“Yên ku ji kujeran re bûn kefil û şirîkatiya wan kirin, ew jî kujer in”

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 906’an de li aqûbeta Suleyman Cîhan ê di 29’ê tîrmeha 1981’ê de li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê bi îşkenceyê hat kuştin, pirsîn.

Stenbol - Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û faîl werin darizandin di hefteya 906’emîn de çalakiya xwe heftane bi riya online li dar xistin. Dayikên Şemiyê û lîstikvan Nûr Surer beşdarî çalakiyê bûn. Dayikan vê hefteyê li aqûbeta Suleyman Cîhan ê di 29’ê tîrmeha 1981’ê de li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê bi îşkenceyê hat kuştin, pirsîn. Suleyman Cîhan piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê tê girtin û polîs wî ji otobusa rêwiyan peya dikin û binçav dikin. 

 “Heta ku edalet bi cih were dê ev doz ji bo me neyê girtin”  

Lîstikvan Nûr Surer serpêhatiya windakirina Suleyman Cîhan xwend. Nûr Surer wiha got: “41 sal şûnve em bi heman biryarê dibêjin, me Suleyman Cîhan û kujerên wî ji bîr nekiriye. Dema Cîhan tê windakirin, Mehmet Agar yek ji aktorên windakirinê ye. Mehmet Agar cîgirê şaxa siyasî ya emniyete ye. Ew ewilî ji windakirina Hayrettîn Eren ê di sala 1980’an de pêk hat tê nasîn. Di serdema midûriyeta wî ya emniyetê û Wezîrê Dadê û Wezîrê Karên Navxweyî de di salên 80’î û salên 90’î de bi sedan kes hatin windakirin. Bi serkêşiya Agar di wan salan de rêxistina sûc ava kirin. Agar şirîkê wan sûcan e. Agar di kuştina Suleyman Cîhan de xwedî rol e. Hemû hewldanên ji bo dîtina Suleyman Cîhan bêencam man. Gotin ‘wî întihar kiriye’ bi vî awayî xwestin ser qetilkirinê binixumînin. Îmzeya Agar jî di bin biryara kuştina Suleyman Cîhan de heye. Yên ku ji kujeran re bûn kefîl û şirîkatiya wan kirin, ew jî kujer in. Em di salvegera 41’emîn de dibêjin bila kujerên Suleyman Cîhan bên darizandin, cezakirin û em dibêjin heta ku edalet bi cih were dê ev doz ji bo me neyê girtin.” 

“Rû û kiryarên qirêj ên kujeran derxistin holê”

Piştre Dayika Şemiyê Hanim Tosun axivî û destnîşan kir ku wan çawa windakiriyên xwe ji bîr nekirine kujeran jî ji bîr nekirine û Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan rû û kiryarên qirêj ên kujeran derxistine holê û dê her dem hesab ji kujeran bixwazin.