Yemen: Di 48 demjimêran de 170 binpêkirinên Hûsiyan hatin belgekirin

Tora Mafên Mirovan ragihand ku Hûsiyan di 48 demjimêran de 170 êrîş li Teizê pêk anîne. Di encamê de bi dehan sivîl hatine kuştin û banga rakirina dorpêça lş ser bajar hat kirin.

Navenda Nûçeyan – Hûsî li Yemenê binpêkirinên xwe yên giran li dijî sivîlan zêde dikin, di demeke ku bajarên di bin kontrola wan de pêleke nû ya girtinên kêfî, talankirina milk û ferzkirina dorpêçeke bêhişker li ser gundan dimînin. Ev sûcên berdewam dibin sedema şermezarkirinê.

Di demeke ku şer di navbera hêzên Yemenî û Hûsiyan de berdewam dike de, Tora Maf û Azadiyên Yemenê di raporeke dawî de ku roja 18’ê Cotmehê hat weşandin de eşkere kir ku Hûsiyan di 48 demjimêrên borî de li neh bajaran 170 sûc û binpêkirin kirine, ji bilî avêtina bêserûber a nêzî 432 guleyan.

Hûsî li gelek bajaran sûcên dijmirovî dikin

Di raporê de hat ravekirin ku binpêkirinên ji hêla Hûsiyan ve li bajarên Taiz, Aden, Sana, Hudeyde, El-Cewf, Lehc, El-Del'a, Ibb û Emran hatine kirin bûne sedema mirina 29 sivîlan, di nav de çar jin û sê zarok hene û 36 sivîl birîndar bûne. Her wiha revandina 16 sivîlan, serdegirtina li ser nêzîkî 61 malan, û topbarankirina 23 malan, û her weha êrîşên li ser du navendên tenduristiyê, du mizgeftan, Balafirgeha Navneteweyî ya Adenê, û Qesra Maaşiq belge kir.

Her wiha torê di rapora xwe de kuştin û birîndarkirina hejmarek rêwiyan di teqîna de li ser riya El-Yetme-El-Wedî belge kir û bal kişand ser dorpêça tund a berdewam a li ser Taîzê. Her wiha behsa rêgirtina li ketina xwarin, madeyên bingehîn, berhemên petrolê û dermanan hat kirin û hat gotin ku digel zêdebûna leşkerî ku gihîştina niştecihan bo dermankirin, xwarin û xizmetan asteng dike rewş girantir bûye.

Torê di rapora xwe de got ku wan raporek li ser zextên li ser serokên taxên li paytext Sanayê ji bo amadekirina lîsteyên qeydkirina çekdarên nû, digel agahdariya li ser zexta ber bi leşkerkirina bi zorê ya zarokan wergirtiye.

Banga ji bo sazî û civaka navneteweyî

Di raporê de bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî hat kirin ku van binpêkirinan şermezar bikin û tedbîrên lezgîn û berbiçav bigrin da ku êrîşan rawestînin. Hat xwstin ku bi taybetî divê sivîlan biparêzin, dorpêçê rakin, riyan vekin û tevgera azad a niştecihan û gihîştina ewle, birêkûpêk û bê asteng çêbibe, av, sotemenî, derman û alîkariyê misoger bikin. Her wiha bang hat kirin ku Taîz wekî herêmeke karesatê were îlankirin.

Ji sala 2015’an vir ve, Hûsî dorpêç li ser Taîzê ferz kirine, çend riyên sereke û xalên gihîştina bajêr kontrol kirine ku vê yekê êşa niştecihan girantir kiriye û bûye sedema kêmbûna kelûpel û alîkariyên mirovî.