'Yekîtiya netewî ya Kurd di pêvajoya aştiyê de pir girîng e'
Ji Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Nevîn Daşdemîr Dagkiran diyar kir ku yekîtiya neteweyî ya Kurd di pêvajoya aştiyê de pir girîng e û got, "Di vê wateyê de parçebûn hene ku Kurdan paşve dixin. Feydeya vê yekê ji bo me di pêşerojê de windahî ye."
ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed – Bi ji nû ve sêwirandin û pêşketinên herêmî yên li Rojhilata Navîn diqewimin, bangên ji bo yekîtiya neteweyî di nav tevgera siyasî ya Kurd de dîsa derketine pêş.
Her çend têkoşîna Kurdan ji bo bidestxistina statuyê, naskirina nasnameya xwe û yekîtiyê dem bi dem hatibe qutkirin jî, hevsengiyên guherbar ên li Rojhilata Navîn vê yekîtiyê pêwîst dike. Geşedanên li çar herêmên Kurdistanê nîşan didin ku ji bo her herêmekê hem yekîtîya di nav xwe de ava bike û hem jî bi ruhê yekîtîya neteweyî bi beşên din re were cem hev.
Geşedanên li dora Kurdan
Li Tirkiyeyê, pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" ku ji bo çareseriyek mayînde ya pirsgirêka Kurd û aştiyek bi rûmet hatiye destpêkirin, gihîştiye qonaxek diyarkirî. Li Sûriyeyê, pêvajoya entegrasyona leşkerî, ewlehî û îdarî ya di navbera hikûmeta demkî û QSD’ê de berdewam dike. Her çend di warê leşkerî de pêvajoyek hebe jî, nayê gotin ku aliyê civakî yê entegrasyonê hîn nehatiye avakirin.
Di pêvajoya entegrasyonê ya li Şengalê de, ev yek bi rêya tevlêbûna Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û yekîneya jinan YJŞ di nav sîstema ewlehiyê ya Iraqê de pêk hat.
Her çiqas ev hemû pêşketin ji bo Kurdan serdemeke nû bi xwe re tînin jî, ev pêvajo di xwe de xetereyên cûrbecûr jî dihewînin.
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ragihand ku partiya wî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Iraqê vedikişe. Wî diyar kir ku ew rûniştina Parlamentoya Kurdistanê ya 4’ê Mijdara 2026’an û biryarên ku di wê heyamê de hatine girtin nas nakin.
Bi vê pêşketinê re, hişyarî tên dayîn ku Kurd dê dîsa ji vê krîzê zirarê bibînin û krîzek ku statuya beşek ji Kurdistanê tehdît dike dê bandorê li hemû herêman bike.
'Pirsgirêka herî mezin ew e ku rihê yekîtîyê nehatiye girtin'
Bi van hemû pêşketinan, Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk hewldanên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî hem li bajarên Tirkiyeyê û hem jî li bajarên Kurdan didomîne. Berdevka Egeyê ya Înîsiyatîfê Nevîn Daşdemîr Dagkiran, diyar kir ku dema ku di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin, pêwîst e ku bêtir berpirsyarî bê girtin û hewldanên yekîtîyê bi serkeftî bên bidawîkirin. Nevîn Daşdemîr diyar kir ku hewldanên yekîtiya neteweyî her tim di nav girîngtirîn hewldanên her serdemê de ne û got, "Ji ber ku pirsgirêka me ya herî mezin di van salan de nekarîna Kurdan a girtina wî ruhê yekîtîyê bû."
Nevîn Daşdemîr tekez kir ku windahiyên ji hêla Kurdan ve têne jiyîn, ji bo tevahiya herêmê jî windahiyan dihewîne, ji ber vê yekê, pêwîst e ku ji bo destkeftiyan têkoşîn bê kirin. Nevîn wiha domand: "Windahiyên ji bo Kurdan ji bo her herêmê derbasdar in. Êşa ku li Rojava tê jiyîn li Wanê jî tê hîskirin. Tevî vê yekê, nekarîna yekîtiyê ji bo me windahiyek cidî ye. Di vê wateyê de, înîsiyatîfê hewl da ku giyanek nû biafirîne. Wê kelecanek nû afirand, wê ji bo Kurdên ku li metropolê dijîn jî kelecanek çêkir. Ji ber ku ew tiştek bû ku dihat xwestin û li bendê bûn. Em vê hêstê hesretê li her derê ku em diçin, li her derê ku em têkiliyê datînin dibînin. Bêyî ku helwesta Kurdan di jiyanê de çi be, bêyî ku ramanên wan çi bin, dîtina xwe di heman çarçoveyê de, dîtina hevdu bi heman hestê ku ji Kurdbûnê tê, têkiliya bi hevdu re pir hêja ye. Bê guman hêviya me, hewldana me û xebatê me ew e ku em destpêşxeriyên bihêztir biafirînin ku dikarin vê yekîtiyê bi qasî ku pêkan be mîsoger bikin. Pêdivî bi yekîtiyek heye ku li gorî ruhê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk be.”
‘Divê her Kurdek vê berpirsyariyê hîs bike’
Nevîn Daşdemîr wiha domand: “Divê her Kurdek, hem li metropolan û hem jî li Kurdistanê, vê berpirsyariyê hîs bike. Kurdan bi sedsalan winda kiriye. Ev yek nayê hesibandin, ciddî nayê girtin, zimanê me nayê naskirin, rengê çermê me nayê naskirin, windahiyên giran ji bo me bi xwe re aniye. Lê hêvî û hewldana me ji niha û pê ve ew e ku em bikaribin bi heman ruhî behsa yekîtî, aştî û hevgirtinê bikin, her çend rengên me ji hev cuda bin jî, bi wê baweriya ku ji jiyana bi hev re li vê erdnîgariyê tê.”
Nevîn Daşdemîr diyar kir ku yekîtiya neteweyî li her çar beşên Kurdistanê girîng e, lê yekîtiya li Bakur (Bakurê Kurdistanê) dê pêvajoyê xurt bike û got, "Hîn jî di nav Kurdan de nakokî hene."
'Sedem û bingehek me yê pir hêzdar heye ku me bîne ba hev’
Nevîn Daşdemîr destnîşan kir ku ev dabeşbûn netew, hişmendiya netewî û hevgirtina netewî li ber çav nagirin û bendewariyên xwe wiha vegot: “Dabeşbûn hene ku destê Kurdan bi qasî ku pêkan e qels dikin, ku di vê wateyê de Kurdan bi qasî ku pêkan e paşve dixin. Ji ber vê yekê, em vê yekê di axaftin û civînên xwe de jî diyar dikin. Feydeya vê yekê ji niha û pê ve ji bo me windahî ye. Feyde tune, tenê windahî heye. Ji niha û pê ve, divê em bingeha xwe ya hevpar li ser windahiyên xwe ava bikin. Divê em li tiştên ku me winda kirine û yên ku me bi dest xistine binhêrin. Erê, di jiyanê de dibe ku cûdahiyên ramanan hebin, helwestên me yên siyasî dikarin cûda bin, lê bingehek me ya pir xurt heye, sedemek ku dê me bîne cem hev. Divê em ji wê perspektîfê li mijarê binhêrin. Em carna têdikoşin ji ber ku li hin deveran û bi hin kesayetiyan re zimanek û têgihîştinek bi rastî jî adetî heye. Lê ez bawer dikim ku ev jî dê bi vê pêvajoyê vebe.”
Nevîn Daşdemîr bi bîr xist ku şerê nêzîkî 52 salan zirarên giran daye gelên Tirkiyê û got ku niha pêdivî bi pêşxistina zimanekî li ser bingeha hevgirtinê, hişmendiya neteweyî û xala hevpar heye. Nevîn wiha domand: “Em dixwazin di hawîrdorekê de bijîn ku şert û mercên jiyanê lê hatine afirandin, asta jiyanê bilind e, şert û mercên aborî baş in, binpêkirinên mafên mirovan tune ne, wekhevî serdest e û serweriya qanûnê tê sepandin.”
'Kurd li her çar parçeyan jî yek giyan in'
Nevîn Daşdemîr bang li Kurdan kir ku ji vê pêvajoyê bi serkeftî derkevin û wiha pê de çû: “Ger Kurd bi berpirsyarî û li ser bingeha hişmendiya neteweyî tevbigerin, ez bawer dikim ku Kurd dê ji vê pêvajoyê pir bihêztir derkevin. Kurd li her çar parçeyan jî yek giyan in. Bi gotinekî din, êşa ku li Başûr tê jiyîn bandorek kûr li Bakur dike. Êşa ku li Rojava tê jiyîn bandor li Rojhilat dike. Ji ber ku hestên me hene ku me dikin yek. Xemgîniyên me, kêfxweşiyên me, fikarên me yên hevpar hene. Lê wekî ku hûn dibînin, di hemû pêvajoyan de, destwerdanek heye ku perçe dike û her wiha ji hêla hêzên serdest ve jî bandor dibe. Hêviya me ew e ku di pêvajoyên pêşerojê de, ne tenê bi wêneyan, bi rastî jî werin cem hev."
Nevîn Daşdemîr, diyar kir ku ew ê hewlên xwe yên ji bo xurtkirina hişmendiya netewî û eşkerekirina zimanê diyalogê bidomînin û wiha got: "Wekî jineke Kurd, ez bawer dikim ku şert û merc dê bi aliyê Kurdan ve bizivirin. Belê, pêvajoyên dijwar hatine jiyîn, lê sedemên me yên pir cidî û jiyanî ji bo yekîtiyê hene. Sedemên me yên pir cidî hene ku dê me bînin cem hev û me bikin yek. Ji niha û pê ve, pêwîst e ku diyalogên ku nîşan didin ka hêza yekîtiyê çiqas girîng e, bipêş bikevin."
'Jinên Kurd ji bo aştiyê israr dikin'
Nevîn Daşdemîr destnîşan kir ku jinên Kurd ji bo aştî û yekîtiya neteweyî têdikoşin û di hewldanên xwe de bi israr in û wiha pê de çû: “Jin, wekî zayendek, her gav ji bo aştî û bedewiyê rawestiyane. Lê bi taybetî, jinên Kurd ji demên berê heta niha li ser aştiyê israr kirine. Tevî her tiştî, tevî hemû êşên ku wan kişandine, tevî hemû windahiyên xwe, tevî êşa windakirina zarokên xwe, tevî ku bi salan nekarîne hezkiriyên xwe bibînin, îro ew di her aliyê jiyanê de banga aştiyê dikin. Ev pir pîroz e, pir hêja ye. Me ew jiyaye, nifşê berî me ew jiyaye, lê em dibêjin ku divê mirovên din piştî me wê nejîn. Ji ber vê yekê, di navbera her du zayendan de rastiyek heye, lê jin her gav yên ku birîndar dibin in. Aqil, berxwedan û israra li ser aştiyê ya dayîkên Kurd di vî warî de bi rastî jî mînakek e ku li cîhanê bê şopandin. Îro, ji gelek dayîkên aştiyê bigre heya Dayîkên Şemiyê, gelek dayîkên ku zarokên xwe winda kirine, tenê xwestek û daxwaza wan aştî ye."
‘Dayîkên Kurd destên xwe dirêjî hemû dayîkên din dikin’
Nevîn Daşdemîr da zanîn ku baweriya jinan wê pêvajoya aştiyê xurt bike û jin dê zimanê diyalogê ava bikin. Nevîn axaftina xwe wiha bidawî kir: "Em zimanek bipêş dixin ku şer red dike lê hevkariyê di aştiyê de dide pêş û ne tenê ji jinên Kurd, ji hemû jinên ku li vê herêmê dijîn vê yekê hêvî dikin. Dayîkên Kurd destên xwe dirêjî hemû dayîkên din dikin û dibêjin, 'Min êş kişandiye. Bila hûn jî nejîn.' Ji ber vê yekê, ez hêvî û daxwaz dikim ku hemû dayîk, hemû jin, vê şehrezayiyê, vî zimanê aştiyane di dayîkên Kurd de bibînin. Ev pêvajo ji aliyê mirovên ji her qatên jiyanê û ji her alî ve tê xurtkirin. Divê niha pêvajoyek li ser bingeha aştiya mayînde, demokrasî û wekheviyê bipêş bikeve. Divê her kes bêje, 'Divê ez bibim beşek ji vê pêvajoyê.' Divê berpirsiyariya xwe di xwe de bibînin."