DEM Partî: Em ê 1’ê Gulanê li qadan bin
Hevberdevkên Komîsyona Kedê ya DEM Partî Sevtap Akdag û Mehmet Bozgeyîk destnîşan kirin ku ew dê bi daxwaza nan û aştiyê di 1’ê Gulanê de li hemû bajaran li qadan bin û bang li welatiyan kirin ku li qadan bi hev re daxwazên xwe mezin bikin.
Navenda Nûçeyan – Komîsyona Kedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tekildarî bernameya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê bi diruşmeya, ‘Ji bo nan, aştî û edaletê bi hev re ber bi 1ê Gulanê ve’ li navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyanî da. Hevberdevkên Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê Mehmet Bozgeyîk û Sevtap Akdag daxuyanî dan.
‘Polîtîkayên şer xizaniyê kûr dikin’
Di serî Sevtap Akdağ axivî û diyar kir ku ew îsal dê ji bo nan, edalet û aştiyê li qadan bin û wiha got: “Her ku diçe şerê emperyalîstan kûr dibe û krîz û xîzanî zêde dibe. Li rex vê yekê berxwedana gelan jî mezin dibe. Polîtikayên şer xizaniyê mezin dike û kedê bêqîmet dike. Her wiha hêviya aştiyê jî qels dike. Li cihê ku şer hebe pêşeroja gelan jî tarî dibe. Ji bo wê daxwaza aştiyê parastina kedê ye. Ji bo wê em ê îsal bi daxwaza aştiyê jî li qadan bin. Sînorê birçîbûnê ji 30 hezar TL’yî borî ye. Lê mişê kêmtirîn welatiyan ber bi xîzaniyê ve dibe û hemû kedkar di xîzaniyê de wekehev dike.
‘Em ji bo jin, kedkar û Kurdan li qadan bin’
Em ê têkoşîna xwe ya li dijî kesên çav berdanê nanê me mezintir bikin. Daxwaza me ya nan jî dê li qadan be. Her wiha keda jinan nedîtî ve tê dîtin. Li dijî vê jî em ê bi hemû daxwazên azadiya jinan li qadan bin. Em ê ji bo daxwazên edalet û aştiyê yên gelê Kurd jî li qadan bin. Em ê li hemû bajaran li qadan bin. Werin em bi hev re daxwaza aştî û azadiyê bilindtir bikin.”
‘Divê qada Taksîmê ji karkeran re vebe’
Mehmet Bozgeyîk da zanîn ku ew dê di 1’ê Gulanê de bi karkeran re werin ba hev û wiha pê de çû: “Em dê bi hemû daxwazên xwe li qadan bin. Dema 1’ê Gulan tê gotin Qada Taksîmê tê bîra mirov. Lê mixabin ew heşmendiya qedexekar 23 sal in qedexeya Taksîmê didomîne. Em bang li desthilatê dikin ku qada Taksîmê ji karkeran re vebikin. Ez careke din hemû gelen me ji bo bilindkirina daxwazan vedixwînim qadan.”