Yekîtiya Lawên Kurdistanê zêdebûna kuştina jinan şermezar kir

Yekîtiya Lawên Kurdistanê derbarê zêdebûna rêjeya kuştina jinan de daxuyaniyek nivîskî belav kir û da diyarkirin ku divê dadgeh dosyaya kuştina jinan bi encam bike û tewanbar werin bi cezakirin.

Navenda Nûçeyan - Li Başûrê Kurdistanê rêjeya kuştina jinan her ku diçe zêde dibe û tewanbar jî ji aliyê desthilatê ve tê parastin û radestî dadgehê nayê kirin. Ev rewş bûye sedemê nerazîbûnan. Derbarê zêdebûna rêjeya kuştina jinan de Yekitiya Lawên Kurdistanê bi daxuyanek nivîskî kuştina jinan şermezar kir û da diyarkirin ku bi vî awayî kuştina jinan ketiye qonaxek nû û rewşa heyî metirsîdar e.

“Kuştina jinan ber bi qonaxekî metirsîdar ve diçe”

Di daxûyaniya Yekîtiya Lawên Kurdistanê de bal li ser hat kişandin ku kuştina jinan li Başûrê Kurdistanê zêde bûye, sûcdar nayên darizandin û wiha hat gotin: “Ev cihê şermizariyê ye ku kuştina jinan û şêwaza tewanan niha hatiye guhertin, tewanbar bi kuştina jinan re sînordar namînin û cenazê wana di avêjin ser cedê û tewanbar tên parastin, ji ber wê dema rê li ber van kiryaran neyên girtin wê demê were gelek ne baş be û kuştina jinan ber bi qonaxekî metirsîdar ve diçe. Bikujê jinan ji aliyê berpirsên hikumî û partiyan ve tên veşartin û radestî dadgehê nayên kirin û bi rêya sulha eşirî pirsgirêkan çareser dikin û bikuj tên parastin. Ya herî xirab ewe ku dadgeh weke pêwîst tevnagere û lêkolînên cidî di derbarê dosyayên kuştina jinan de nakin û tewanbar bên sezakirin. Di dawî de em weke Yekitiya Lawên Kurdistanên bangawazî li rêxistinên jinan û çalakvanên mafê jinan dikin hewil bidin ku rê li ber kuştinên jinan bigrin û xwedî helwest bin.”