilatê xilas bibin, divê ji nêzikatiya wê ya li beramberî pirsgirêka Kurd ku desthilat xwe pê xwedî dike û ji polîtakayên şer re bêjin na, cihê van hemû pirsgirêkên ku lê xetimîne, girtîgeha Îmralî ye.”  

‘Demildest gavê bi avêjin’

Di daxuyaniyê de bal lê hat kişandin ku 22 meh e ji Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim agahî nayê girtin, hat bi bîr xistin ku li Îmralê hiqûqa şexsî tê pêkanîn û wiha hate gotin:

“Li dijî tecrîdê derketin, têkoşîna xwedî derketina li kedê ye. Li dijî hemû sepanên antî-demokratîk derketin e. Li dijî şer û kesên ku xwe bi xwînê xwedî dikin tê wateya gotina ‘bes e’. Em li vê derê carek din dibêjin dê nobet û têkoşîna me ya li dijî tecrîdê bidome. Di serî de Wezareta Dadê, hemû kesên bêbersiv dimînin, hemû kesên vî sûcî didomînin dê hesabê bidin gelê me. Em li bendê ne ku gavên lezgîn bên avêtin. Banga me ya ji bo gelê me ew e ku li dijî vê rewşê dengê xwe bilind bikin.”